Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Çîrok Kurteçîrokek- Ji Paşa Brodrêj ================================================================================ Zinar Soran on 04 November, 2011 01:45:00 Mîna her rojî, kuçeya Qeleboxaziyê bi tevger û şemate bû. Ji tenûra Qadoyê nanpêj, bêhna nanê teze derdihat û bi ser kuçeyê da belav dibû. Li hemberî qehwexaneya Heciyê Kor, Osmanê Bêvildirêj yê nalbend li ber kerekî reş rûniştibû û lingê wî nal dikir. Hedadên esilêrmenî li dikanên xwe, nîr, das, qirim, mer, bivir, tevr, manqal, sobe, nal û her babet feraq û fol çê dikirin. Şerqînî û terqîniya wan guhê meriya ker dikir Çêlkewên hustuxwar ================================================================================ Enwer Karahan on 26 February, 2009 11:30:00 Sibeheke hezîranê bû ku bayekî hênik xwe ji lata di ser şêniyên me re li rûyê mirovî radipelikand; tîrêjên rojê ji paş çiyayî ve xwe li derdawkên darên zeytûn û mişmişan radikişand. Min xwe di kozika li ser kaniyê kiribû qoncik û min li dengê wê kewê guhdarî dikir ku ew ji pala latê dihat.