Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Em du bira bûn Em du bira bûn ================================================================================ Enwer Karahan on 18 March, 2009 09:46:00 Te dît, biharên me hebûn ku gava rojê çirûskên xwe li pal û newalên bêbinî biçûrisandaya, reşêşkên baran û tavikê xwe bi ser sitewirbûyina newqa erdên qelişî de rawejikandaya û movikên qeşmûşkgirtî ji çaviyên xwe bibeliqiyana, belezîzk û sosin vê re bel dibûn; kulîlkên bihîv û mişmişan hinarîkên rûyên xwe podre dikirin û tûyên xemlî û bajarî dibûn tiliyên xanimên şahneşînan; alûce û biîvtişkan sersimûçikên xwe di nav diranên aziban de didan keritandin ku avê di devê çilekên çavnexelî de diza… Te dît, li ser pişta deveyan, di cuher û heqîbên qerejdaxiyan de kereng û kuvark û çortan bi ser me de dibariyan; li Dêmîra û Erbanê hêkên teze, qeymaxê mîhan û penêrê parzûnan dibû taştê û firavîna me; ji ber pozê Tûrcelê teyrekî baz xwe li ser mêrg û warê me vedizeland û di bin çavan re li me dinêrî ku em di xewê de mane û me haziriya mêvanên ezîz nekiriye, em ji adet û toreya xwe bidûrketine; ji Çiyayê Maziyê, ji Lêf û Xursê mêvanên minawer li me xuya bûne û me vê sibehê ew bi dixweşî neezimandine; tepetepa mişmişên gewrik, xuşeşuşa pelên hewran û qêreqêra başokeyekî ye… Em nizanin bê xêr e yan elam e. Dengê banga dêyekê ye ku li me dike hewar, çi ye–ne çi ye, em ê herin dibistanê. Yaxe û berdilkên me, çente û defterên me ne hazir in… Û ez û birayên xwe ne û berê me li al û elfabeyekê, rûyên me li tahlî û tirşiyekê; ne cesaret e û ne jî culhet e ku ji me hilpeke îsyaneke bêhemdî xwe; lê em du bira ne, bi tevdîr û tifaq in, bi hurmet û rûmet in; diherin destên mezinan û çavên zarokan… Ji me re weha hatiye gotin, ev marîfet e, adet e, hurmet e; elhemdulîlah ku em ji ber vê yekê ne bi minet in. Me di wan biharan de, di wan havîn û payizan de berê xwe ji av û delavên harbûyî, ji hêlîn û xapên qitik û kewan, ji marîna berx û karxezalan, ji tuxetux û wîtewîta çêlik û ferûçikan, ji nalîn û mêxweşiya ji ser kirçika dilê yarê û ji ber pêxîla dayê guheriye, keko… Me di wê bihara ku zîpik û terezê li zadên me xistibû de, ava himhim û kidaban bi ser pîvazterk û pîvokên li baxçeyê hewşa me xistibû de; gulên mehmedî û gulşîlanên penbe ku me bi destên xwe çandibûn û ew wê gavê hustuxwar bûn, rihan û qurnefîlên di hewşa camiya taxa me de ji terefê zarokên hustuşikest ve hatibûn qurmiçandin û meleyê mizgeftê xwe li dê û xwehên wan diceriband de; fesadên li pişta malan di qulika deriyî re li dûçika kitana bedewekê dinêrî û şabaşçiyekî simbêlboqî di bêdengiya şevê de halan di fêrizekî de hildida û li meydana miriyan dîlaneke bêmarîfet digerand de… Û em temaşevanên wê bêmarîfetî û wê berûvacayiyê bûn, keko. Me ji ber germa havîna wê deştê, ji lezeta hênkayiya wan çiyayan, ji mêxwşiya wan zozanan û ji ezîziya wan dostan nekir der, keko… Me berê xwe guherî, em bûn noka-li-kevirî û li bin mexelên van birek û çiyayên qeşa û berfgirtî bûn mihacirên pêncpereyî; me ji qerisîna wan zinaran himbêzeke agirî ji te re vekir ku em germî û sariya salan li hevdu mahr bikin, em kirîvaniyeke nuh deynin û destên bûkeke çardehsalî, tiliya xortekî nuhhatî hine bikin, lê bi me re derneket serî, keko… Û me tavên havînê ji bîra kirin, bîhna kulîlk û endekoyan wenda kirin û em li ser kulav û şûjdeyên hêviyên xwe mexel hatin, birao… Û me dît ku payizeke paşîn bi derengî silavek li me kir… Bisk û guliyên xwe yên mîna liva û hiriyê bi ser me de veçirîn; gezo bi birhn û bijankên me ve kir benşîtê-mezeloqî, devşoya ava destmêjê li fîncanên qahweya sibehê gerand û di tara bêjinga gunehan de li dora serên me werbêj kir. Û payiz e, keko… Payiz e, birao. Ev mîratmaya payizê, li ziviztan û havînê, li gul û sorgulên biharê guhdarî nake. Dema pelweşînê ye; dilê wê bi harmoniya ahenga rêngên dar û berên xwe naşewite. Ew pisîk e, cewrik e û bêjî ye… Ew mîna werbêja polena biharê ye. Dil pepûk e, keko… Dilê xwe di destê kesî de nehêle, ew lerzok e, zîz e, ezîz e...