Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Mîrê Meclîs Mîrê Meclîs ================================================================================ Zinar Soran on 15 April, 2009 09:02:00 Mîrê Meclîs Digrî amed, dêrsim û zîlan Hineka girtî govend û dîlan! Qê nayê bîra wan geliyê zîlan! Hela binêrin li ecêbên giran! Enfal û helebçe, derdên giran Kîmya rijand, wan hov û guran Kuştin zarokan, dayîk û biran Hêstirê bariyan tije dikin bîran Kifş nîne gora rêber û pêşeng Nizanim çima tu ma ye bêdeng! Kanê kalê te, ew mîrê bi deng? Sêpiya hembêz kir wan li Amed Pêvebernedan, ji doza sed sala Meşiyan di rêya ew bav û kala Serî dananîn ji sîtema kedxwara Bûn Şehîd bi destê ewan sewala Serî rakirin wan wekî lehenga Li serhed û amed di kirin cenga Ji bo ku rakin sîtem û zenga Ecêbên giran hûn man in bêdeng! Serî rabikin, xwe nekin telîs Rabin ser xwe bib mîrê meclîs Ger hûn rabin, hûn dibin reîs Eger ranebin, dirizin werîs Elmanya, 18.09.2008 Helbest: Ebdurehîmê Mûşê dengbej@hotmail.de