Konferansek li ser çîrokên Enwer Karahan
Di 4ê nîsana 2009an de, li Stenbolê û Zanîngeha Bilgiyê konferansek li ser awayê nivîsandin û çîrokên endamê Komeleya Nivîskarên Kurd Li Swêdê (KNK-S) Enwer Karahan tê li dar xistin. Ji derveyî Enwer Karahan, nivîskar A. Fikrî Işik, Salihê Kevirbirî, Aylîn Unek, Muhsîn Kizilkaya û rexneger Hesenê Dewrêş jî beşdarî Konferansê dibin.
Endamê Komeleya me, Komeleya Nivîskarên Kurd Li Swêdê Enwer Karahan di 4ê nîsanê de li Stenbolê, li Zanîngeha Bilgiyê beşdarî konferansekê dibe.
Konferans bi mijara "Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahan û çîroknivîsiya wî" tê amade kirin. Ji derveyî Enwer Karahan, nivîskar A. Fikrî Işik, Salihê Kevirbirî, Aylîn Unek, Muhsîn Kizilkaya û rexneger Hesenê Derweş jî beşdarî vê Konferansê dibin. Konferans wê ji aliyê nivîskar û rexneger A. Fikrî Işik û bi alîkariya Zanîngeha Bilgiyê bê amade kirin.
Piştî Konferansê wê Enwer Karahan li Amedê, Mêrdîn û Qoserê derkeve hemberî xwendevanên xwe û bi dildarên ziman û edibiyata kurdî re civînan çêbike.
Programa Konferansa û civînên Enwer Karahan
Stenbol: 04-04-2009
Mijar: Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahan û çîroknivîsiya wî
Alî Fikrî Işik: Têkiliya lehengên çîrokan bi qeder û azadiyê re
Muhsîn Kizilkaya: Sê çîrok û sê xwendinên cûda
Aylîn Unek: Sembol û şiverêya çîrokan
Hesenê Dewrêş: Hijayiyên kulturî û şîroveya malzemeyan
Cîh: Unîversîteya Bîlgî ya Stenbolê, kampusa Santral Stenbolê.
Dem: 04-04-2009
Seet: 13.00–17.00
Diyarbekir: 11-04-2009
Mêrdîn: 12-04-2009
Qosar: 14-04-2009


