Kitêbên nuh
Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de
Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdologên navdartirîn û serwexttirînê bi rewş û dîroka kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in. Bi vê kitêba di destê we de, ku berê beşek jê bi navê “Pêşdîroka Selaheddîn” çap bûbû, xebata wî ya li ser Kafkasya di kurdî de temam dibe. Ev kitêb wergera herdu beşên pêşî yên vê berhema hêja ye ku birêkûpêktirîn çavkaniya ser dewleta kurdên şedadî ye û bêguman çawa ku Minorsky jî diyar dike, agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka kurdan ya derûdorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike.
Pirtûka Xelîlê Çaçan Mûradov Cewahirên Kurdî derket
Ev pirtûka Xelîlê Çaçan jî ji wê dema bihuştî ye ku îro ji wê bihuştê tenê ev mane. Ev pirtûka tehmxweş, bi çêj û gotinsivik jî ji kurteçîrokên pir kurt û kurd ên wê demê pêk tê. Xelîlê Çaçan metequlk û belkî serboriyên ku wê demê guhdarî kiriye û parçeyekî girîng ê çand û kevneşopa kurdî ne, nivîsiyîye. Metequlkên Xelîlê Çaçan hin ji rûpelek an jî du rûpelan pêk tên, hin jî ji nîvrûpelê pêk tên. Wekî meseloka ku yek diçe ber behrê û dinihêre mirovek pêlên behrê dihejmêre, lê her ku pêl tê ew dibêje “yek”. ..."Kendalên Kevanên Min” - kurteçîrokên kurdî
”Kendalên Kevanên Min” pirtûkeka kurteçîrok û ceribandinên kurdî ye. Nivîskar Zerdo (Zerdûşt) Öztürk, ji bûyerên derdorên xwe, serpêhatiyên xwe yên rojane bi kurdî nivîsandiye û di pêşgotinê de, serpihatiya xwe ya destpêka nivîsandina zimanê kurdî jî rave dike. Li ser pirsa birayê wî yê mezin “Zerdûşt tu dikarî bi kurmancî “Qelax” binivîsî?”meraqa alfabeya kurdî û berhemên kurdî li cem wî peyda dibe....Pirtûka Kemal Burkay ”Berf fedî dike” bi zimanê swêdî derket
Di destpêka sibatê de berhevokek ji helbestên Kemal Burkay bi navê “Snön skäms” (Berf Fedî Dike) bi zimanê swêdî derket...."Dengê xwînê" derket
Vê dawîyê ji alîyê weşanxaneya LÎSê ve pirtûka endamê me Têmûrê Xelîl ya bi sernavê "Dengê Xwînê" çap bû. Em li jêr çend malûmatên li ser vê pirtûkê pêşkêşî xwendevanên malpera xwe dikin:...Lênerînên Bûbê Eserî li ser anfalan di namîlkeyekê de li Barzanê derket
Rêxistina Vejîn bo qurbaniyên jenosîda barzaniyan dest bi belavkirina rêzenamîlkeyan li ser jenosîd û enfalkirina barzaniyan kir....Dîroka rûreş
XEWN (Gulnam di xew de ye. Kurê wê Xazi jî. Ronahî tê guhertin. Ji dawiya dike ji nava dûmanan mêre xwe Nazmî Hesen dibine ku ew tev li xwînê dibe) GULNAM :Nazmî Ehmed tu yî? ..."Girîna kurdî" derket pêşberî xwendevanên kurd
Lokman Polat: Edebiyat qalkirin û ravekirina însan e. Di berhemên edebî de behsa însanan, jiyan, serborî û serpêhatiyên wan û herweha têkiliyên wan ên bi civakê re bi þêweyeke edebî tê ravekirin. Min jî di vê pirtûkê de vî tiþtî kir. ......
