Destana Şêx Seîd
Serî rakir şêx bi civat Ji bo welat bike felat Bi azan û xwedin, zekat Dengê cengê çû rojhelat
Cenga Şêx Seîd bo welat
Ji Serhedê heta xelêt
Bi tekbîr û nimêj, selat
Dengê cengê çû rojhelat
*
Şoreş jê re wek cejn û îd
Zagon bi Qur'an a mecîd
Di xwend Qur'an şêxê cedîd
Şoreşgerê xwedyê murîd
*
Serî rakir şêx bi civat
Ji bo welat bike felat
Bi azan û xwedin, zekat
Dengê cengê çû rojhelat
*
Bo azadî dikir xebat
Tu wext pê nedibû tebat
Biser neket çi bobelat
Nediskinî zehf bi lebat
*
Siwarê bozê rehwan î
Di xwend qesîdej dîwan î
Serwerê roja giran î
Şêxê mi mîrê de'wan î
*
Rabûn li dij sazûman î
Doza şêxêm kurdistan î
Demsal bîst û pênc zeman î
Xweda jê re li hev nanî
*
Şêxê min tu gelek berz î
Di dilan ra kirin derzî
Dil û cergên me derizîn
Wek şûjina li dest terzî
*
Neyar agir berda welat
Zilma zalim zeft kir xelat
Wan şehîd kir şêxê welat
Fîxan, feryad çû rojhelat
*
Neyar wek guran berizîn
Can û cîger tev lerizîn
Mal û milkê me tev dizîn
Li gerdûnê pê gevizîn
*
Neyar rakiribû ferman
Yado rakir toz ji çerman
Xalit begê cibrî zeman
Ji dozê ra ew bû derman
*
Zalima di gotin eman
Yado mîrê hemû deman
Cengawerê şêxê zeman
Dilawêrê zêde yeman
*
Yado ji dozê re mêr bû
Pehlewanek wekî şêr bû
Serleşkerek zehf bikêr bû
Ew lehenga pirr bixêr bû.
*
Îxanet kir zebanî yan
Tevê cehş û biyanî yan
Fêris, rûs û ecnebî yan
Birin neft û çavkanî yan
*
Ji xezebê gel qerisîn
Jehr û kîmyayê fetisîn
Can û cesed tev tevizîn
Xwîna gelê me wan misîn
*
Rabin ji xew ev çi hal e
Me ne cih û me ne mal e
Em man feqîr bêpergal e
Zar û zimên tit û lal e
*
Zilmê rakin bigrin xelat
Heta em xwe nekin felat
Azad nabin j' zilma qewat
Alê daynin birc û kelat
Elmanya, 15.06.2006
Ebdurehîmê Mûşê
dengbej@hotmail.de


