Malper | Kurdî | Kitêb / Weşan | Kitêbên nuh | Lênerînên Bûbê Eserî li ser anfalan di namîlkeyekê de li Barzanê derket

Lênerînên Bûbê Eserî li ser anfalan di namîlkeyekê de li Barzanê derket

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Rêxistina Vejîn bo qurbaniyên jenosîda barzaniyan dest bi belavkirina rêzenamîlkeyan li ser jenosîd û enfalkirina barzaniyan kir.

Namîlkeya yekê di nav van rêzenamîlkeyan de ya ku niha derketî ya nivîskarê kurd yê ji bakûrê Kurdistanê Bûbê Eserî ye.

Nivîskar di namîlkeya »Enfal û jenosîd«ê de dîtin û ramanên xwe li ser jenosîda barzaniyan di sala 1983-yê de ji aliyê rijêma Îraqê ya be’isî ve berçav dike. Ev hem şiroveyeka psîkolojî ye û hem jî li ser proses û kiryarên genocidê radiweste.

Namîlke ji 40 rûpelan pêk têt û ji qebareyê biçûk e. Ew bi herdu zaravayên kurdiya kurmancî û ya soranî û bi herdu alfabêyên erebî û latînî ye. 1000 nisxeyên wê ji çapxaneya Minareyê li Hewlêrê derketine.

Kirmanc Çalî

Çavkanî: Kurlturname
2009 © - Designed by Infonavia