"Kendalên Kevanên Min” - kurteçîrokên kurdî
”Kendalên Kevanên Min” pirtûkeka kurteçîrok û ceribandinên kurdî ye. Nivîskar Zerdo (Zerdûşt) Öztürk, ji bûyerên derdorên xwe, serpêhatiyên xwe yên rojane bi kurdî nivîsandiye û di pêşgotinê de, serpihatiya xwe ya destpêka nivîsandina zimanê kurdî jî rave dike. Li ser pirsa birayê wî yê mezin “Zerdûşt tu dikarî bi kurmancî “Qelax” binivîsî?”meraqa alfabeya kurdî û berhemên kurdî li cem wî peyda dibe.
Pirtûk: Kendalên Kevanên Min
Cure: Pexşan, kurteçîrok, 98 rûpel
Nivîskar: Zerdo Öztürk
Weşanxane: Weşanên Pêrî-Istenbol
”Kendalên Kevanên Min” pirtûkeka kurteçîrok û ceribandinên kurdî ye. Herçend sernavê pirtûkê jı mirov re wek sernavê berhemeke helbestê bête xuyakirin jî, naverok bi xwe pexşan e. Lê dîsa jî pexşaneke ku gelek ciyan de bi sembolan û bi şêweyê helbesteke serbest hatiye nivîsandin. Loma jî tiştekî ne tesadufî ye ku nivîskar ev nav daye pirtûka xwe. Zimanê wî zelal û herikbar e.
Nivîskar Zerdo (Zerdûşt) Öztürk, ji bûyerên derdorên xwe, serpêhatiyên xwe yên rojane bi kurdî nivîsandiye û di pêşgotinê de, serpihatiya xwe ya destpêka nivîsandina zimanê kurdî jî behs dike. Li ser pirsa birayê wî yê mezin “Zerdûşt tu dikarî bi kurmancî “Qelax” binivîsî?” meraqa alfabeya kurdî li cem wî peyda dibe. Ji wê rojê şûnde li weşanên kurdî yên ku beri cûnta 12 îlonê derketine digere û di Pirtûkxana Dewletê ya Beyazîtê de dibîne. Weha dibêje:
Ez li wê derê rastî gelek pirtûk û kovarên kurdî, ku di salên 1970-yan de weşiyabûn hatim. Min li wê derê cara yekem berhemên bi kurdî xwendin. Ez bûm hevnasê kurdiya nivîskî... Welhassil ez bi nivîsê hessiyam, diviyabû min binivîsîya... Gumana min ziman e. Bila ziman ji edebiyatê re be.”


