Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan îsal gihîşte nivîskarê ereb Munzur El-Fedil Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan îsal gihîşte nivîskarê ereb Munzur El-Fedil ================================================================================ Haluk Ozturk on 05 April, 2009 08:23:00 Merasîm ji aliyê berpirsê Kitêbxaneya Kurdî Newzat Hirorî hate vekirin. Piştî vekirinê berdevkê Komîteya Xelata Osman Sebrî birêz Heyder Omer, li ser jiyan, kar û xebata siyasî û rewşenbîrî ya Osman Sebrî, li ser Komîteya Xelatê û xelatgirê îsal Munzir E-Fedil axaftinek pêşkeş kir. Piştî wergitina xelatê, Munzêr El-Fedil jî axaftinek pêşkeş kir. El-Fedil di destpêka axaftina xwe de sipasiya Komîteyê kir û dilşadiya xwe ji bo xelatê anî zimên. Munzur El-Fedil di axaftina xwe de têkoşîna gelê kurd ya ku ji bo azadiyê gelek bilind bi qîmet kir; li ser karasetên wek Helebçe û Enfalê sekinî. Her wisa rexne li rewşenbîrên ereban girt ku gelek ji wana erkên xwe yê rewşenbîrî naynin cîh û li hember zordestiya ku li ser gelê kurd bûye û hîn jî berdewame dike, bê deng dimînin. Wî ji kurdan jî gazinc kir ku kurd bi qasî ku pêwîst e li dostên xwe xwedî dernakevin. Munzur El-Fedil ku bi xwe ji Iraqê ye, siyaseta dewleta Suriyeyê jî renxe kir û got ku Suriye li hember gelê Kurd rengekî jenosîdê bi kar tîne, hebûna gelê kurd û mafên wî yên rawa înkar dike. Di civînê de li ser navê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Zeynelabidîn Zinar jî mesaja Komeleyê xwend û pîrozbayî da Komîteyê û xelatgir Munzir El-Fedil.