Çêlkewên hustuxwar
Sibeheke hezîranê bû ku bayekî hênik xwe ji lata di ser şêniyên me re li rûyê mirovî radipelikand; tîrêjên rojê ji paş çiyayî ve xwe li derdawkên darên zeytûn û mişmişan radikişand. Min xwe di kozika li ser kaniyê kiribû qoncik û min li dengê wê kewê guhdarî dikir ku ew ji pala latê dihat.
Min bi dîqet di qulikên kozikê re li rêya nêçîrê dinêrî ku ew bê ser avê. Ew bi teqil bû û ez bi sebir bûm. Me weha di ber hev de dida.
Di wê bêdengiya li binê wê bilindahiyê de, bîhna gîha û deviyên bejî li ber sura bayî diket û ew nezarê ku di bin siya wê latê de di bin kimkimiya taswasekê de difetisî û bîhneke tûj li derûdora xwe belav dikir ku mirov ji ser hişê xwe ve dibir û xilmaşiyek bi yekî re çêdikir.
Ji nişka ve mêkeweke sûsik li ser avzêmê, li binya tûmekî xirnûbê xuya bû.
Kewê du caran nikulê xwe di avê dakir û qirika xwe ber bi ezmên ve qiyame kir. Ew bû mîna pêsîra çepê ya keçeke naşî.
Min devê çifteyê di qulika kozikê re dirêj kir û min ew û niçikê li serê lûleyê kirin yek... Serê pêsîrê ricifî, reqisî û dû re perpitî.
Bi girmîniyê re çend perik bi hewayê ketin û dixaneke wek gilokeke jihevdeketî bi ber çavên min ket; dû re, bînha bahrûdeke tûj tev li wê bîhna kovî ya binê wî zinarî bû û çemekî ji şîrê ji serê memikê keçekê herikî; ew tev li dimsa tiriyê mazrone bû û qirş û qalên gunehên navseretiya min bi xwe re herikand, ew bû berfdimskeke lewitî.
Ez bi awayekî duqatbûyî ji kozikê derketim û min ber bi termê kewê ve bazda. Ew li ser hêlekê ketibû û ling û bazikên wê xirxilî bûn. Berkurka wê wit î vala bû ku ew mîna lûlaveke derbûyî çilmisî bû…
Min xwe daqûl kir ku ez rahêlim nêçîra xwe; min dît ku 10–12 çêlkew ji dora termê kewê bûn zîbeq û pekiyan, her yek bi hêlekê de pengizî û bi ber wî çemê şîrê naşiyê ketin.
Bêyî ku ez rahêlim kewa li erdê, min li wan temaşe kir û ez di bêdengiya gomikên wî çemî de vegevizîm…
Çavên min û yên çêlkewekê ji wan çêlkewan ket hundirê hevdu. Çavên wê di çavên min de biriqandin, xirekek bi ser şîrê çemê keçikaniyê ket; wê xofeke bêhawe bi min re çêkir. Ez ricifîm. Qutifîm. Sar sekinîm.
Dû re, ew bi yek hilmê çû xwe di nav çaviya deviyeke hizîzkê de veşart.
Min xwe li ber termê kewa li erdê bera ser tutukan da; min cixareyek pêça û agir pêxist; min gulpeke mezik kişand pişika xwe û berneda…
Ez kûr çûm û li ber çavên min rewrewkek çêbû. Ez nizanim bê ez difikirîm yan jî min li wê nuxteya xumam dinêrî ku ji wê kêliyê dûr bûbûm.
Bêyî ku ez rahêlim kewê, ez ji ber serê wê rabûm û min wê gavê, li ba xwe ahd kir ku ez ê nema nêçîrê bikim.
Ez bi bîstgavekî bi dûr ketim û min dîsa li dû xwe nêrî. Ew çêlkewên ku gavkek berê ji ber heybeta min baz dabûn, dîsa vegeriyabûn ser termê maka xwe, bi nikulên xwe yên turûncî ew ditiktikandin.
Enwer Karahan


