Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Çarîn Çarîn ================================================================================ Kemal Burkay on 02 April, 2009 04:25:00 Ew tiştên berê çûn û cardin wek berê nabe Dara rizî, gula çilmisî cardin venabe Hertişt bi dem û dor e û tim li pêş e hêvî Zeman wek avên çeman e, borî ducar nabe * * * Di zibil da bîhna gulê bi çi ra dibe Çol mezin be çem jî tê da winda dibe Ew hosteyên ku li welatê famkoran jîn Hêfa wan, malê bê miştêrî çi ra dibe * * * Mirovo ev ax, ev çol û çiya warê te ye Zarotîya te li vir derbaz bû, wek sîngê dîya te ye Çiqas delal be, bi zêr û zîv, bi gul xemilî be jî Welatê xelkê te bextewar nake, ne yara te ye * * * Mirovo, tu berê dinyayê nagrî, çavtêr be Di zeman û mekan da ci û para te ev e Ji çavbirçitî û xem jîyana xwe jehr neke Piştî mirinê ne şa ne xem-xeyal dimîne * * * Ne diçim camîyê, ne cemê, olperest nin im Guh nadim mal û milkê dinê, pûlperest nin im vîndarê ronîyê me, hosteyê delalîyê Ez ne bende me, wek erd-avê me, diefrînim * * * Hoste dızane kîjan mori ye, kîjan mirari Zêrker ji hev dike zêrê zer û tûnc û sifarî Ji ramanê kûr, şiêra delal herkes fêm nake Û xwedê zane bawermendê rast û sextekarî * * * Tiştê ku ne hatîye gotin û nivîsîn çi ye? Dil ji şahi û xema jîyanê êdî têr bûye Li dinyayê gerîm, pir tişt dît, bihîst, tam kir û jîm Şêstî sal dirêj e, ji wê dirêjtir ji bo çi ye? * * * Hevalo, ev êvara bêdeng çiqas delal e! Hewa hênîk e, pel nalive, ezman zelal e Ne barê bîranînan, ne xema rojên wê bên Bes dilşahîyek, wek ya mêşê, gîya-nefel e * * * Li vê dinyayê gelek bom û bodele heyranê post in Bi dû pûl û pere diçin, bê dil, bê mêjû û bê dost in Bo hinan tac û text, bo hinan zêr û zîv giranbuha ye Ê min jî ku heye tune, ev çend kilam, raman û rist in * * * Min dît bi hezaran kes bi dû dîn û bodelekî diçin Diz û derewînan ra çepik lê dixin, xwe didirînın Şaş nebe bavo, metel nemîne, halê dinyayê ev e Ew mirov in ku pûtê ga çê dikin, li ber secde dikin