Malper | Kurdî | Kultur û Edebiyat | Helbest | Mîrê Meclîs

Mîrê Meclîs

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image EbdurehîmêMûşî

Digrî amed, dêrsim û zîlan Hineka girtî govend û dîlan! Qê nayê bîra wan geliyê zîlan! Hela bi nêrin li ecêbên giran!

 

 

 

 

 

 

 

Mîrê Meclîs

Digrî amed, dêrsim û zîlan
Hineka girtî govend û dîlan!
Qê nayê bîra wan geliyê zîlan!
Hela binêrin li ecêbên giran!

Enfal û helebçe, derdên giran
Kîmya rijand, wan hov û guran
Kuştin zarokan, dayîk û biran
Hêstirê bariyan tije dikin bîran

Kifş nîne gora rêber û pêşeng
Nizanim çima tu ma ye bêdeng!
Kanê kalê te, ew mîrê bi deng?
Sêpiya hembêz kir wan li Amed
 
Pêvebernedan, ji doza sed sala
Meşiyan di rêya ew bav û kala
Serî dananîn ji sîtema kedxwara
Bûn Şehîd bi destê ewan sewala

Serî rakirin wan wekî lehenga
Li serhed û amed di kirin cenga
Ji bo ku rakin sîtem û zenga
Ecêbên giran hûn man in bêdeng!

Serî rabikin, xwe nekin telîs
Rabin ser xwe bib mîrê meclîs
Ger hûn rabin, hûn dibin reîs
Eger ranebin, dirizin werîs


Elmanya, 18.09.2008
Helbest: Ebdurehîmê Mûşê
dengbej@hotmail.de

2009 © - Designed by Infonavia