Çarîn
Ew tiştên berê çûn û cardin wek berê nabe / Dara rizî, gula çilmisî cardin venabe / Hertişt bi dem û dor e û tim li pêş e hêvî / Zeman wek avên çeman e, borî ducar nabe /
Ew tiştên berê çûn û cardin wek berê nabe
Dara rizî, gula çilmisî cardin venabe
Hertişt bi dem û dor e û tim li pêş e hêvî
Zeman wek avên çeman e, borî ducar nabe
* * *
Di zibil da bîhna gulê bi çi ra dibe
Çol mezin be çem jî tê da winda dibe
Ew hosteyên ku li welatê famkoran jîn
Hêfa wan, malê bê miştêrî çi ra dibe
* * *
Mirovo ev ax, ev çol û çiya warê te ye
Zarotîya te li vir derbaz bû, wek sîngê dîya te ye
Çiqas delal be, bi zêr û zîv, bi gul xemilî be jî
Welatê xelkê te bextewar nake, ne yara te ye
* * *
Mirovo, tu berê dinyayê nagrî, çavtêr be
Di zeman û mekan da ci û para te ev e
Ji çavbirçitî û xem jîyana xwe jehr neke
Piştî mirinê ne şa ne xem-xeyal dimîne
* * *
Ne diçim camîyê, ne cemê, olperest nin im
Guh nadim mal û milkê dinê, pûlperest nin im
vîndarê ronîyê me, hosteyê delalîyê
Ez ne bende me, wek erd-avê me, diefrînim
* * *
Hoste dızane kîjan mori ye, kîjan mirari
Zêrker ji hev dike zêrê zer û tûnc û sifarî
Ji ramanê kûr, şiêra delal herkes fêm nake
Û xwedê zane bawermendê rast û sextekarî
* * *
Tiştê ku ne hatîye gotin û nivîsîn çi ye?
Dil ji şahi û xema jîyanê êdî têr bûye
Li dinyayê gerîm, pir tişt dît, bihîst, tam kir û jîm
Şêstî sal dirêj e, ji wê dirêjtir ji bo çi ye?
* * *
Hevalo, ev êvara bêdeng çiqas delal e!
Hewa hênîk e, pel nalive, ezman zelal e
Ne barê bîranînan, ne xema rojên wê bên
Bes dilşahîyek, wek ya mêşê, gîya-nefel e
* * *
Li vê dinyayê gelek bom û bodele heyranê post in
Bi dû pûl û pere diçin, bê dil, bê mêjû û bê dost in
Bo hinan tac û text, bo hinan zêr û zîv giranbuha ye
Ê min jî ku heye tune, ev çend kilam, raman û rist in
* * *
Min dît bi hezaran kes bi dû dîn û bodelekî diçin
Diz û derewînan ra çepik lê dixin, xwe didirînın
Şaş nebe bavo, metel nemîne, halê dinyayê ev e
Ew mirov in ku pûtê ga çê dikin, li ber secde dikin


