Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Lênerînên Bûbê Eserî li ser anfalan di namîlkeyekê de li Barzanê derket Lênerînên Bûbê Eserî li ser anfalan di namîlkeyekê de li Barzanê derket ================================================================================ Enwer Karahan on 31 May, 2009 01:50:00 Namîlkeya yekê di nav van rêzenamîlkeyan de ya ku niha derketî ya nivîskarê kurd yê ji bakûrê Kurdistanê Bûbê Eserî ye. Nivîskar di namîlkeya »Enfal û jenosîd«ê de dîtin û ramanên xwe li ser jenosîda barzaniyan di sala 1983-yê de ji aliyê rijêma Îraqê ya be’isî ve berçav dike. Ev hem şiroveyeka psîkolojî ye û hem jî li ser proses û kiryarên genocidê radiweste. Namîlke ji 40 rûpelan pêk têt û ji qebareyê biçûk e. Ew bi herdu zaravayên kurdiya kurmancî û ya soranî û bi herdu alfabêyên erebî û latînî ye. 1000 nisxeyên wê ji çapxaneya Minareyê li Hewlêrê derketine. Kirmanc Çalî Çavkanî: Kurlturname