Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an pêk anî!
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an di 6ê çileya 2012an de pêk anî. Serokê komelyê Zinar Soran xêrhatin li mêvan û endaman kir û kongre bi bîranîna şehîdên Kurdistanê hate vekirin. Piştî vekirina kongreyê hevalên Salih Înce, Osman Aytar weke dîwana kongreyê hatin hilbijartin, rojev hate pejirandin û li gor rojevê kongre hate bi rê ve birin.
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an di çileya 2012an de pêk anî. Serokê komelyê Zinar Soran xêrhatin li mêvan û endaman kir û kongre bi bîranîna şehîdên Kurdistanê hate vekirin.
Piştî vekirina kongreyê hevalên Salih Înce, Osman Aytar û Nezîr Akad weke dîwana kongreyê hatin hilbijartin, rojev hate pejirandin û li gor rojevê kongre hate bi rê ve birin.
Zinar Soran rapora xebatê û Paşa Uzun jî rapora aborî pêşkêşî kongreyê kirin. Li ser raporan gotûbêj hatin kirin û rapor ji aliyê kongreyê ve hate pejirandin.
Beşdarên kongreyê ji bo xebatên pêşerojê pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û Komîteya Karger ya nû û delegeyên kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hatin hilbijartin.
Komîteya nû ji Zinar Soran, Paşa Uzun, Tîmûrê Xelîl, Sidqî Hirorî û Xelîl Duhokî pêk hat. Ji bo delegeyên kongreya Federasyonêî jî Mamoste, Siddik Bozarslan, Dilo Balîn û Halûk Ozturk hatin hilbijartin.
Komîteya nû di nav xwe de kar û bar parve kir; Paşa Uzun wek serok, Xelîl Duhokî wek sekreter û Zinar Soran jî weke berpirsiyarê aborî hilbijart.
Kongreya îsal jî wek par, li aşxaneya xwarinên kurdî ya Şêxmûs li navenda Stockholmê hate çêkirin. Piştî kongreyê endam û mêvanan şevbuhêrk û sohbetek germ bi hev re derbas kirin.


