Xayîne Felek
Çi bikim xayîne felek / Derdê me pirr zehf û gelek / Çar hêlê me bûnin xelek / Keştî çûne man e kelek
Xayîne Felek
Çi bikim xayîne felek
Derdê me pirr zehf û gelek
Çar hêlê me bûnin xelek
Keştî çûne man e kelek
*
Ew keştî ya ez di bêjim
Ji bo wê ez kerr û gêj im
Ji min dûr e, ez nagêjim
Keştî çûne man e kelek
*
Yek peyman e, yek lozan e
Bi derdê me kî di zane
Milletê axir nezan e
Keştî çûne man e kelek
*
Nexiyal in, gelek rast e
Pirr zelal e, weke mast e
Ji kerbê wî bûm e mest e
Keştî çûne man e kelek
*
Hekîmê Loqman nizane
Birîndar tenê di zane
Cîger danin ber gezan e
Keştî çûne man e kelek
*
Pirr dijwar in neyar gelek
Kom bûbûn li qesra belek
Jêbirin welat ji xelek
Keştî çûne man e kelek
Elmana, 17.06.2007
Ebdurehîmê Mûşê
dengbej@hotmail.de


