Malper | Kurdî | Nivîs | Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan îsal gihîşte nivîskarê ereb Munzur El-Fedil

Xelata Osman Sebrî ji bo dostaniya gelan îsal gihîşte nivîskarê ereb Munzur El-Fedil

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Heyder Omer xelatê dide Munzur El-Fedil

Komîteya Xelata Osman Sebrî ji bo Dostaniya Gelan di roja 4 nîsanê de li Stockholmê, Xelata Osman Sebrî ji bo Dostaniya Gelan ya îsal pêşkêşî nivîskarê ereb, dostê gelê kurd Munzir El-Fedil kir. Di merasima xelatdayinê de ku li Kitêbxaneya Kurdî pêk hat, gelek rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyên kurdî û herweha endamên malbata Osman Sebrî amade bûn.

 

Merasîm ji aliyê berpirsê Kitêbxaneya Kurdî Newzat Hirorî hate vekirin. Piştî vekirinê berdevkê Komîteya Xelata Osman Sebrî birêz Heyder Omer, li ser jiyan, kar û xebata siyasî û rewşenbîrî ya Osman Sebrî, li ser Komîteya Xelatê û xelatgirê îsal Munzir E-Fedil axaftinek pêşkeş kir. Piştî wergitina xelatê, Munzêr El-Fedil jî axaftinek pêşkeş kir.

El-Fedil di destpêka axaftina xwe de sipasiya Komîteyê kir û dilşadiya xwe ji bo xelatê anî zimên. Munzur El-Fedil di axaftina xwe de têkoşîna gelê kurd ya ku ji bo azadiyê gelek bilind bi qîmet kir; li ser karasetên wek Helebçe û Enfalê sekinî. Her wisa rexne li rewşenbîrên ereban girt ku gelek ji wana erkên xwe yê rewşenbîrî naynin cîh û li hember zordestiya ku li ser gelê kurd bûye û hîn jî berdewame dike, bê deng dimînin. Wî ji kurdan jî gazinc kir ku kurd bi qasî ku pêwîst e li dostên xwe xwedî dernakevin. Munzur El-Fedil ku bi xwe ji Iraqê ye, siyaseta dewleta Suriyeyê jî renxe kir û got ku Suriye li hember gelê Kurd rengekî jenosîdê bi kar tîne, hebûna gelê kurd û mafên wî yên rawa înkar dike.

Di civînê de li ser navê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê Zeynelabidîn Zinar jî mesaja Komeleyê xwend û pîrozbayî da Komîteyê û xelatgir Munzir El-Fedil.

2009 © - Designed by Infonavia