Parastina Edîp Karahan ya daweya DDKOyê
Hemû ev tiştên hanê diyar dike ku li Rojavayê zîhniyeteke mustelekebûnê hakim e. Ev rewşa mustemlekebûnê, di demekê de nedikarîbû ku bê veşartin, ji ber ku resmen Rojhilat ji terefê waliyên umûmî ve dihate îdare kirin
Protokolên mahkemeyê, sahîfe 323
Serokê mahkemeyê: Ömer Atakan
Hakimê celseyê: Hamdi Sevinç
Hakimê endam: Önder Ayhan
Dozgerê eskerî: Vural Özenirler
Tarîxa celseyê:
Sûcdarkirî Edîp Karahan: ”Min parastina xwe bi nivîskî hazir kir. Di meseleya parastina lêzêdekirî de, ez nizanim ez ê li gora kîjan madeyê bêm sûcdarkirin. Ji ber ku ez nizanim, ez ji ber kîjan sûcan têm tewanbarkirin, ez nikarim bi awayekî tekûz parastina xwe bikim.”
Parastina wî ya nivîskî ku ji 12 rûpelan pêk tê û tarîxa wê 11.9.1972 ye, hat wergirtin, hate qeyd kirin û kete dosyeya wî.
Parastin
Serok û nûnerên brêz...
Wexta tirk ji Asyayê ber bi Anadoliyê ve hatin, kurd û ermenî li cîhê ku niha navê wê Anadoliya Rojhilat e, dijiyan. Beşekî Rojhilatê bi navê Kurdistanê û beşê din jî bi navê Ermenîstanê dihat bi nav kirin. Li Rojavayê Anadoliyê jî rûm, yanî yûnanî hebûn. Di wê gavê de li Rojhilata Navîn, li Bakurê Ewrûpayê û Efrîka Bakurî jî Împaratoriya Romaya Rojhilatî li ser hikumî bû. Împaratoriya Romaya Rojhilatî di wê gavê de Kurdistan û Ermenîstan jî îşxal û îlhaq kiribûn. Gava tirkan ji Asyayê derst bi êrîşên ber bi Anadoliyê ve kirin û di gava pêşî de ku pê li axa Rojavayê kir û pê ve, ji xwe re mutefîkên herî nêzîkî xwe, birayên musilman, yanî kurd hilbijartin. Kurdên ku li ber her bayekî hovane diketin, mina bawermendên (mumînên)îslamê yên herî sadiq, bi tirkan re bûn yek û li hemberî Bîzansê dest bi şerî kir û bi ser ketin. Erdên Bîzansê ji serî het binî ji terefê vî qewmî ve hate bi dest xistin. Erdên îslamê û yên ereban jî hat bi dest xistin û împaratoriya Osmanî-Îslam hate ava kirin. Li ser axa vê împaratoriyê gelek kesên ku bi qewm, ol û nijadên dinê ve girêdayî bûn dijiyan. Bi vî awayî kurdan û tirkan destên xwe dan hevdu û bi saya vê hevkariyê deriyên Anadoliyê hate vekirin. Şerê (mûharebeya) Meydana Malazgîrtê û gelek şerên dinê hatin qezenç kirin. Yek ji wan şeran heye ku bi kêmanî, qandî yê Malazgîrtê û belkî ji wî girîntir be jî ku dostayiya kurdan û tirkan zeximtir kiriye, ew jî Şerê Çaldiranê ye. Di vî şerî de dostaya kurdan û tirkan gihaştiye merheleya herî bilind û ew bûye sedem ku ordiyên Îranê teva textê Şah Îsmeîlî ji hev dêrdixanî bibe. Kurdan, di dema îhsan (dema bexşandinê) de ku yek ji wan demên Împaratoriya Osmanî ya herî xurt e (atifet)ku bi riza dilê xwe soz dan dewletên Ewrûpa yên feodal ku dê navê wê paşê bibûya dema Kapîtulasyonê, ew jî mina gelek bertîlên dinê, bi alîkariya alimê kurd Îdrêsê Bîtlîsî jî hin peymanên hiqûqî pêk anin û bi kêfxweşî mayina di bin hîmayeya tirkan de qebûl kir. Kurdên Dêrsimê û derûdora wê ne di nav van peymanan de ne…
Gava Dewleta Feodal ya Împaratoriya Osmanî bi lez di sîstema feodalîzmê de bi pêş diket, dewletên feodal yên Ewrûpayê bi israr û bi înad li deriyê kapîtalîzmê dixist. Nîhayet gava kapîtalîzma bipêşdeketî (tekamulcî)ya îngîlîzan derket sahneya dinyayê, kapîtalîzma îhtilalkar ya Fransî ket wê taya ku dê dinya bihejandaya. Gava ku Împaratoriya Osmanî di çaxa feodalîzmê ya dawî de bû, civata ewrûpî avakirina dema kapîtalîzmê ya destpêkê safî kiribû. Qedera Împaratoriya Osmanî temam bûbû. Ew ber bi hilweşandinê ve diçû û civatên Ewrûpayê jî dest bi avakirina reng û şeklê civateke nuh kir. Di destpêkê de, têkçûyina Împaratoriya Osmanî di warê eskerî de rû da. Her çi qasî mirov girîngiyê bide hêlên eskerî jî ev hêl, hêla ku herî zû kêmaniyên wê civatê yên zeîf derdixe meydanê ye. Ji hêla aborî ve, ji bona ku kêmaniyên di vî warî de bên fahm kirin, him wext û him jî pisporî jê re divê. Gelek tedbîrên ji bona têkneçûyina warê eskerî hatin sitendin. Dibistanên eskerî hatin ava kirin û pisiporên ku ji Ewrûpayê hatin anîn derbasî serê karî bûn; makîne û malzemeyên eskerî ji modela Ewrûpayê hatin ava kirin. Feqet vê tedbîrê netîceyeke zêde neda. Di vê navberê de rewşenbîrên osmanî dest pê kirin ku divê modela dezgehên siyasî û polîtîk mîna yên ewrûpî bin. Di nav wan de yên herî girîng, Namik Kemal, Şînasî, Ziya Paşa û Ali Suarî, nin. Bi vî awayî derbasî dema reformê (islahatê) dibû. Ji tevahiya van reforman re Tanzîmat tê gotin. Ev reformên hanê ji dema padîşahên bipêşde pêk tên ku navê wan Mustafayê 4an, Selîmê 3yan û Mahmudê 2yan in. Tê zanîn ku Mustafayê 4an ji ber vê raperîna projeya pêşverû li zindanên Yedikuleyê hat daliqandin. Selimê 3yan jî berat kir. Feqet Mahmudê 2yan ji van tercubeyan îstifade kir û tedbîrên xwe li gora wê sitendin. Di sala 1846an de Ocaxa Yenîçeryê (Yeniçeri ocaðý) rakir û ber bi tanzîmkirina ordiyeke nuh ve çû ku tê zanîn ji vê bûyerê re (bûyerên xêrxwaziyê) “Vaka-i hayriye” dihate gotin. Piştî ku ji vana tu netîceyeke zêde derneket, weke min li jorî got, dest bi hin reformên siyasî û giştî(umûmî) kir. Me temsîlkarên reformên siyasî û hiqûqî yên di warê edebiyatê de li jorî jimartin. Temsîlkarên van roforman yên di warê polîtîk û îdarî de jî Koca Mustafa Paşa, Mîthat Paşa, Alî û Fuat Paşa nin. Sadirazam Koca Mustafa Paşayî li baxçeyê Gulhaneyê di hizûra bijarteyên Ewrûpayê de xwend. Sal 1938. (Ev tarîx divê 1838 be. Enwer Karahan) Dû re Fermana Reformê (Islahat Fermaný) hate xwendin. Ev kirinên hiqûqî yên yekalî bûn. Piştî ku vê yaka hanê jî netîce neda îcar dest bi derbasbûna dema reformên dualî bû. Bi zordayina esker û brokratan di pêşengiya Mîthat Paşayî de qanûna bingehîn hate ava kirin û paşê jî îlana Meşrûtiyetê hate kirin (1876). Tê zanîn ku Mîthat Paşa bi teşwîq û piştgiriya paşverûyan kete zindanê û di wir de hate fetisandin. Gava ev reformna dihate kirin li hêla din jî di Împaratoriya Osmanî de gelek bûyerên poîtîk rû didan. Pêşî ji yûnaniyan dest pê kir û gûrûpên xiristiyan dest bi şerê serxwebûnê kir û piştî çend pêlan, wan serxwebûna xwe bi dest xist. A. Hemîdî bi bahaneya şerê 93yan Meclîsa Mebûsan ya osmaniyan belav kir û Hakimyeta Mûtleq îlan kir. Ev yeka hanê bû serkeftineke feodalîzm, paşverû û kevneperestiyê. Feqet şerê eskerî, sivîl û brokratên ronakbîr yên osmaniyan neqediya, lê di vê navberê de Tibîyeya Eskerî rolek weha list ku bi rastî jî li bejna wê dihat. Di hundirê bunyeya Tibîyeya Eskerî de komeleyeke siyasî hate ava kirin ku navê wê komeleya Îttihat û Terakkî bû…
Li vê derê jî kurd derdikevin sahneyê û ne bi tenê di warê eskerî de, her weha di warê polîtîk de jî roleke mezin dilîzin. Kurdên ku di sîstema feodalizma Osmanî de roleke bingehîn teşkîl kiribû, gava dema feodalîzmê derbas dibe û şeklê civateke nuh, yanî gava kapîtalîzim derdikeve piyaseyê, (mina ku min li jorî diyar kiribû, kurd dibin parêzgerê her pêla kevneperestiyê) vê carê jî ji bona di Împaratoriya Osmanî de kapîtalîzm bi cîh bibe, dibin pêşengên avakirina herî sereke. Du endamên Îttihat-Terakkiyê yên herî girîng kurd bûn: Yek jê Îbrahîmê Temmo û yê din jî Abdullah Cevdet bû. Ev herdu şexsiyet, him teorîsiyen û him jî pratîsiyen bûn. Welhasil di sala 1908an de Meşrûtiyeta duduyan hate îlan kirin. Lê dîsa jî bûyer li dû bûyerê qewimîn. Trablusgarp (1911) û şerê Balkanê (1912), bi têkçûyina Împaratoriya Osmanî bidawî hatin. Di wê demê de hemû civatên xiristiyanan sexwebûna xwe bi dest xist û ji Împaratoriya Osmanî veqetiyan. Êdî dema civatên îslamê bû ku ji Împaratoriya Osmanî veqetiyana. Erdên ereban ji hêla petrolê ve dewlemendiyeke mezin bû. Piştî cixirandina dewletên ewrûpî jî ku kula wan a berê tev rakiribû, civatên ereban ala îsyanê rakir. Di van îsyanan de helwêsta Celal Paşa ya li hemberî erebperweriyê ya çewt jî roleke mezin lîstiye. Nihayet, li Erebîstana Siûdî bi pêşengiya wehabiyan û Saît Paşa, şer gûr bû. Partiya Huriyet û Îtilafê û Prens Sebahattînî ji bona împaratorî perçe nebe, gelek pêşniyar kirin. Prens Sebahattînî prensîpên “Ademî merkeziyet û Teşebbus-i şahsî” bi pêş de dan. Nasyonalîstên Îttihat-Terakkiyê li hemberî van nêrînên hanê nerehetiyeke mezin nîşan da. Tê zanîn ku civata Împaratoriya Osmanî civateke ometa feodaliyê bû. Weke tê zanîn di vir de cîhê netweperestiyê, yanî cîhê felsefeya siyasî ya kapîtalîzmê tune ye. Herdu li dijî hev in. Endamên Cemiyeta Îttihat-Terakkiyê dixwest ku van herdu fikrên cûda bîne ba hev, lê nemimkuniya wê li ortê bû. Di vê navberê de, weke her gav hêzên biyanî derketin sehaneyê. Îngîlîz û firansiyan piştgiriya Partiya Yekîtî û Azadiyê kir û almanan jî ya Partiya Îttihat û Terakkiyê kir. Almanan di vê navberê de fikra Pan-Turkîzm û Pan-Îslamîzmê avêt ortê. Armanca Pan-Turkîzmê ew bû ku tirkên li Rûsyayê li hemberî Rûsyaya Çar bicixirîne û ya Pan-Îslamîzmê jî ew bû ku îslamîstan li hemberî hakîmiyeta îngîlîz û firansiyan gûr bike. Di dîroka emperyalîzmê de endustriya almanan li dû ya firansiz û îngîlîzan bi pêş de çûye. Heta wê demê hemû piyase di destê kapîtalîzma fransî û îngîlîzî de bû. Kapîtalîzma almanî, îtalî û japonî bi şûn de mabûn. Lê her çi dibû bila bibûya, divyabû ku piyaseya bazara Împaratoriya Osmanî di destê almanan keta. Înşeeta xeta tirinê ya Heyderpaşa-Bexdatê yek ji wan fikrên destpêkê ye. Enwer Paşayî li Almanyayê tahsîl kiribû. Ji ber dujminatiya Almaniya û Rûsiyaya Çarî ya ji kavin de, me teva almanan xwe di nav şerê cîhanê yê yekê de dît û ji ber ku ew zir ecêba împaratoriyê hatibû mazatkirin, dawî li dîroka jiyana wê hatibû. Diviyabû bimira û mir. Împaratorî ji vê gavê û pê ve jî bû cihê Duyunu Umumiyê (Deyhnên umûmî) ku ewdaxwaza her kesî ye. Piştî ku Rauf Paşayî Peymana Mondrosê îmze kir, vêca dest bi civînên peymana Sewrê kir. Feqet peymana Sewrê tu carî ne xwedî wasifên peymaneke hiqûqî ye.Bi axaftinên polîtîkjîndariya xwe ji dest berdaye. Madeyên 61, 62, û 63yan yên Peymana Sewrê bi kurdan re eleqeder in.
Gava gelên xiristyan û yên îsalamê yek bi yek li hemberî Împaratoriya Osmanî serî hildida, jê vediqetiyan, weke her carê ku min li jorî qal kiribû, kurdan dîsa jî li hemberî pêl û êrîşên nuh, sedeqeta xwe ya li hemberî birayên xwe yên tirk careke din jî nîşan da û bi hevkarî û piştgiriyeke bişewq û heyecan dest bi avakirina bingeha Cumhûriyeta Tirkiyeyê kir. Gava hemû dinyayê û di vê navberê de Yûnanîstana ku piyona emperyalîzma dinyayê li hemberî welatê bavûkalan yê kurd û tirkan bi dujminayî ji Îzmîrê dest bi dakirkirina li hemberî Anadoliyê kir, kurdan û tirkan bêyî ku li ber bayê cixirandina biyaniyan kevin, wan gav bi gav axa Anadoliyê parast. Weke ku min li jorî jî gotibû, kurd û ermenî her gav di nav hev de û mîna cîranan bi hev re jiyane, lê her gav jî li dijî hevdu bûn. Siltan Hemîd û Ataturkî, herduyan jî ji vê yeka hanê îstifade kirine.
Di tekoşîna parastina neteweyî ya Anadoliyê de, serkeftinên ku mijara çîrokan in di cepheya Rojavayê de li hemberî yûnaniyan û di cepheya Rojhilatê de jî li hemberî ermeniyan hatine bi dest xistin. Dema ku yûnaniyan ji cepheya Rojhilatê dest bi êrîşan kiribû, ermenî jî ji hêla Rojhilatê ve ketibûn hereketê. Di vê nevberê de, di nav gelên kurd û tirk yên Anadoliyê de hin livandinên li hemberî dagirkirinên biyaniyan dest pê kiribû û hin komeleyên siyasî hatin ava kirin. Di nav vana de ya herî girîng Rêxistina Mudafeya Hiqûqa Wîlayetên Rojhilatê ye ku ew li dijî ermeniyan hate ava kirin…
Nîhayet ku Mistefa Kemal ji terefê Padîşahî ve hate wazîfedarkirin da here Anadoliyê û Tevgere Yunaniyan ya Bahra Reş (Pontoscuyên Bahrareş) têk bibe. Di şandina Mistefa Kemalî ya ji terefê Padîşahî ve rola kumandaniya îngîlîz û firansizan heye û ev rola hanê ne piçûk e. Ji ber ku di dest pêkê de Pontoscuyên Bahrareş di xeta îngîlîz û firansizyan de bû û piştî destpêkirina Şoreşa Bolşewîkê ku Pontoscuyên Bahrareş ket xeta bolşewîkan, îngîlîz û firansizan ji ber vê sedemê pêştgiriya xwe bi şûn de kişand û bi vêya jî nehatin ser wan hewil da ku vê hereketê bisekinîne û wê bêdeng bike. Li ser vê yeka hanê Mistefa Kemal çû Bahra Reş. Bi çûyina Mistefa Kemalî re, ew dibîne ku di navbera gelan de germbûnek çê dibe, ew jî hîna bêtir giraniya xwe bera ser Hêzên Gel dide. Pir eşkere ye ku kêfa îngîlîz û firansizan dê ji vê yeka hanê re neyê. Feqet her ku Mistefa Kemal têkiliyan bi eşrafan re datîne, ew bi vêya re hîn zûtir qaweta hereketa neteweyî fahm dike. Û bi vê yekê re ew ji generaliya Padîşahî bi dûr dikeve û xwe nêzîkî xelkê dike. Nîşana vêya ya pêşîn jî Beyenameya Amasyayê ye ku ew li wir hewil dide da yekîtiya kurdan û tirkan pêk bîne. Mistefa Kemal ji wir dihere Sêwazê û ji wir jî dihere Erziromê. Lîstikên Alî Kemalê ku waliyê Elezîzê ye (Mamuretul Azîze) vala derdikevin. Ev waliyê ku zilamê sarayê ye li hemberî nerehetiya xelkê xeyalşikesîtî dibe û ev dibe sebeb ku Mistefa Kemal Kongreya Erziromê kom bike û ew hîna bêtir nêzîkî xelkê bibe. Li vê derê prensîpa rizgarkirina Anadoliyê ya axa kurd û tirkan tê qebûl kirin û li ser vê yeka hanê li Sêwazê, Cepheya Muşterek ya Anadoliya Rojhilatê tê ava kirin. Bi vî awayî Hereketa Neteweyî (Hereketa kurd û tirkan) yekîtiyek hempar bi dest dixist û ber bi avakirina hêzeke eskerî ve diçû. Mistefa Kemal di 23yê nîsana 1920an de teva heyeteke temsîlê tê Enqereyê û ji heyeta ku ji Sêwazê hatibû Enqereyê û ji wan kesên ku karîbûn ji Meclîsa Mebûsên Stenbûlê beşdar bibin, cara yekê Meclîsa Miletê Mezin ya Tirkiyeyê ava dike. Cemalettîn Arifê ku erziromî ye, li gel Ataturk li ser hukmî ye û ew dibe wekîlê serokê Meclîsa Miletê Mezin ya Tirkiyeyê yê yekê. Hemû mezinên kurdan piştgiriya Cemalettîn Arifî dike û bi vî awayî koalîsyona tirk-kurd ava dibe. Divê mirov di vê navberê de Ferîdûn Fikrî Duşusel jî ji bîr neke ku ew yek ji wan kesên xwedî roleke dîrokî ye ku terefdarê yekîtiya kurdan û tirkan e…
Di şerî de nave me mêrxasên kurd e. Di aşîtiyê de jî “kurd tiştekî ji dinyayê fahm nakin, hov in; kurdên şikeftan, kurdên biterî û hwd” e. Heger pirî bi însafî navekî li me bikin, wê gave dibêjin, “Tirkên çiyayî”. Ji hêlekê de ji me re dibêjin ku tirkên çiyayî, tirkên ku adetên xwe parastine û ji hêla din ve jî wan xisûsiyetên ku min li jorî jimartin ji bona me minasib dibînin. Gava li Anadoliyê li dijî yûnaniyan haziriya şerî dihate kirin, kurdan li Başûrê Rojhilatê bi teknîka şerê gel, firansizî û îtaliyanî bi şiar û dûrikên, “lêxê kurdên mêrxas, roja namûsê ye, lêxê mêrxasên kurd Entab ji dest dihere” ji wan deveran derdixistin. Îroj, di dema aşîtiyê de jî bi gotina “lêxê tirkên mêrxas” dest pê dike. Divê hurmeta mirovî piçekî ji rastiyê û ji tekoşîna neteweyî re hebe…
Paşê, gelê tirk û kurd, yûnaniyan têk dibe. Li Înonuyan, li Sakaryayan, li Dûmlûpinaran mehmedcîkên kurdan û yên tirkan darbeya qeetî û dawî li dûjminî dixe û di 9ê îlonê de wan di bahrê re derdixe. Netîceyên vêya di Agirbestiya Mudanyayê û li Konferansa Lozanê tên sitendin. Mezinên kurdan jî bi qiyafetên xwe yên milî beşdarî Konferansa Lozanê dibin û li gel tirkan, bi hemû heyecan û qaweta xwe li hemberî hemû pêşniyarên Llojd George û Lord Curzon derdikevin û dibêjin ku Anadolî yekperçe ye, ji niha de koalîsyona kurdan û ya tirkan ava bûye. Û hemû teşwîqên ku ji bona kurdan tên kirin, ew red dikin û rismê biratiya kurdan û ya tirkan dikşînin. Teva vî awayî jî madeya “39-42”an di peymanê de cîh digre, lê teva ku ev made telebên heqî yên herî kevnarene jî ji pêncî salî û vir de ye nayên bi cîh anîn.
Piştî Lozanê, ji dêvla ku biratiya kurd û tirkan xurtir bibe, bi pêşengiya bûrjûwaziyê tirk, mîlîtarîzma tirk û brokrasiya tirk, li dijî bûrjûwaziyê kurd û namaze jî li dijî kedkarên kurd şerekî dijwar dest pê kir. Mîlîtarîzm û brokrasiya tirk ku îlhama xwe ji afirandina bûrjûwaziyê tirk distend, xwe bera Kurdistanê da û bi vî awayî pevçûnê dest pê kir. Piştî ku bi awayekî hovane dawî li hereketên berxwedana Rojhilatê anîn, vê care berê xwe da mezinên kurdan ku wan ji Meclîsa Miletî bavêjin. Dema van îsyanan jî sala 1923-1937an e.
Hemû ev bûyer tiştekî pir eşkere û zelal nîşanî me didin ku li rûkana dinyayê konetî û qawet, bi tenê pere dike. Neteweperestî û kapîtalîzma tirkan, hêvî û daxwazên neteweperestên kurd, yanî bûrjûwaziyê kurd, feodalên kurd, serekeşîrên kurd û nemaze jî yên kedkarên kurd, ji bona pêşerojê têk birin… Ji wê gave û pê ve neteweperestî, şovenîzm û nijadperestiya tirkayetiyê ya dijwar dest pê dike. Ev tiştekî ku nayê veşartin û her weha gelek pêşevanên dewleta tirk vê yeka hanê piştrast dikin, li gel wê jî Tûrancî di bin çengên wan de bi pêş de dikevin. Û ew Guneş-dîl teorîsiya ku ne li gora rastiyê ye, tê afirandin. Ev teoriya ku îlhama xwe ji Îyaz Îshak[?] û Yunkçoradan[1] [Yusuf Akçura] wergirtiye her ku dihere ji ilim û zanistiyê bi dûr dikeve.
Piştî Firkeya Komara Terakki Perver, bûyera suîqasta Îzmîrê qewimî, ji firseta vê bûyerê hemû mixalif tên perciqandin. Heta, li ser bûyera sûîqasta Îzmîrê, Kazim Karabekir jî hat girtin ku ew pêşengê eskerî yê seferên Rojhilatê, yanî serferên li dijî ermeniyan bû ku ev sefer mîna destpêka sembola tekoşîna neteweyî ya hereketa yekîtiya kurdan û tirkan dihat zanîn. Ji wê gavê û pê ve, li welêt îradeya yakşef û yekpartîtiyê hakim bû. Paşê hewildayina ceribandina firkeya serbest dest pê dike. Ev ceribandina firkeya ku bi pêşengiya Fethi Okyarê ku piştî Rauf Orbayî bûbû serokwezîr, hatibû damezirandin jî bi ser nakeve ku wî di dema Şêx Seîdî de gotibû, pêwîstî bi tedbîrên zordariyê tune ye. Di girtina Partiya Terakki Perver de meseleya kurdan roleke girîng dilîze. Ji ber sebeba têkiliya Karabahçelî, Şukru û hwd. bi Partiya Perver Terakkî re heye û ji ber hin sedemên vala, ev partî tê girtin. Sedema girtina Firkeya Serbestê jî paşverûbûn tê nîşandan…
Dema 1922-1932yan li Tirkiyeyê dema sektora serbest ya teybet e. Tê zanîn ku gotina ”Li her meheleyekê mîlyonerekî çê bikin”, gotina Ataturkî ye. Û ji ber ku Menderes vê gotinê bi kar tîne, xwe dike devê topê.Piştî dema 1922-1932yan li dinyayê dema qirîza malî dest pê dike, li Soviyetê hewildayinên avakirina civateke nuh û bi serneketina sektora teybet dibe sedema demeke nuh, dema derbasbûna kapîtalîzma dewletê. Mixalefetên rejîma dema 1922-1932yan, piştî dema 1922-1932yan jî mixalefetê dikin. Di encama vê yaka hanê de, di sal 1936an de madeyên cezaya qanûna Îtaliyaya Musolonî hatine wergirtin ku hemû hewildayinên fikrên azad bêmecal û bisînor kirine û navê wan madeyên 141 û 142yan in. Êdî ji dîktatoriya dewleta feodal ya Osmanî debasî dema dîktatoriya faşîzmê bûye. Li Tirkiyeyê hemû rûdanên ku diqewimin, ji bona afirandina sinifeke nuh, ji bo sinifa bûrjûwaziyê kapîtalîst e. Ev dîktatoriya faşîst ku rûdanên Rojhilatê bi xwînê perçiqandiye û her gav qala paşverûbûna li Rojhilatê dike, heta niha jî reformeke axê çênekiriye û bi slogana kultura laîktiyê, axatî û şêxtiya ku di hukûmetê hîn ji dewra otorîteya mûtleq de heyî jî, ji ortê ranekiriye. Ev jî nîşan dide ku belavkirina kultura bûrjûwa û prensîpa laîktiyê di tu qilifê samîmiyetê de hilnehatiye…
Ew şêx û axayên ku di hukûmetê de mîna neyaran dihatin dîtin, bê sûc û bê sewal sirgûnî Rojavayê bûn û erdên wan ji bona hevalbendên hukûmetê hatin pêşkêş kirin. Ev yeka hanê jî nîşan dide ku heger hukûmetê bixwestaya dikarîbû reformek çêbikira da karîbûya sîstema şêxtî û feodalîteyê ji orteyê rakira. Lê nekir, ya jî nikarîbû bikira, ya jî nehat hesabê wê. Li her wîlayetê ber bi îtifaqa şêx û axatiyê ve çû…
Piştî van deman, ji sala 1946an pê ve derbasî dema pirpartîbûyinê bûye. Partiya Demokrat piştî hamleya xwe ya pêşiyê, wê jî dest bi tedbîrên zorê kir. Nemaze piştî sala 1957an li dijî mixalefetê, çapemeniyê û li dijî kurdan zora xwe zêdetir kir. Di sala 1959an de, ji bona tatmînkirina brokrasî û mîlîtarîzmê, 49 rewşenbîrên kurd bê sûc û bê sebab hatin girtin. Xwedêgiravî bi vê wesîleyê mixalefeta ku li hemberî siyaseta xwe ya ekonomîk berteraf dikir. Feqet, Partiya Demokrat ku di vê meseleyê de miwafiq nebû, di 27ê Gulana 1960î de, bi hereketeke radîqal ya eskerî, ji ser hukim ket. Îqtidara Komîteya Yekîtiya Milî hat dewsa Partiya Demokrat û tava ku wê efûya giştî derxist jî 49 rewşenbîrên kurd li derveyî vê efûyê hiştin. Vê yeka hanê jî bi eşkereyî nîşanî hemû dost û dujminan da ku çi pêşverû û çi jî paşverû, hedefa serekî ya hemû bizavên siyasî yên Tirkiyeyê, kurd in. Di hezîrana sala 1962yan de jî îqtidara CHPyê ji bona tatmînkirina brokrasî û mîlîtarîzma tirk, 23 ronakbîrên kurd girt ku wan di warê çapemeniyê de wazîfe dikir. Di wê demê de, di navbera hukûmeta Tirkiyeyê û Iraqê de hebekî tengijîn hebû. Û Îsmet Paşa di daxuyaniyeke xwe de weha dibêje, ”Ji ber ku kurd qolekî tiran e, ew li Tirkiyeyê hewildayina bizaveke çawa jî bikin, ew neheq in. Lê kurdên ku li welatên dinê ne, li hemberî kîjan neheqiyê serî hildin, ew bi heq in.”. Wî bi vî awayî çavê hukûmeta Irakê tirsandibû. Ji ber vê yekê hukûmeta Irakê hewil da ku xwe nêzîkî hukûmeta Tirkiyeyê bike û ji ber wê jî 23 ronakbîrên kurd hatin girtin. Yanî kîjan gava ku li Tirkiyeyê hereketeke gelêrî û demokratîk dest pê dike; kîjan gava ku gelê kurd daxwazên xwe yên demokratîk bi lêv kirine, hukûmetan ji ber siyaseta xwe ya ekonomîk ya çewt, ya ronakbîrên kurd ya jî rewşenbîrên şoreşger û pêşverû bi kominîstiyê îtham kirine û dane girtin. Piştî girtina 23 ronakbîrên kurd, Tirkiye û Iraq ew qasî bi hev şêrîn bûn ku ew bibe sedem da Tirkiye yekîneyên hêzên xwe yên eskerî (yên hewa û bejayiyê) ji bona alîkariya Iraqê bişne mintiqeya Barzanî; ev hereketa hanê li ser îxtarnameya muşterek ya Yekîtiya Sovyetê ku ji bona Tirkiye, Sûriye û Iraqê kiribû, hata bi dawî anîn…
Ji hêlekê de dihate gotin ku kurd jî tirk in û ji hêla dinê ve jî bi ereban re hewildayinên îmhaya kurdan dihatin kirin. Dîsa di sala 1967an de, gava Partiya Edaletê ku siyaseta wê ya di warê ekonomiyê de îflas kir, dest bi plankirina teror, tirs û perçiqandinê kir. Gava ku gelê kurd û ronakbîrên wî dest bi eylemên demokratîk dike, dîsa ronakbîrên kurd bi îthamên cûda tên tewanbarkirin û dikevin hefsê. Ev jî şeklê tahwîzdayina siyaseteke mîlîtarîzm û brokrasiyê ya îqtîdara wê îflazkirî ye.
Û bi vî awayî em digêjin 12yê adara 1971ê.
Em li şeklê tekoşîneke nuh rast tên ku ew hîn ji dema Selîmê 4an, Muratê 3yan, Mahmutê 2yan û vir de, di navbera kapîtalîzm û feodalîzmê de li Tirkiyeyê heye. Grûpeke ku di şoreşa 27ê gulana 1960î de bi alîkariya brokrasî û ordiyê li derûdora CHPyê hatine ba hevdu û ew pêşengên bûrjûwaziyê tirk in, tê îqtidarê. Ev dibe sebeb da qanûneke bingehîn bê avakirin ku ew ji hêla daxwazên edaleta sosyal ve piçekî vekirîtir be. Ev yeka hanê dibe sebeb ku dengê xelkê û yên ronakbîrên wî li gora salên 1950-1960î bêtir derkeve. Li Tirkiyeyê qanadê bûrjûwazî yê paşverû vê yeka hanê hazim nake û dest bi komployan dike. Li Tirkiyeyê ev qanadê bûrjûwazî yê paşverû; nemaze piştî ku Partiya Edaletê hat ser hukimî û pê ve, dest bi van sloganên paşverû tên kirin. Em dizanin ku şoreşa 27ê gulana 1960î hin tasfiyeyan dike û meaşên endamên ordiyê hîn bilindtir dike. Teva wê jî ji ber ku di hundirê ordiyê de terefdariya bûrjûwaziyê radîkal berdewam e, Emerîkaya aqilmendê Partiya Edaletê ye, temsîlkarê (sefîr) Emerîkayê yê Ankereyê û ajanê CIAyê ku girêdayî vê sefaretê ne, dikevin dewrê. Armenc ew e ku ordiya Komara Tirkiyeyê jî bişibîne ordiya Îran û Yûnanîstanê. Heta, demekê wan xwest ku ji serleşkerên mezin re li Koçika Çankayayê malîkxaneyan çê bike. Çapemeniya Tirkiyeyê ya pêşverû manihî vê yeka hanê bû. Tava wê jî di ordiyê de, nemaze ji bona qedemeyên bilind, îmkanên baş hatin çêkirin. Meaşên wan zêde bûn. Dihate xwestin ku bi vî awayî ordî ji qaîdeyên xwe yên esasî bê veqetandin û Tirkiye bi bûrjûwaziyê paşverû ve bê girêdan. Heta bi derekê jî miwafeq bûn. Dixwestin ku CHPyê û serokê wê yê xwedî şexsiyeta dîrokî bi tenê bihêlin û bi xurtî bi ser ketin jî. Partiya Edaletê qanûna bingehîn ya 1961ê hezim nekiribû ku bûrjûwaziyê radîkal ew bi piştgiriya ordiyê çêkiribû. Wan bi hemû ajan, alimên dînî, ajanên CIAyê, teşkîlata partiyê û terefdarên xwe, dest pê kir ku şuphe û şikê di derheqa qanûna bingehîn ya 1961ê çê bike. Gelek şexsiyetên di nav ordiyê de ku av li wan germ dibû, hatin îqnakirin. Endamên xwe yên ku di dilqê telebeyan de şandin unîversîteyan û ji bona rewşeke anarşîk ava bikin, çi ji destên wan hat texsîr nekir. Di navbera telebeyan de şer derxistin. Her gav bêhizûrî çêkirin. Xelk anîn dereceya behdilandinê. Armanc guherandina qanûna bingehîn bû ku wê heta bi dereceyekê ava li ser aşê bûrjûwaziyê talanker dibirî. Daxwazên van guherandinan him kir programa xwe û him jî kir beyanameya xwe ya hilbijartinên 1969an. Ev Partiya Edaletê û tefeciyên ”piyaseya qirêdiyê ku bi rêxistin nebû ye” ku bi hev re digot ku gundî û esnafên piçûk dikuştin, xwîna wan zuha dikir, hestiyê wan dirizand…
CHPyê slogana çepîtiya navîn avîtiye ortê ku paşverûyan bi gotina ”çepîtiya navîn, Moskovaya derewîn” bersiv dida. Loma jî CHP bi helwêsteke newêrek û tirsonek, bi vir de û wê de diçû. Ji hêla din ve bizaveke bi navê Ataturkçiyên nuh berfireh dibû. Ev hêza ku bi gotina antî-emperiyalîzmeke derewan derketibû, pişta xwe dabû brokrasî û mîlîtarîzmê û gelek mîlîtarîst û brokrat jî di nav wan de hebûn; nemaze jî tesîr li telebeyên ji bingeha bûrjûwaziyê piçûk, esnafên piçûk û gundiyên feqîr dihat, dikir. Pêşengiya vê bizavê, di serê pêşî de kovara YONê ku di sala 1962yan de derketibû dikir û paşê jî rojnameya Şoreşê dikir. Rêvebirên wan CHPyî bûn. Û wan mêldariya şoreşa Ataturkî dikir. Cara pêşî bû ku mîlîtarîzm û brokrasiyê CHP ji qadroyên wê sar dikirin û bi vî awayî hewil dida ku mîhraqeke nuh ya Kemalîst ava bibe. Û di vê meseleyê de jî heta bi derekê bi ser ketin. Mîhrî Belîyê ku komînîstê kevn e û tayfeya xwe jî beşdarî vê bizavê bûn. Ev zilamê hanê ku derbasbûyina xwe înkar dike û Partiya Kominîst a ku wî cîhek ji xwe re di nav de pêde kiriye, Ataturkçî lanse dike û hewil dide ku falîyetên wê mîna komeleyeke Ataturkçî be, bide nas kirin. Ew ji avakirina hereketa kovara YONê re ku wî ava kiriye, ya jî ew beşdarî wê bûye, dibêje ku sitratejiya Şoreşa Demokratîk ya Milî ye.
Ji hêla din ve TÎP hebû ku ji beriya sibata 1962yan û vir de ava bûbû, lê hebûn û tune bûna wê ne diyar bû, feqet bi serokatiya M. A. Aybarî re livandin û hereketbûyinek tê de çê bûye. Ev teşkîlat, nemaze piştî beşdarbûna Sadûn Erenî, înkara têza kovara YON, Rojnameya Şoreş, Aydinlika Sor û Çepên Tirk dike û berofacayî wan îdea dike ku; Tirkiye ketiye pêvajoya kapîtalîzmê û loma jî bawer dikir ku ber bi Tirkiyeke sosyalîst, ”rêya pêşveçûneke ne kapîtalîst” tê teqîb krin û di vê rêyê de tê dikoşiya.Û nemaze jî di salên 1965an de dibe xwedî tesîr. Li hemberî van fikrên cûda, her ku dihere ordî û brokrasî CHPyê terk dike, prçe dibe û berê xwe dide vê bizava nuh. Ev jî dibe sebeb ku nemaze bûrjûwaziyê paşverû yê ji terfê Partiya Edaletê ve tê xwedîkirin, xurt bibe. Lê ji hêla di ve jî beşên civatê yên cûda, hêdî hêdî ji bûrjûwaziyê paşverû bi dûr diket. Ev jî dibe sebeba ku bûrjûwaziyê paşverû di guherandina qanûna bingehîn de ecele bike. Me li jorî got ku Partiya Edaletê dixwaze tevliheviyê çêbike û di encama vêya de, ya bi partiyan re bibe yek, ya jî di hilbijartinan de qaweteke ji sisiyan dudu bi dest bixe û qanûna bingehîn biguhere. Îhtimaleke sisiyan jî heye, lê hîna nehatiye piştrastkirin ku Partiya Edaletê dixwaze bi ordiyê re qanûna bingehîn biguhere. Bi kinayî Partiya Edaletê ji bona qanûna bingehîn biguhere tevliheviyê çê dike. Qanadê paşverû yê eskeriyê dixwaze tevliheviyê çê bike û were ser hukimî. Qanadê pêşverû yê eskeriyê dixwaze tevliheviyê çê bike û were ser hukimî. Helbet hevalbendên van bizavan yên sivîl jî hene. CHP, di dîrokê de cara pêşî dikeve hundirê aciziyekê û çîroka wê ya ku her gav ji bona TÎPê digot ku sedeqeta bi rejîma demokratîk re, hewante derdiket. Nîhayet di vê rewşê de em dighêjin 12yê adara 1971ê. Di dîrokê de cara pêşî ordî bi piştgiriya îdeolojiya qanadê paşverû tê ser hukimî, lê ev yeka hanê bi bikaranîna sloganên faşîst yên pêşverû dike ku bi îhtîmala cûntaya pêşverû were ser hukmî, di 11yê martê de ji terefê CIAyê û serkê CHPyê ve tê berteref kirin û di 12yê martê de, qanadê ordiyê yê paşverû destî datîne ser hukimî. Û hetanî roja îroj, netîceyên mudaxeleya paşverû li pêş çavê her kesî ye. Ez di wê baweriyê de me ku divê ez vê meseleyê vebêjim û divê bi kûrahî lê bê kolandin. 12yê adarê bi jîrbûneke weha hatiye bikiraskirin da li welatê me dawiyê li maf û azadiyan bîne û ji bona wê jî ji xwe re qilifek jê peyda kirine; xwedêgiravî hin çalekiyên ciwanan yên piçûk bûne û li ser vê yeka hanê ev rewş pêk hatiye. Ev rejîma ku ciwanan dadiliqîne ku bi îhtimala ew dê qanûna biguhere, bilekisê wê, ew bi xwe hewil dide da qanûnan biguhere û berê rejîmê bi dereke din veke. Û hîna jî ne diyar e ku ew dê bi ku de here. Di dîrokê de cara pêşî ye ku ordî û bûrjûwaziyê paşverû bi hev re bûne îqtîdar. Me li jorî jî da diyarkirin ku her kesên tên îqtîdarê, bi behaneyên cûda hin ambargoyan datîna ser azadiyan.Rejîma 12yê adarê jî bi bahaneya Dev Genç, TOS û DDKOyê azadiya me bi sînor kiriye û hîna jî bi sînor dike…
Bêşik e ku her îqtidar dixwaze wan kesan ceza bike ku berê sîleha xwe dide wan. Feqet, gava vî karî dike divê berê wan ne li guherandina qanûna bingehîn be. Û me li jorî dest nîşan kir ku bê hereketên weha çawa hatin ava kirin û ji terefê CIAyê û MÎTê ve çawa hatin teşwîq kirin. DDKO, rêxistineke legal e. Hukûmet jî dizane ku ev weha ye, lê ji ber ku rêxistinên weha temsîlkariya maf û azadiyên xelkê Rojhilatê dike, ev ji terefê xwedayan ve nayê xwesin û naxwazin qebûl bikin. Nexweşiya Tirkiyeyê ya peryodîk dîsa bi şûn de vegeriyaye. Gava sinifên paşverû di warê bi pêşketinê de bi ser nekevin, vêca dahfikin nuh vedidin. Hemû dahfik jî ji bona ku bûrjûwazî hîna bêtir di alemên kêf û fihûşê de bijîn, tên vedan. Bijî moda, ada (girav), Atkoy (semteke Stenbolê ya herî luks e), bûrjûwaziyê plajê (perav). -ew kesên ku elîtên serdest yên Stenbûlê ne-. Em parastinê bikin, nekin, dê tiştek neyê guhertin. Heger xweda bixwazin, em dê cezayê bixwin, lê heger nexwazin, em dê cezayê nexwin. Ev qedera Tirkiyeyê ye. Îroj ordî bê qeyd û şerd menfetên bûrjûwazî yên kapîtalîstan diparêze û mudaafa wan dike. Hiqûq, miqûq hemû jî formalîte ne û ji bona ku paçan bide çavên raya giştî ya dinyayê ye. Aniha ji bona me her yekî reçeteyek hatiye amade kirin û hema ”Xwedê çi da” divê em wê qebûl bikn. Nimûneya vêya ya ber bi çav, ez bi xwe me. Min nivîsek nivîsîye û ev nivîs wext di ser re bihuriye Ma gava ez hatim girtin, MÎTê û Rewşa Awarte ev yeka hanê nizanîbû? Helbet znîbûn. Wê gavê xwedayan qurban dixwest. Û em bûn qurban. Ma axaftina min a di ‘mitînga Qozliqê’ de ku ew mitîgeke protestoyê bû, ne li meydanê bû? Rapora ku qomsêrê hukûmetê nivîsandibû, ma ne li ser maseya qumndariya Rewşa Awarte û MÎTê bû?Di rapora qomsêrê hukûmetê de, bi qasî serê derziyê sûcek heye? Tune ye. Lê xweda qurbanan dixwaze û divê ew qurban bên dayin û hat dayin jî. Paşê bala xwe danê ku ev neheqiyeke mezin e, vêca Rewşa Awarte nivîsekê ji musteşariya MÎTê re dinivîse û di derheqa min de agahdariyê dixwaze. Piştî ku ez hatime girtin, vêca li delîlan digerin. Îcar, çi delîl, delîlên ku MÎTê ji xwe re çê kirine. Di nivîsa bersiva musteşariya MÎTê de, dibêje ku di derheqa Edîp Karahanî de dikare tehqîqt bê kirin. Nexwe ew bi xwe jî dizanin ku di derheqa min de delîlekî baweriya mirovî têxe cîh, tune ye. Piştî ku hate diyarkirin dê ji rapora MÎTê tiştek dernekeve, vêca tahqîqata dozgerî (sawcî) hate biderengxistin. Tam piştî 8 mehan ez derketim cem dozgerî. Vê carê, xwdêgiravî hin tişt wek delîl derxistin pêşberî min ku ew di îdeaname û mutalanameyê de ne mewcût bûn. Axaftina min a Diyarbekirê anîne ku ew bi hukimê mahkemeyê ve girêdane. Ne mimkun e ku li dinyayê tiştekî ji vêya ecêbtir hebe. Mêrikan guh hukimê mahkemeyê nadin. Îcar di deqîqeya dawiyê de jî axaftina min a Siliva derket. Ev axafitna hanê, ne di dosyaya delîlên teybetî de û ne jî di ya muşterek de hebû. Di gava dawiyê de ez li surpirîzekê rast hatim. Heta bi dawiya mahkemeyê ez li surprîzên cûda cûda rast hatim, ez hîna jî nizanim û ne diyar e dê surprîzên çawa derkevin. Ji bona axaftina Silîva, ji mahkemeya wê biryara ku feşkilandin tune ye sitend, di celseya din de mîna kirasê heftrengo biryar guhertin. Di eynî wextê de, ev dahweya demlêbihurîbûbû. Ez dixwazim ku ev kaset li huzûra hin kesên bêteref bê keşif kirin, vêca ji ber di hukimê berfirehkirina tehqîqatê de yetê red kirin. Ez ji ku dizanim ku mahkemeyê biryara xwe biguhere. Belê, surprîz dibe, lê ew qasî jî zêde ye. Di biryarê de, dibêje ku mesele hatiye fahmkirin, tesîrê li netîceyê nake. Bi rastî jî weha ye, ancax îradeya xwedayan tesîrê li netîceyê bike. Wan bala xwe dayê ku nikarin ji meseleya propagandayê cezayê bide min, di derheqa wan tiştên ku ew min pê îtham dikin, sûc tune ye, îcar dixwazin di meseleya avakirina cemyetan de cezayê bide min. Nivîs û axaftinên min yên ku tu sûc teşkîl nekiribûn, dibe netîceyeke tabiî ya vê cemiyetê. Min cemiyet ava kiriye, lê nivîs û axaftinên min tu sûcî teşkîl nakin. Bi rastî jî di wê rapora MÎTê de, tu tiştên ku bibe sedemên sûc da ew têxin hustuyê min tune ye. Bi awayekî berfireh qala meseleya şerên xelaskariya neteweyî dike. Nexwe, mîna meseleya werdek Huznîdivê kes qala şerên xelaskariya neteweyî jî neke. Mahkemeyê di serê pêşî de ji bona dengên di kasetên teypê de tespît bike, ji Anqereyê û Stenbûlê merivên teknîkê anîn. Wan bala xwe dayê ku mesrefa teknîsyenên ji Anqereyê û Stenbûlê hatine, giran e, vêca mesele hewaleyî Miduriyeta Radtoya Diyarbekirê kir. Halbikî Midûrê Radtoya Diyarbekirê yek ji wan endamên kevin yê heyetê bû. Hemû wazîfe dan wî. Bi rastî jî biryareke di cîh de bû. Çi hewceyî lêkolîneke berfireh hebû, madem ku reçeteya hazir hebû, guh nedê. Di esnaya mahkemeyên me de, hakimê mahkemeyê her mafê me yê axaftinê bi sînor dikir û her tim digot ku hûnê di parastina xwe de qala van tiştan bikin. Em hatin pêvajoya parastinê, vê carê jî biryar hate dayin ku parastina me dikare mîna dîlekçeyekê ya jî bi qandî 10 deqîkeyan parastina me mîna tekstekê bê xwendin. Bi rastî ev jî jesteke samîmî bû. Çi hewcedarî bi ew qasî formalîteyan heye. Dadgerê Hakimêmahkemeyê ku ji destpêkê de serî li me digerand, vêca bi behaneya ku em wextê dirêj dikin û serî li wan digerînin, ew mafê me yê herî muqedes ku mafê parastinê yê, bi 10 deqîqeyan sînor dike. Ew ji qawetên dewletê yên sivîl bawer nake û her carê nivîsekê ji qaymekamê navçeyekê re dişîne û dibêje ku hela li filan derê belavok hatiye balav kirin, hela li bêvan derê afîşek hatiye daliqandin? Şahidekî ku ew zanibe dê hin tiştan di elehê meseleyê de bibêje, dixwaze bila çi qasî wextê bigre û dixwaze bila tesîrê li netîceyê bike ya jî neke, ew îlhes wî tîne, lê tiştekî ku bi parastinê ve eleqedar be, bi bahaneya dê wext dûdirêj bibe, ew red dike. Ya jî biryara ku hatiye dayin bi şûn de werdigre. Hakimê mahkemeyê îfadeyên şahid û sûcdarkirî kiriye hustuyê xwe ku bi awayê di her halûkarî de di aleyhêsûcdarkirî de be derbasî qeydan kiriye. Hemû mudaxele bê encam mane. Bi awayekî eşkere, tesîr li şahidan hatiye kirin. Wî xwestiye ku tiştên ne qanûnî têxin zeptan û guh gelek tiştan nedaye. Hakimêmahkemeyê wazîfeya dozgrî wergirtiye û heta jê wêdetir jî çûye. Heger ez bibêjim ku min di heyata xwe de qomsêrekî qereqolê yê bi vî rengê bêperwa nedîtiye, dê nebe mubalaxa. Li hemberî vê rewşa hanê çi maneya parastina min heye. Hemû ev tiştên hanê diyar dike ku li Rojavayê zîhniyeteke mustelekebûnê hakim e. Ev rewşa mustemlekebûnê, di demekê de nedikarîbû ku bê veşartin, ji ber ku resmen Rojhilat ji terefê waliyên umûmî ve dihate îdare kirin. Gava derbasî jiyana demokratîk bû, ev rewş bi şeklî hate rakirin. Lê rewşa fiîlî hîna jî berdewam e. Nimûneya vê rewşa mustemlekeyiyê ya huqûkî ku herî ber bi çav e, meseleya 141/4 û 142/3an e ku xwedêgiravî ji bona tûranciyan xistibûn qanûna cezayê, lê îroj ew ji bona me tê bi kar anîn. Ev, wasiteya tehakuma civatekê ya li ser civateke din e. Gava ez girtîbûn, min ev tişt di esnaya tahqîqat û parastina xwe de gotin. Rojavayî ji roja ku Xwedê dane û vir de, cemyetçî ne. Ev cemiyet çi çax hate avakirin, ji bo çi hate damezirandin, li ku hatine ava kirin, ji çend kesan pêk tê, ev cemiyet hîna jî berdewam e, ya jî ev cemiyet ji hev belav bû, ya na? Ev tişt nayên zanîn. Ev tê wê maneyê ku ji roja em bûne û heta bi mirinê, em cemiyetçî ne. Ya rastî, meseleya ku em ji dergûşê heta bi mezelî cemyetçî ne, meseleya kurdbûna me ye. Ji bona ku em kurd in ev kirasê hanê li bejna me tê danîn. Halbikî li Anqereyê, li Stenbolê, li Îzmîrê ew qasî mitîng, ew qasî civîn û konferans hatin çêkirin, min nebîhîst ku di derheqa tu kesî de ji madeya cemiyetavakirinê de dawe hate vekirin. Heger dawe bê vekirin, ji meseleya propagandayê dê bê vekirin. Pênc kes civînekê çê bike, ev dibe avakirina cemiyetê. Sê kes konferansekê çê bikin, ev dibe avakirina cemiyetê. Mitîng bê li darxistin, ev dibe avakirina cemiyetê. Ya herî berbat jî ew e, ji civata ku ew jê re dibêjin cemiyet e, bi hilbijartinên polîtîk zilaman tîne û ji hêla din ve jî taqîbatê vedikin. Di 14yê 1967an de, ez û 14 hevalên dinê ji meseleya propagandayê, em li Mahkemeya duduyan ya Cezaya Giran, li Ankereyê hatin mahkemekirin. Ne hat aqlê polîsan û ne jî yê hakimên biaqil ku rewşa me, rewşa cemiyetavakirinê ye. Û heta ji ber ku me di derheqa nivîskarên kovara Ötüken yên tahrîkkar de tiştên giran jî gotibûn, me dîsa jî berat kir. Ji ber ku ew hiqûqnas bûn. Lê vê gavê em ji terefê siyasetmedaran ve tên mahkeme kirin.
Maneya dirêjkirinê tune ye. Hemû armanca me ew e ku careke dinê di navbera kurd û turkan de şerê xwînî çênebe, em bikarin bibin maniê vî şerî û ev mesele bi awayekî demokratîk bê çareserkirin. Tu carî şerê xelkekî yê maf û azadiyê heta bi dawiyê nehatiye perçiqandin. Û fikra ku her şer dê wek şerên berê bi têkçûyênê dawî lê bê, ne fikreke realîst e. Tu civat ji destpêkê de bi ser neketiyê. Bi ketin û rabûnê civat miwafiq bûne. Îroj, Emerîkaya ku cendermebûna dinyayê dike, nikare serî bi Vîyetnama feqîr re derxe ku ew welatekî birincê ye. Eynî Vîyetnam, berê jî ji terefê Fransaya ku ji Emerîkayê gelekî qelstir e ve hatibû mustemlekekirin. Nexwe gava dema wê bê, tu hêz nikare hereketên pêşverû bisekinîne. Hemû tirsa min ew e ku ew kesên navika wan û ya bûrjûwaziyê tirk, neteweperestên tirk, yanî bi ya kapîtalîstên tirk ve hatiye birîn, dê bixwazin ku careke dinê di navbera herdu gelan de şerî derxînin. Feqet di dîrokê de nimûneyên bi husrana wan kesên ve mişt e ku ji ber kapîtalîstbûna xwe fedî dikin û ji xwe re dibêjin (mîna ku neteweperestî tiştekî din be) neteweperest. Neteweperestî, kapîtalîstî ye. Ji vêya wêdêtir tune ye..
Bijî bireyetiya kurd û tirkan. Bimre faşîst, şovenîst û nîjadperest.
11.9.1972
Edîp Karahan
Wergera ji tirkî: Enwer Karahan
[1] Bi îhtimaleke mezin ev herdu nav şaş in. Min ji gelek kesan pirsî, lê kesî ev navên hanê nebihîstine, li gora ku mirov texmîn dike ji van navan yek Yusuf Akçura ye ku ew yek ji neteweperestên tirkan e.
Çavkanî: www.edipkarahan.com


