Malper | Kurdî | Nivîs | Çima çîrok û ne novel?

Çima çîrok û ne novel?

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Firat Cewerî (Wêne: Ji arşîva Enwer Karahanî)

Lê ev jî rastiyek e ku gotina »çîrok« ji aliyê gelek kesan mîna »masal«a tirkî, an jî »saga«ya swêdî tê fêhmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji »masal«ê re jî dibêjin »çîrok«. Lê, li hin deveran jî gotina »çîrçîrok« heye ku ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bi kar anîn. Herçiqas »çîrok« û »çîrçîrok« li hin deveran werin eynî maneyê, an jî mirov tu ferqê nexe navbera van herdu terman, lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin.

Me navê vê antolojiyê kir »Antolojiya çîrokên kurdî«. Tê wê manê ku ez niha, di dema îro de, ji bo vî şêweyê hunerê gotina »çîrok« an jî mîna kurmancên jêr dibêjin »kurteçîrok« dipejirînim û loma min ev nav bi kar aniye. Di kovar û rojnameyên mîna Hawar (1932-1943), Ronahî (1942-1945), Roja Nû (1943-1946), Hêviya Welêt (1963-1965), Çiya (1965-1970), Hêvî (1983-1992) û gelek kovarên berê û ên niha de navê »çîrokê« hatiye bikaranîn. Heta di kovara Rojî Kurd (1913) de çîroka Fûad Temo ku heta niha mîna çîroka kurdî ya pêşî dihat qebûlkirin, di bin sernava »çîrok« de hatibû weşandin. Herçî kurdên Sovyeta berê ne, wan ji »çîrokê« wêdetir, gotina »serhatî« bi kar anîne. Gotina serhatî, çîrok, kurteçîrok, serpêhatî, serbûrî her maneya »story« an jî »short story«a îngilîzî dide ku tê maneya çîroka me.
Digel vê jî, bi taybetî piştî salên 1990î, li ser hin kitêbên çîrokan, an jî di hin kovar û rojnameyan de ji berdêla »çîrok« gotina »novel« hat bi kar anîn û li ser vê gotinê carina devjengî çêdibin, ji bo vî şêweyê hunerê, an jî ji bo zimanê kurdî rastî û nerastiyê wê tê minaqeşekirin.

Hunera çîrokê, bi qasî navê xwe, di warê naveroka xwe de jî her tim cih ji minaqeşeyê re hiştiye. Di gelek zimanan de ji bo navê vî şêweyê nivîsê ne zelalî çêbûye, lê paşê, bi riya akademî û lingivîstan ev problem hatiye çareserkirin. Tirk berî komarê, demekê piştî komarê û heta niha jî gotina »hikaye« bi kar tînin. Lê piştî kampanyaya pakkirina zimanê tirkî, bi giştî meyildarên Kemalîzmê, ji berdêla gotina »hikaye«, gotina »öykü« bi kar anîn. Ev gotina dawî, ji bilî konservatîvên Tirkiyê îro ji aliyê piraniya tirkan ve tê bikaranîn.
Di zimanê swêdî de jî ev serêşî û gengaşî heta demekê hebû. Di swêdî de ji çîrokê re »novell« tê gotin. Nêzîkî naveroka »novell«ê »berättelse« û »historia« tê bi kar anîn. Lê »novel« bi îngilîzî »roman« e. Novela îngilîzî, yanî ya ku roman e bi 'l'yekê û ya swêdî ku »çîrok« e bi du 'll'eyan e. Li gora zimanên swêdî û îngilîzî bi lêvkirina wan jî cihê ye. Lê kurd bêtir bi celebê îngilîzî bi kar tînin, bi vî awayî çîrok ji maneya xwe derdikeve û maneya romanê werdigire. Ya din, ev gotin, ji bilî kesên ku li Swêdê dijîn, bi awayekî giştî ji aliyê xwendevanên kurd ve nayê zanîn. Loma, min maqûltir dît ku ez ji berdêla navê »Antolojiya novelên kurdî« navê »Antolojiya çîrokên kurdî« li vê antolojiyê bikim û hêvîdar im hûn ê jî vê kirina min maqûl bibînin.

Lê ev jî rastiyek e ku gotina »çîrok« ji aliyê gelek kesan mîna »masal«a tirkî, an jî »saga«ya swêdî tê fêhmkirin. Li gelek deverên Kurdistanê kurd ji »masal«ê re jî dibêjin »çîrok«. Lê, li hin deveran jî gotina »çîrçîrok« heye ku ev gotin di kovara Hawarê de jî hatiye bi kar anîn. Herçiqas »çîrok« û »çîrçîrok« li hin deveran werin eynî maneyê, an jî mirov tu ferqê nexe navbera van herdu terman, lê di jiyana rastî de ev bi awayekî zelal ji hev vediqetin. Di jiyana rojane de, di danûstandinên civakî de gotina »çîrok« di zimanê gel de pir tê bi kar anîn. Gava yek ji yekî re behsa jiyana xwe an jî behsa jiyana hinin din bike û yê ku jê re tê behs kirin hê jî bipirse, yê ku behs dike dibêje »çîroka wan dûr û dirêj e«, an jî »ev çîrok dirêj e«, an jî »ev çîrokeke dûdirêj e«.

Di vir de em dibînin ku gotina çîrok dibe serpêhatî, dibe serpêhatiya kesekî, du kesan, evînekê, xayîntiyekê, diziyekê, mêrxasiyekê, bûyerekê...
Ji xwe çîrok jî ev e; li ser van e, van tîne zimên. Lê van çawa tîne zimên, bi çi awayî bi lêv dike, çawa şirove û taswîr dike, kurtî û dirêjiya wê çawa ye, ev jî kêm zêde bi qasî navê wê li ser hatiye peyivandin. Çîrokên nîv rûpel jî hene, yên heta dused rûpelî jî hene. Hin zanayên edebiyatê gotine, çîrok divê li dor deh rûpelan bin, hinan jî guh nedane kurtî û dirêjiya çîrokê. Ji xwe, min bi xwe jî di amadekirina vê antolojiyê de guh nedaye kurtî û dirêjiya çîrokan. Hin ji çîrokên vê antolojiyê zehf dirêj in, hin jî kurt in.

 Edgar Allan Poeyê emerîkî (1809-1849) kurtbûn û dirêjbûna çîrokê bi dirêjiya dema xwendina wê ve girê dide. Li gora pîvana Poe divê dema xwendina çîrokekê ji nîvsaetê, heta saetekê an du saetan be. Lê ew di çîrokê de gotinên zêde red dike, konsentrasyonê dixwaze, gotineke ku di çîrokê de hatibe bi kar anîn lê dîrek an jî îndîrek têkiliya wê bi temaya çîrokê re tunebe, wê ji bo çîrokê qelsiyeke mezin dibîne.
Bi vê tarîfa Poe ve girêdayî Çexovê (1860-1904) ku li dor 600 çîrokî nivîsandine û bi taswîreke psîkolojiyeke realîst mirovên ji sinif û kategoriyên cihê salix dide, weha dibêje: »Heke di çîrokekê de tivingek bi dardekirî be, berî ku çîrok xelas bibe divê ew tiving biteqe.«
Li ser naveroka çîrokê, li ser forma wê, li ser konsentrasyon û kompozisyona wê gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Lê di derheqê hunera çîrokê de tarîfeke Çexov ya meşhûr heye, dibêje: »Çîrok nivîsek e, tu hinekî ji serî hinekî jî ji dawiya jê bikî wê bibe çîrok.« Di eslê xwe de Çexov dixwaze bi vê kurtetarîfa xwe ya di derheqê çîrokê de cih ji fantaziya xwendevanan re jî bihêle. Bi gotineke kurmancî, ew naxwaze ku nivîskar xwendevanê xwe ehmaq bihesibîne û jê re ta bi derziyê vebike.
 Yek ji bavên çîrokê, yê ku li gora gotina Gorkî edebiyata Rûsyayê ji bin »palto«yê wî derketiye, Gogol, li ser çîrokê welê dibêje: »Te divê bila dewlemed an feqîr be, bîrfireh an bîrteng be, çê an xerab e, alavê sereke yê ku divê nivîskar li ser hûr bibe, jiyana mirovên ji rêzê ne».

Çîrok mîna şaxekî edebiyatê pir ciwan e, ji romanê ciwantir e. Lê li gora hin fikiran jî, çîroka nenivîsandî xwediyê dîrokeke pir kevin e, dîroka çîroka devkî digihîje hezar salan. Gelek çîrokên kurdan ên devkî, çîrokên orîentê, çîrokên hezar û şevekê nimûneyên destpêkê yên çîroka hunerî ne. Lê cara pêşî, florensiyekî nenas di salên 1300î de, berhevokek bi navê «Conto novelle», yanî «Sed çîrok», an jî «Sed nûçe» ku ji çîrok û serpêhatiyan pêk hatibû weşand. Paşê Boccaccio derket û bi «Decameron» terma çîrokê bêtir bi cih kir. Herçiqas di sedsala 17an de jî nivîsên bi forma çîrokê ji pênûsa fîlozofê fransiz Voltaire derketibin û li Îngîltereyê çîrokên tirsê û pîrebokan hatibin nivîsandin jî, dîsa mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku temenê vê forma nivîsê kêmî 200 salî ye û  ji nav şaxên edebiyatê şaxa herî ciwan e.

Di pêvajoya dîrokê de gelek nivîskarên mîna Balzac, Tolstoy, Hugo û Hemingway çîrok nivîsandine, lê mîna çîroknivîs heta niha kesî cihên E. Allan Poe, A. Çexov û Guy de Maupassant negirtine.

Ji pêşgotina Antolojiya Çîrokên Kurdî, 2003

Firat Cewerî

 

2009 © - Designed by Infonavia