Malper | Kurdî | Kultur û Edebiyat | Helbest | Wefata Mele Seîdê Kurdî

Wefata Mele Seîdê Kurdî

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Mele Seîdê Kurdî

Ev helbesta li jêrê, ji aliyê Evdilqadir Bingolî ve ku wek Evdilqadirê Cizîrî tê naskirn, hatiye nivîsandin. Di vêjeya Medreseya Kurdî de, ji vî awayê helbestê re "texmîs" tê gotin, ango "pênckok" . Texmîs, di klasîkên kurdî de pir têne xuya kirin. Evdilqadir Cizîrî ev li ser helbesta Seyît Eliyê Findikî hûnaye.

 

 

 

 

Ev helbesta li jêrê, ji aliyê Evdilqadir Bingolî ve ku wek Evdilqadirê Cizîrî tê naskirin, hatiye nivîsandin. Di vêjeya Medreseya Kurdî de, ji vî awayê helbestê re ”texmîs” tê gotin, ango ”pênckok” . Texmîs, di klasîkên kurdî de pir têne xuya kirin.  Evdilqadir Cizîrî ev li ser helbesta Seyît Eliyê Findikî hûnaye.

Weke ku tê zanîn, Seyîd Eliyê Findikî ev helbest li ser wefata Mele Seîdê Kurdî nivîsiye. Evdilqadir Cizîrî jî sê rêz li her malikê zêde kiriye û wek texmîs hûnaye.

Helbest neh malik in, her sê rêzên pêşî yên bi rengê şîn yên Evdilqadir Cizîrî ne, du rêzên dawî jî  yên bi rengê reş jî yên Seydayê gorbihişt Mele Eliyê Findikî ne.
 

WEFATA MELE SEÎDÊ KURDÎ

Ma dizanî ber çi her rondik ji çavan rêz dibî,
Her dem û daîm dinalim, şev heta danê sibî.
Wer bipirs da tu ji vê raza ecaîp hîn bibî:
Ey dilê meskenê derdan, ma tu zanî ku çibî?
Ew Seîdê can fida j'dînê mera j'kîsê me bî.
        
Canfida bû qehreman bû, dest bi şûrê ilmê dîn,
Nur dixwend û Nur dirêt û her zaman û an û hîn.
Ger bixwazî wî binasî, wer Risalên wî bibîn.
Beyreqa ku wî hilanî jibo vî dînê mubîn.
Me çiqa pirsî û seh kir vê demê kes dî nebî.
 
Kes nemabû dîn vegota wê dema zulm û zecir,
Nalenala ehlê dîn bû, ehlê dil, ehlê zikir,
Ew li ber wê zulma rabû lê bi tedbîr û sebir,
Çepera dîn girtibû, pakî ji keskî nedikir,
Heq dizanî, heq digot û heq dikir; herdem we bî.
 
Tirs nebû jê ra ji lewra bê sekin, daîm digot,
Her kesê carek bidîta kufr û nîfaq jê dişot,
Sohbeta wî ya mibarek cerg û mêlak tê disot,

Ew dikana ku wî danî, ew metaê difirot,
Ew li Şam û Misr û Bexdayê niho peyda nebî.
 
Ne li Delhî, ne li Tehran, ne li Şîraz, ta Giver,
Yek nebû ehlê diyanet lê kira qêr û mefer.
Sal hezar û nehsedû şêst, mahê rojî, dem seher,
Çû wetat kir, çi mûsîbet! Sedhezar rehmet li ser,
J'ehlê vî dînê mûbîn ra çi nimûnek taze bî. 
 
Cadeyek nû wî vedanî boyî xortên ummetê,        
Ew di Barla û Emîrdax xerq dibû nav xizmetê
Wî di umrê xoy ezîz da guh nedabû lezetê,

Sêsed û heftî û neh piştî hezarê Hicretê,
Dergehê baxê Biheştê keremê l'ber wî vebî
 
Ebû Cehlên vî zemanî, zalimên hêc û bitir,
Şandibûn Afyon û Barla, Qestemon û Eyrîdir.
Ew gula Kurdên reben bû, lê nehiştin ew li vir.

Ew li Nursê hate dinya, wî li Urfayê wefat kir,
Ew şehîr bû, ew bedî' bû, ez çi bêm, serdeste bû. 
 
Sahibê "İlmê Ledûn" bû, dafi'ê hizna beşer,
Xwendina Nûra Îlahî nedida zêr û zeber,
Firqeta Wî em helandin sed hewar, ax û keser,

Ey Seîdê herdu dinya, dîtina te bû keder,
Em j'Xwedayê xwe dixwazin: L'axretê em l'cem te bî. 
 
Em ji derdê firqeta Wî bûne jar, bûne zebûn,
Şubhetê mecnûn dinalîn qet nema sebr û sikûn,
"Dilkula!" firset li dest e, wer Risalê Nûr bixûn!
Ey 'Elî, ger çi Seîd çû, lê Rîsalê Nûr neçûn,
Sed emanet min li te, da tu ji wan mehrûm nebî.
 
 
Evdilqadir Cizîrî
abdulkadirbingol@gmail.com

 

2009 © - Designed by Infonavia