Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Destana Şêx Seîd Destana Şêx Seîd ================================================================================ Enwer Karahan on 28 August, 2009 07:14:00 Cenga Şêx Seîd bo welat Ji Serhedê heta xelêt Bi tekbîr û nimêj, selat Dengê cengê çû rojhelat * Şoreş jê re wek cejn û îd Zagon bi Qur'an a mecîd Di xwend Qur'an şêxê cedîd Şoreşgerê xwedyê murîd * Serî rakir şêx bi civat Ji bo welat bike felat Bi azan û xwedin, zekat Dengê cengê çû rojhelat * Bo azadî dikir xebat Tu wext pê nedibû tebat Biser neket çi bobelat Nediskinî zehf bi lebat * Siwarê bozê rehwan î Di xwend qesîdej dîwan î Serwerê roja giran î Şêxê mi mîrê de'wan î * Rabûn li dij sazûman î Doza şêxêm kurdistan î Demsal bîst û pênc zeman î Xweda jê re li hev nanî * Şêxê min tu gelek berz î Di dilan ra kirin derzî Dil û cergên me derizîn Wek şûjina li dest terzî * Neyar agir berda welat Zilma zalim zeft kir xelat Wan şehîd kir şêxê welat Fîxan, feryad çû rojhelat * Neyar wek guran berizîn Can û cîger tev lerizîn Mal û milkê me tev dizîn Li gerdûnê pê gevizîn * Neyar rakiribû ferman Yado rakir toz ji çerman Xalit begê cibrî zeman Ji dozê ra ew bû derman * Zalima di gotin eman Yado mîrê hemû deman Cengawerê şêxê zeman Dilawêrê zêde yeman * Yado ji dozê re mêr bû Pehlewanek wekî şêr bû Serleşkerek zehf bikêr bû Ew lehenga pirr bixêr bû. * Îxanet kir zebanî yan Tevê cehş û biyanî yan Fêris, rûs û ecnebî yan Birin neft û çavkanî yan * Ji xezebê gel qerisîn Jehr û kîmyayê fetisîn Can û cesed tev tevizîn Xwîna gelê me wan misîn * Rabin ji xew ev çi hal e Me ne cih û me ne mal e Em man feqîr bêpergal e Zar û zimên tit û lal e * Zilmê rakin bigrin xelat Heta em xwe nekin felat Azad nabin j' zilma qewat Alê daynin birc û kelat Elmanya, 15.06.2006 Ebdurehîmê Mûşê dengbej@hotmail.de