Malper | Kurdî | Lêkolîn | Komele û Rêxistinên Kurdan (1900 /1918) - Zinar Soran

Komele û Rêxistinên Kurdan (1900 /1918) - Zinar Soran

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Rojnameya Kurdistan

Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, "Rojavayê Kurdistanê" yek perçe bû û di bin nîrê Împeratoriya Osmanî de bû. "Rojhilatê Kurdistanê" jî, di bin destê împeratoriya Îranê de bû. Di dawiya sedsala 19an de, paytextê împeratoriya Osmanî Stenbolê ji bo tevgera kurdî jî bûbû navendeke zor girîng û taybetî ya siyasî.

REWŞA TEVGERA KURDISTANÊ YA BERIYA ŞERÊ CIHANÊ YÊ YEKEM

Berî Şerê Cîhanê yê Yekem, “Rojavayê Kurdistanê” yek perçe bû û di bin nîrê Împeratoriya Osmanî de bû. “Rojhilatê Kurdistanê” jî, di bin destê împeratoriy Îranê de bû. Di dawiya sedsala 19an de, paytextê împeratoriya Osmanî Stenbolê ji bo tevgera kurdî jî bûbû navendeke  zor girîng û taybetî ya siyasî.

Gelek zane, rewşenbîr û xwendekarên kurd, ji ber sedemên cihê li Stenbolê civiyabûn. Di nava wan de, kesên ji malbatên malmezin û feodalên kurdan jî hebûn. Hinek ji wan malmezinan, piştî serhildanên ku li Kurdistanê bi ser neketibûn sirgûnî Stenbolê bûbûn. Lê gelek kesên dewlemend û zarokên serokeşîrên kurdan jî, ji bona xwendinê li wê derê diman. Di wê demê de, hejmarek hêja ya kurdan jî ji bona kar û xebatê li Stenbolê cîwar bûbûn.

Sultan Evdulhemîd ji bona sultaniya xwe biparêzê û piştgiriya xwe di nava kurdan de xurt bike, di sala 1891ê de, di bin serokatiya hinek serokeşîran de û bi navê “Alayên Siwariyên Hemîdî”, 36 alayên taybetî saz kiribû. Armanca sazkirina "Alayên Siwarên Hemîdî" ji bo dewleta Osmanî piralî bû. Sultan Evdulhemîd bi vî awayî dixwast ku di şerê di nava Osmanî û Rûsan de, hêzên kurdan bi kar bîne; serokeşîrên kurdan bêtir bi xwe ve girêbide; nakokî û berberiyên di nava eşîrên kurdan de kûrtir bike û nehêle tovê yekitî û tifaqê di nava kurdan de zêde zîl bide. Herweha wî dixwast vê hêzê li hemberî tevgerên ermenî û kurdan bi kar bîne û kurda bi kurdan bidin kuştin (1).

Ji bona perwedekirina zarokên malmezin û serokeşîran jî, bi navê “Dibistana Eşîran” du dibistan hatibûn vekirin. Yek ji wan li Stenbolê û ya din jî li Bexdadê bû. “Dibistana Eşîran” ya li Stenbolê, di sala 1892an de hatibû vekirin û di wê dibistanê de, teva zarokên malmezin, xanedan û serokeşîrên Arnevût û Ereban, gelek zarokên beg û serokeşîrên kurdan jî dest bi xwendinê kiribûn. Wan dersên dînî û şer dixwandin.

Bi vekirina "Dibistana Eşîran", Sultan Evdulhemîd dixwest ku zarokên serokeşîr û malmezinên kurdan jî li gor armancên xwe perwerde bike û wan di bin destê xwe de weke ”rehîn” bigre.  Lê di "Dibistana Eşîran" de, bûyerên ne li gor hêvî û armancên Sultan Evdulhemîd jî rû didan. Zarokên kurdan ji hedîseyên ku li Dinyê û yên di nav dewleta Osmanî de derdiketin holê bêtir haydar dibûn û ew bûyer di warê şiyarbûna neteweyê de li ser wan tîn û tesîrên berbiçav dikirin. Peywendiyên zarokên kurdan yên bi welatparêz, rewşenbîr û navdarên kurdan yên ku li Stenbolê bûn, bîrûbaweriyên wan yên ji bo mafên neteweyî û daxwazên azadiyê xurtir dikir. Ji ber vê yekê jî, Sultan Evdulhemîd di sala 1906an de ew dibistan da girtin (2).

Neteweperweriya ku bi Şoreşa Fransayê ya di sala 1789an de dest pê kiribû, di dawiya sedsala 19î de xwe gihandibû nav gelên di bin nîrê împeratoriya Osmanî de jî. Bîrûbaweriyên neteweyî û niştîmanperwerî di nava wan gelan de û bi taybetî di nava zana û rewşenbîrên wan de roj bi roj geştir û xurtir dibûn. Ew bîrûbawerî, di nava rewşenbîr û zanayên tirkan de jî belav dibûn. Gelek rewşenbîrên tirk li dijî sultanê Osmanî dixebitîn û dixwestin ku dewletek xûrî ji tirkan pêkhatî pêk bînin. Heta hinek ji wan li dû xewn û xeyala “Pantirkîzmê” de bûn ku hemû tirkên li Dinyê, di nava yek dewletê de bicivînin.

Li gor agahdariyên ku M. Kalman dinivîsîne, di sala 1860î de, ermeniyan cara pêşîn li Stenbolê bi navê "Hayirsever Cemiyeti" (Komeleya Xêrxwazan) dest bi avakirina rêxistiniyê kirin. Ev cemiyêt ji bo pêşdebirina Kilikyayê hatibû damezrandin. Di nav damezrînerên vê komeleyê de gelek navdarên ermeniyan hebûn. Di serîhildana Zeytunê de, hinek endamên vê komeleyê jî rol lîstibûn. Ermeniyan li li Erziromê, Wanê, Mûşê û Kilikyayê jî bi navên cihê gelek komele ava kiribûn. Ji bilî "Komeleya Pîrekên Neteweperwer" komeleyên din yên ermeniyan, di sala 1880yî de di bin navê "Komeleya Ermeniyan ya Yekbûyî" de bûn yek. Ermeniyan di sala 1872an de, li Wanê bi navê "Yekitiya Rizgarî" rêxistina xwe ya pêşîn ya şoreşger damezrandin. Di sala 1882an de li Wanê "Komeleya Xaçê Reş"hate ava kirin. Ji derveyî wan rêxistin û komeleyan, gelek komeleyên din yên din jî yên ermeniyan hatin ava kirin.

Li ser van hewldan û xebatan, Sultan Evdulhemîd di sala 1882an de, bi qasî 40 endamên rêxistina "Parêzgerên Welêt" girtin. Ew kesên hatibûn girtin di sala 1883an de li Erziromê hatin mahkeme kirin. Lê di sala 1886an de ji aliyê Sultan ve hatin efû kirin.

Di payiza 1885an de, di pêşengiya Migirdiç û Grîgor Terlemezyan de, Rûpên Şatavaryan, Grîgor Adiyan, Grîgor Acemyan, M. Barutçiyan, Gevord Hanciyan, Grîgor Beozikyan û Garêxîn Manukyan bi navê "Partiya Armenekan" rêxistineke xwedî programeke siyasî damezrandin. Ev rêxistin li Wanê hatibû damezrandin û dildarê şerê çekdarî bû. Programa vê partiyê bi dest hatibû nivîsandin, lê piştî Şerê Cîhanê yê Yekem hate weşandin. Armanca partiyê, bi riya serîhildanê bidestxistina mafê çarenûsî bû. Tenê kesên ermenî dikarîbûn bibana endamên vê partiyê. "Partiya Armenekan"ê dixwest ku ermeniyan li dora xwe bicivîne, baweriya serîhildanê di nav wan de belav bike, pêwîstiyên mercên şerê çekdarî pêk bîne, şerê gerîlayê li dar xînîne, xelkê ji bo şerekî tevayî amade bike û dagirkeran ji welatê xwe derxîne. Vê partiyê li derdora Wanê dest bi hinek çalakiyan jî kirin. Lê ew çalakiyên wan yên piçûk  dengekî zêde dernexist. Teva ku tê gotin ku ev partiya bi dûre bûye "Partiya Ramgavar" jî, di vî warî de agahdariyên misoger nehatine bi dest xistin.

Piştî wan komele û rêxistinan, ermeniyan bi navê “Hinçak” (Zengil) rêxistineke nû damezrandin. Li Qafqasyayê berdevkiya sosyalîzmê vê partiyê dikir. Programa wê ya nêzîk, rizgarkirina Ermenîstana di bin destê dewleta Osmanî de bû. Piştî serxwebûna Ermenîstana Osmanî wê şoreş li  Ermenîstana Rûsya û Îranê jî bihata li darxistin û Ermenîstaneke Federal bihata ava kirin. Armanca wan ya dawî jî, damezrandina civateke bêçînî bû. Daxwazên "Hinçak"yên pêşîn azadiya siyasî, demokrasî û serxwebûna neteweyî bû. Ev partî, ji aliyê zarokên dewlemend yên ermeniyan ve weke partiyeke marksist hatibû ava kirin.

Damezrînerên "Hinçak"ê Avetis Nazarbekyan, xanima wî Maro Vardanyan, Gabriel Kafyan, Gevork Haraciyan, Rûpên Khanazatyan û Mauelyan bûn. Di sala 1886an de Avetis Nazarbekyan, xanima wî Maro Vardanyan û Haraciyan weke komîte dest bi kar kirin û programek ji 9 xalan pêkhatî dan pêşiya xwe. Rêxistina "Xinçak"ê, rêxistineke demokratîk û şoreşger bû. Piştî programa wan ji aliyê gelek kesen ve hate peijirandin, êdî xwe bi awakî resmî di tebaxa 1887an de da îlan kirin. Vê partiyê, bi navê "Hinçak" rojnameyek derdixist. Ev rojname li Rûsyayê û Îranê jî dihate belav kirin (3).

Bê guman piştî partiya "Hinçak"ê jî ermeniyan xebatên xwe yên rêxistinî domandin û rêxistin û komeleyên din jî ava kirin. Lê armanca min ne ev e, ku ez bi dûr û dirêjayî li ser rêxistin û komeleyên ermeniyan rawestim. Ev bi serê xwe mijarê xebateke cihê ye. Lê bi van çend nimûneyan min xwast ku rewşa milletekî din ya rêxistinî ku li tenişta milletê Kurd dijiyan, bînim ber çavan. Ji van agahdariyên kurt jî diyar dibe ku di wê dema ku ermeniyan di warê damezrandina komele û rêxistinan de ewqas pêşvê çûbûn, kurdan hîn dest bi xebata damezrandina komele û rêxistinan dahî nekiribûn.

Di 3yê hezîrana 1889an de li dibistana “Tibbiye-i Şahane”yê bi navê “Ittihad-i Osmani Cemiyeti” (Komeleya Yekitiya Osmanî) rêxistinek hatibû saz kirin (4). Ji pênc damezrînerên vê rêxistinê Îbrahîm Temo, arnavût; Muhemed Reşîd, çerkez; Maxmûmî, ereb; Abdullah Cewdet û Îshaq Sukûtî jî kurd bûn. Lê gava Rojnanameya  Osmanî bahsa wan dike; Îshaq Sukûtî weke tirk nîşan dide (5). Ev rêxistin ne li ser bingehê netewetiya tirk, li ser esasê Osmanîtiyê hatibû ava kirin û damezrînerên wê, li ser bingehê zilm û zordariya Sultan Evdulhemîd ji holê rakin hatibûn cem hevdû. Rêxistin ne xwediyê programek siyasî û civakî ya zelal bû. Herweha di destpêkê de, “Komeleya Yekitiya Osmanî” cûdayî nexistibû nava neteweyan û baweriyên dînî.

“Ittihad-i Osmani Cemiyetî” di eynê salê de, têkiliyê bi serokekî “Tirkên Ciwan” Ahmed Riza Beg re datîne û navê rêxistinê dibe “Osmanli ittihad ve Terakki Cemiyeti” (Komeleya Yekitî û Pêşketina Osmanî). Armanca vê rêxistinê, di xala duyem ya programa wê de weha hatiye nivîsandin:

“Armanca komeleyê pêkanîna menfaetên giştî ye. Cihêtiyê naxîne nava netewe, netewetî, cinsiyet û mezheban. Endam di baweriya xwe de azad û serbixwe ye. Ji derveyî menfaetên giştî bi tu fermanan ve ne girêdayî ye” (6).

Lê gava “Tirkên Ciwan” piştî îlankirina “Meşrûtiyeta Duyem” hatin ser hukum, li gor wê armanca xwe ya li jor  nemeşiyan. Her ku çû bêtir siyasetek nîjadperest û pantirkîzmî meşandin. Ev siyaseta wan bû sedemê ku neteweyên din û herweha zana û rewşenbîrên kurdan jî, ji wan dûr bikevin. Di vê derheqê de, O.L. Vilçivski weha dinivîsîne:

“Di sala 1908an de, wextê Tirkên Ciwan hatin ser kirdayetiyê, siyaseta wan a nijadperestî riyek wisa danî ber wan ku kurd ji wan dûr bikevin. Di wê dûrketinê de, wezîfeke din ket ser milên tevgera Kurd; di Kurdistanê de wezîfa xebatkirin li dijî desthilata Tirk û ji bo peydakirina azadî û serxwebûnî, ji împeratoriya Osmanî qetandin” (7).  

Rewşenbîr û niştimanperwerên kurdan, piştî Meşrûtiyetê  bêtir hewl dan ku komeleyên xwe yên kurdî saz bikin. Berî îlankirina Meşrûtiyetê jî hinek rewşenbîrên kurd di bin tesîra bîrûbaweriyên neteweyî û niştimanperwerî de mabûn û di vî warî de, dest bi xebatên siyasî û kulturî kiribûn.

ROJNAMEYA “KURDISTAN”

Rojnameya yekem ya kurdî, bi navê “Kurdistan” di 22ê nîsana 1898an de, ji aliyê Mîqdad Mîthat Bedirxan ve, li Misrê hate weşandin.

Ew rojname bi kurdî û tirkî derdiket. Damezrînerê rojnameyê Mîqdat Mîthat Bedirxan, armanca rojnameya “Kurdistan”ê di hejmara yekem de, weha nivîsandiye:

”Vê cerîdê de, ezê bahsa qenciya ilm û marîfetê bikim; li kû derê mirov dielime, li kû derê medrese û mektebên qenc hene, ezê nîşa kurda bikim; li kû derê çi şer dibe, dewletên mezin çi dikin, çawa şer dikin, tîcaret çawa dibe; ezê hemiya hîkat bikim” (8).
 
Bêguman derxistina rojnameya "Kurdistan"ê, di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî taybetî û zor girîng e. Weşandina wê rojnameyê, di nava kurdan de kêfxweşî û dilşahiyek mezin çêkiriye, nav û dengê wê di nava Kurdistanê de gelekî belav bûye. Lê rejîma Sultan Evdulhemîd di destpêkê de, bi dijwarî li dijî vê rojnameyê rawestiyaye û qedexe kiriye ku ew di nava sînorên dewleta Osmanî de bête belav kirin. Di vî warî de, M. Emîn Bozarslan weha dinivîsîne:
 
“Wezîrên Karên Hundirîn belavokeka resmî ji wezîfedarên dewletê ra şandîye û bi wan daye zanîn ku rojnama “Kurdistan” di nava sînorên dewleta Osmanî da hatiye qedexekirin, ji wan xwestîye ku wê biryara qedexekirinê pêkbînin” (9).

Ji ber zilm û zordariya dewleta Osmanî, Mîqdad Mîthat Bedirxan piştî hejmara 5an, rojnameyê teslîmî birayê xwe Ebdurahman Bedirxan dike û ew vedigere Stenbolê. Ebdurahman Bedirxan ji bo weşandina wê rojnameyê bidomîne, neçar dimîne ku cihê rojnameyê ji Misrê rake û wê li Swîsre, li bajarê Cenevreyê derxîne.

Lê guherandina cihê rojnameyê jî, zilm û zordariya rejîma Sultan Evdulhemîd ya li ser rojnameya "Kurdistan"ê û malbata Bedirxaniyan kêm nekiriye. Ji hejmara 20î û pê ve rojname dîsa vegeriyaye Misrê. Ji hejmara 24an û pê ve rojname li Îngilîstan, li bajarên Londra û Folkstanê derketiye. Hejmarên 30 û 31ê dîsa li Cenvreyê derketine. Bi kurtayî, rojnameya “Kurdistan”ê ji ber zilm û zordariya rejîma Ebvdulhemîd, li tu derê bi awayekî dirêj cîwar nebûye.

Di sala 1972an de, Kemal Fuat û di sala  1991ê de jî M. Emîn Bozarslan hejmarên rojnama Kurdistanê yên ku peyda kirine ji nû ve çap kirine. Lê di wan çapên nû de hejmarên 10, 12, 17, 18, û 19an, nehatinin çap kirin. Piştî wan herdu çapan, Malmisanij jî hejmarên 17 û 18an  ji nû ve çap kiriye.

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com


I- KURDISTAN AZM-I KAVI CEMIYETI

II- KURD TEAVÜN VE TERAKKI CEMIYETI

III- KURD NEŞR-I MAARIF CEMIYETI

IV- KURDISTAN TEŞRIK-I MESAI CEMIYETI

V- KURD TALEBE HÊVÎ CEMIYETI

VI- KURDISTAN MUHIBBAN CEMIYETI

VII- KURD IRŞAD VE IRTIKA CEMIYETI

VIII- ÎRŞAD

IX- KOMELEYA GÎHANDIN

X- ISTIHLASÎ KURDISTAN CEMIYETÎ



TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(1) Ji bo dirêjaya behsa "Alayên Siwarên Hemîdî" binere: Martin van Bruinessen, Şeyh, Ağa ve Devlet, Öz-ge Yayınları, Ankara, r.227-229.
M. Şerif Fırat, Doğu illeri ve Varto Tarihi, Türk Kültürünü Araştırma Enstitüsü, Ankara, 1983, r.123- 140.
M. Emin Zeki, Kürdistan Tarihi, Komal Yayınları, r.155- 156.
Rojnameya "Kurdistan",  nivîsa "Alayên Siwarên Hemîdî", 14-ê  îlona 1901-ê.
hejmar: 28, Celîle Celîl, Jiyana Rewşenbîrî û Siyasî ya Kurdan, Weşanên Jîna Nû, Swed, çirya paşîn 1985, r. 23-25.
Kemal Burkay, Geçmişten Bugüne Kürtler ve Kürdistan, Deng Yayınları, Stenbol, tebax 1992, r. 399- 411.
Osman Aytar, Hamidiye Alaylar›ndan Köy Koruyuculuğuna, Medya Güneşi Yayınları, Stenbol, tebax 1992, r. 53- 94

(2) Ji bo vê behsê binere: Celîle Celîl, Jiyana Rewşenbîrî û Siyasî ya Kurdan, Weşanên Jîna Nû, Swed, çirya paşîn 1985, r. 26- 27
A. Ezgin, Türkiye Maarif Tarihi, Stenbol, 1941, cild 3, r.979

(3) Ji bo vê behsê binere: M. Kalman, Bati- Ermenistan (Kürt Ilişkileri) Ve Jenosid, Zêl Yayınları, tîrmeh 1994, Stenbol, r. 40- 44.
Ji ber ku M. Kalman navê hinek komele û rêxistinên Ermeniyan yên orijînal nenivîsandiye û wergera wan ya bi tirkî nivîsandiye; ez jî neçar mam ku wergera bi tirkî wergerînim kurdî. Herweha, çavkaniyên ku M. Kalman agahdarî ji girtine li jêr binivîsim:
Luais Nalbandiyan, The Armenian Revolutionary Movement, r. 71, r. 97- 99.
FO. 424/132 No: 143, ‹ng›l›z Konsolosu Everett`in Raporu.

(4) Tarik Zafer Tunaya, Türkiye’de Siyasal Partiler, cilt: 1, Hürriyet Vakfı Yayınlari, Stenbol, çeleya paşîn 1988, r. 19.
Dr. M. Şükrü Hanioğlu, Dr. Abdullah Cevdet ve Dönemi, Üçdal Neşriyat, Istanbul, r. 25- 28.

(5) Naci Kutlay, Ittihat-Terakki ve Kürtler, Weşanên Vejîn, Stockholm, sibat 1990, r. 26.

(6) Tarik Zafer Tunaya, berhema navê wê derbasdibe (b.n.d), r. 39.

(7) Binere: Dr. Celîlê Celîl, b.n.d, r. 12.

(8) Rojnameya Kurdistan, çapa nû, cild 1, Weşanên Deng, Swed- Çirya Paşîn 1991, hejmar: 1,  r. 1.

(9) Agahdariya M. Emîn Bozarslan, Kurdistan, Cild: 1, r.12.

2009 © - Designed by Infonavia