Helbestvanên Cîhanê li Weqfa Kurdî guhdariya helbestên Kurdî kirin
Di hefteya çûyî de hin helbestvanên ji Arjantin, Romanya, Lubnan, Kurdistana Başûr û İtalyayê li Weqfa Çand û Lêkolînên Kurdî hatin cem hev. Li vir di civîna helbestxwendinê û nasandinê de Daniel Muxico (Arjantînî) Hanane Aad (Lubnanî), Comasio Aquaro (îtalyan) û Nermin Hogea Susam (Romanî) di zimanê xwe de helbest xwendin. Dûre helbestvanên kurd jî helbestên kurdî xwendin û li ser ziman û edebiyata kurdî agahdarî dan helbestvanên mêvan. Wergera wan bi zimanê ingilizî û tirkî ji alîyê Can Baran ve hat xwendin.
Serokê Weqfa Çand û Lêkolînên Kurdî Dr. Yaşar Kilerci di destpêka civînê de bi axaftineke kurt xêrhatinî da mêvanan û qala Weqfa Kurdî armancên wê kir.Di civînê de helbestvanên kurd Lal Laleş, Mueyyed Tayıb û Letîf Epözdemîr li ser edebiyata kurdî qise kirin û ji helbestên xwe çend nimûne pêşkêş kirin. Letif Epözdemîr di eynê wextê de moderatorê civînê bû. Helbestvan û nivîskar Ali Fikri Işık û Kawa Nemir jî tevî vê çalakiya edebî bibûn.
Ev çalakî beşek bû ji çalakiyên Festîva Navnetewî ya Helbestan ku bi navê ŞİİRİSTANBUL salê carekê bi amadekarîya Belediya Beyoglu tê sazkirin.


