Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: "Girîna kurdî" derket pêşberî xwendevanên kurd "Girîna kurdî" derket pêşberî xwendevanên kurd ================================================================================ Enwer Karahan on 26 February, 2009 11:08:00 Kurtenovelên di vê pirtûkê de ne, neweke çîrokên gelêrî yên kurdan e. Weke ”masal” a tirkan jî nîn in. Ev kurtenovel novelên nûjen – modern - yên ku li ewropayê jî jê re dibêjine novel. Bi kurdî jî mirov dikare ji yên kin re bibêje kurtenovel û ji yên dirêj re jî bibêje novel. Di van novelên nûjen de dîmenek ji rewþa sosyal û civaka kurdan tê pêþkêþkirin. Hinek hêlên realîteya civaka kurd bi þêweyeke edebî hatiye ravekirin. Girîna kurdî û novelên ku di pirtûka ”Girîna Kurdî” de ne, bixwînin û bila dilê we bi halê kurdên koçber biþewite. Rewþa kurdên bakur, feqîrî û belengaziya gundiyên kurd ên reben, zahmetiya kurdên koçber û zilm û zordariya dewleta dagirker ji bîr nekin. Ji bo azadiya gel û rizgariya welat çi pêwîst be divê kurd wê bikin. Divê edebiyata kurdî jî bibe haceteke ragihandinê û parastina ziman, çand û edebiyata netewa kurd û di xizmeta wê dozê de be.