Pexşan
Em du bira bûn
Em nizanin bê xêr e yan elam e. Dengê banga dêyekê ye ku li me dike hewar, çi ye–ne çi ye, em ê herin dibistanê. Yaxe û berdilkên me, çente û defterên me ne hazir in… Û ez û birayên xwe ne û berê me li al û elfabeyekê, rûyên me li tahlî û tirşiyekê; ne cesaret e û ne jî culhet e ku ji me hilpeke îsyaneke bêhemdî xwe; lê em du bira ne, bi tevdîr û tifaq in, bi hurmet û rûmet in; diherin destên mezinan û çavên zarokan…
...
