Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: "Dengê xwînê" derket "Dengê xwînê" derket ================================================================================ Enwer Karahan on 26 August, 2009 12:08:00 Di hejmara kovara ”Roja Nû” ya 100î de leca kurteçîrokan hatibû derbazkirinê. Yek ji wan perçekî novêla Têmûrê Xelîl bû. Di hejmara dû wê ra endamekî jyûrîya qîmetkirina kurteçîrokan Mazhar Kara, ku cîyê pêşin dabû kurteçîroka Têmûrê Xelîl ya bi sernavê ”Dilê germ, serê sar…”, ku dû ra wek pirtûk bi firehî, bi sernivîsa ”Dengê xwînê” ji alîyê weşanxaneya ”LÎS”ê da çap bû, awa nivîsî: ”Dilê germ, serê sar…” ji alîyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiya, çem û kanîya, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”. Lê di pêşgotina wê pirtûkê ya Kawa Nemir da ha tê gotinê: ”Dengê Xwînê” bi zimanê xwe yê ku ji rehên kurdiya me ya delal dikêşe, bi tevna xwe ya ku wê hêjahiya evîna dilsoz bi xwendevanan bi firêt û xavên xwe yên qewîn ve dide zanîn, çîrokeke gelekî nas, gelekî balkêş û gelekî diltezîn e. Evîna Temo û Alînayê. Mirazê nebûyî. Naleyeke cudayî. Straneke bi per û bask, li ber serê baqek binefş. Pê re jî, du çîrokên din ên kurt û delal, bi “Dengê Xwînê” re, di vê berhevoka Têmûrê Xelîl de. Çîrokeke ev çend bi sadebûna xwe ve xurt û bi kurdî li benda we ye...