Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Xayîne Felek Xayîne Felek ================================================================================ Zinar Soran on 14 March, 2009 01:54:00 Xayîne Felek Çi bikim xayîne felek Derdê me pirr zehf û gelek Çar hêlê me bûnin xelek Keştî çûne man e kelek * Ew keştî ya ez di bêjim Ji bo wê ez kerr û gêj im Ji min dûr e, ez nagêjim Keştî çûne man e kelek * Yek peyman e, yek lozan e Bi derdê me kî di zane Milletê axir nezan e Keştî çûne man e kelek * Nexiyal in, gelek rast e Pirr zelal e, weke mast e Ji kerbê wî bûm e mest e Keştî çûne man e kelek * Hekîmê Loqman nizane Birîndar tenê di zane Cîger danin ber gezan e Keştî çûne man e kelek * Pirr dijwar in neyar gelek Kom bûbûn li qesra belek Jêbirin welat ji xelek Keştî çûne man e kelek Elmana, 17.06.2007 Ebdurehîmê Mûşê dengbej@hotmail.de