Çîrok
Kurteçîrokek- Ji Paşa Brodrêj
Mîna her rojî, kuçeya Qeleboxaziyê bi tevger û şemate bû. Ji tenûra Qadoyê nanpêj, bêhna nanê teze derdihat û bi ser kuçeyê da belav dibû.
Li hemberî qehwexaneya Heciyê Kor, Osmanê Bêvildirêj yê nalbend li ber kerekî reş rûniştibû û lingê wî nal dikir.
Hedadên esilêrmenî li dikanên xwe, nîr, das, qirim, mer, bivir, tevr, manqal, sobe, nal û her babet feraq û fol çê dikirin. Şerqînî û terqîniya wan guhê meriya ker dikir
Çêlkewên hustuxwar
Sibeheke hezîranê bû ku bayekî hênik xwe ji lata di ser şêniyên me re li rûyê mirovî radipelikand; tîrêjên rojê ji paş çiyayî ve xwe li derdawkên darên zeytûn û mişmişan radikişand. Min xwe di kozika li ser kaniyê kiribû qoncik û min li dengê wê kewê guhdarî dikir ku ew ji pala latê dihat.......
