Lêkolîn
Parastina Edîp Karahan ya daweya DDKOyê
Hemû ev tiştên hanê diyar dike ku li Rojavayê zîhniyeteke mustelekebûnê hakim e. Ev rewşa mustemlekebûnê, di demekê de nedikarîbû ku bê veşartin, ji ber ku resmen Rojhilat ji terefê waliyên umûmî ve dihate îdare kirin
Devrimci Doğu Kültür Ocakları (DDKO) -2-
Li hemberî vê pêşketin û şiyarbûna neteweyî, karbidestên dewleta Tirkiyeyê ketin nav tirs û xofeke mezin. Wan nedixwestin ku bi tu awayî hêvî û moralê neteweyî di nav neteweyê Kurd de geş bibe. Lewra jî, ji bona pêşiya vê pêşketina siyasî, rêxistinî û şiyarbûna neteweyî bigrin û çavê gelê Kurd careka din bitirsîne, karbidestên dewleta Tirkiyeyê dest bi hinek hazirî û planên taybetî kirin. Bi behaneya "lêgerîna li çek û mahkûman" bi hezaran komandoyên taybetî di destpêka sala 1970yî de li gund û bajarên Kurdistanê dest bi operasyonan kirin. Di van operasyonan de, bê ku ferqê di nav kal, pîr, zilam, pîrek û zarokan xîne zilm, zordarî û teroreke mezin hate kirin. Ew zilm, zordarî û terora hov bi qasî salekê berdewam kirin. Erîşên komondo li gund û bajarên ku tevgera neteweyî û şiyarbûna kurdayetiyê li xurt bûn, gelekî dijwartir û berfirehtir bûn. ...Kurd Tamîm- î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî - Zinar Soran-
"Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî" (Komeleya Belavkirina Zanîn û Weşanan ya Kurd), di destpêka sala 1919an de li Stenbolê hatiye damezrandin. Tarîxek misoger ya ku roj û meha damezrandina vê komeleyê dide, di destê me de tuneye. Lê ji agahdariyên "Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî" ku di kovara Jînê de hatine weşandin, em dikarin texmîn bikin ku ev komele di dawiya meha çeleya paşîn ya sala 1919an de û bi awakî resmî hatiye damezrandin. Agahdariya yekem di 2.01.1919an de, di hejmara 7an de hatiye weşandin. Di vê agadariyê de, çarçeweya armanca komeleyê hatiye nivîsandin û hatiye diyar kirin ku xebat û haziriya damezrandina komeleyê hatiye qonaxa dawî: ..."Kürt Tealî Cemiyetî" ya Diyarbekirê - Zinar Soran
"Kürt Teali Cemiyeti" (Komeleya Pêşketina Kurd) di sala 1918an de, li Diyarbekirê hatiye ava kirin. Di avakirina vê komeleyê de, rolek taybetî ya hinek endamên "Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî" çebûye. Li gorî agahdariyên ku Zinar Silopî dide, ji bo avakirina vê komeleyê, li hewşa "Mizgefta Reş" (Kara Cami) û derûdora wê, bi beşdariyek gelek mezin civînek çêdibe. Gelek kesên ji malmezinên Diyarbekirê jî beşdarî vê civînê dibin. Ev civîn bi saetan dajo. Di civînê de li ser rewşa siyasî û pêwîstiya bidestxistina mafên neteweyî tê rawestandin. ...Kurdistan Tealî Cemiyetî -1- Zinar Soran
Berî Şerê Cîhanê yê yekem û piştî îlankirina Meşrutiyetê, gelek komeleyên kurdî bi awakî fermî li Stenbolê hatibûn vekirin. Pêşengiya wan komeleyan, di giraniya ronakbîr û zaneyên malmezinên kurdan de bû. Gelek rewşenbîr û welatparêzên kurd, bi awakî aktîf di nav wan kar û xebatan de cihên xwe girtibûn. Navendên wan komeleyan li paytextê Osmanî, Stenbolê bûn. Tevgirêdan û têkiliyên wan zêde bi nav Kurdistanê re tunebûn. ...Komele û Rêxistinên Kurdan (1900 /1918) - Zinar Soran
Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, "Rojavayê Kurdistanê" yek perçe bû û di bin nîrê Împeratoriya Osmanî de bû. "Rojhilatê Kurdistanê" jî, di bin destê împeratoriya Îranê de bû. Di dawiya sedsala 19an de, paytextê împeratoriya Osmanî Stenbolê ji bo tevgera kurdî jî bûbû navendeke zor girîng û taybetî ya siyasî. ......
