Pirtûka Kemal Burkay ”Berf fedî dike” bi zimanê swêdî derket
Di destpêka sibatê de berhevokek ji helbestên Kemal Burkay bi navê “Snön skäms” (Berf Fedî Dike) bi zimanê swêdî derket.
Pirtûka Kemal Burkay ”Berf fedî dike” bi zimanê swêdî derket
Di destpêka sibatê de berhevokek ji helbestên Kemal Burkay bi navê “Snön skäms” (Berf Fedî Dike) bi zimanê swêdî derket. Di pirtûkê de nêzîkî 100 (sed) helbestên Burkay yên ku ji zimanê kurdî û tirkî hatine wergerandin cî digrin. Helbest ji alî Haluk Öztürk ve hatine wergerandin û ji alî du wêjehizên swêdî Anna Råberg û Bodîl Jonsson hatine redektekirin.
Bergê pirtûkê bi destê Jindar Erdal Toprak bi şêweyekî hostatî hatiye amadekirin.
Wek tê zanîn berhevokeke helbestên Kemal Burkay bi navê “Berf fedî dike” berê bi kurdî hatiye weşandin. Herçend wergera swêdî jî bi eynî navî derketiye, lê helbestên têde ne tenê ji wê pirtûkê ne, hin ji wan ji pirtûka “Yakilan Şiirin Türküsü” û yên din jî hatine bijartin.
Ev berhevoka helbestên Kemal Burkay a yekemîn e ku bi zimanê swêdî derketiye. Piştî pirtûka zarokan “Aliko och sparvhöken” (Aliko û Baz) -2005, ev pirtûka Burkay ya duwemîn e ku bi zimanê swêdî hatiye wergerandin. Pirtûk di nav Weşanên Roja Nû hatiye weşandin.
Adresa xwestinê:
E-mail: komkar@komkar.se
Tel û fax: 046-(0)8-253857


