Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Helbestvanên Cîhanê li Weqfa Kurdî guhdariya helbestên Kurdî kirin Helbestvanên Cîhanê li Weqfa Kurdî guhdariya helbestên Kurdî kirin ================================================================================ Haluk Ozturk on 29 April, 2009 06:34:00 Serokê Weqfa Çand û Lêkolînên Kurdî Dr. Yaşar Kilerci di destpêka civînê de bi axaftineke kurt xêrhatinî da mêvanan û qala Weqfa Kurdî armancên wê kir. Di civînê de helbestvanên kurd Lal Laleş, Mueyyed Tayıb û Letîf Epözdemîr li ser edebiyata kurdî qise kirin û ji helbestên xwe çend nimûne pêşkêş kirin. Letif Epözdemîr di eynê wextê de moderatorê civînê bû. Helbestvan û nivîskar Ali Fikri Işık û Kawa Nemir jî tevî vê çalakiya edebî bibûn. Ev çalakî beşek bû ji çalakiyên Festîva Navnetewî ya Helbestan ku bi navê ŞİİRİSTANBUL salê carekê bi amadekarîya Belediya Beyoglu tê sazkirin.