Malper | Kurdî | Kitêb / Weşan | Kitêbên nuh | "Girîna kurdî" derket pêşberî xwendevanên kurd

"Girîna kurdî" derket pêşberî xwendevanên kurd

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Lokman Polat: Edebiyat qalkirin û ravekirina însan e. Di berhemên edebî de behsa însanan, jiyan, serborî û serpêhatiyên wan û herweha têkiliyên wan ên bi civakê re bi þêweyeke edebî tê ravekirin. Min jî di vê pirtûkê de vî tiþtî kir.


Kurtenovelên di vê pirtûkê de ne, neweke çîrokên gelêrî yên kurdan e.

Weke ”masal” a tirkan jî nîn in. Ev kurtenovel novelên nûjen – modern

- yên ku li ewropayê jî jê re dibêjine novel. Bi kurdî jî mirov dikare ji yên

kin re bibêje kurtenovel û ji yên dirêj re jî bibêje novel.

Di van novelên nûjen de dîmenek ji rewþa sosyal û civaka kurdan tê

pêþkêþkirin. Hinek hêlên realîteya civaka kurd bi þêweyeke edebî hatiye

ravekirin.

Girîna kurdî û novelên ku di pirtûka ”Girîna Kurdî” de ne, bixwînin û

bila dilê we bi halê kurdên koçber biþewite. Rewþa kurdên bakur, feqîrî

û belengaziya gundiyên kurd ên reben, zahmetiya kurdên koçber û zilm

û zordariya dewleta dagirker ji bîr nekin.

Ji bo azadiya gel û rizgariya welat çi pêwîst be divê kurd wê bikin. Divê

edebiyata kurdî jî bibe haceteke ragihandinê û parastina ziman, çand û

edebiyata netewa kurd û di xizmeta wê dozê de be.
2009 © - Designed by Infonavia