Malper | Kurdî | Kultur û Edebiyat | Konferansên Enwer Karahanî bidawî bûn

Konferansên Enwer Karahanî bidawî bûn

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image

Konfersansên bi navê "Di edebiyata kurdî de çîrokên Enwer Karahanî û çîroknivîskariya wî" di 11ê nîsanê de li Diyarbekirê û di 12ê nîsanê de jî li Mêrdînê hatin lidarxistin. Konferansa li Diyarbekirê li salona belediyeyê ya sînemayê pêk hat û ya Mêrdînê jî li Kitêbxaneya (Cafe) Leylanê hat li darxistin.

Konferans bi moderatoriya nivîskar û helbestvan Berken Berehî hat vekirin û bi dorê Hesenê Dewrên, Berken Bereh û Elî Fikrî Işik li ser çîrokên Enwer Karahanî hûr bûn. Hesenê Dewrêş  di analîza xwe ya berfirah de li ser têkiliyên di navbera kultur û adetên kurdan de û tesîra li ser qahremanan kir û balkişand ser hişê civatê ya di vî warî de û dû re jî berê xwe da  bikaranîna alavan ya di tevna çîrokên Karahanî de. Hesenê Dewrêşî balkişand ser çar temayên ku di çîrokên Karahanî de û ew yek bi yek rave kirin. Herweha Dewrêşî balkişand ser îronî û tirajediya qahremanên çîrokên Karahanî, ya di xurtbûna tevna çîrokên de.

Li dû Hesenê Dewrêşî, Berken Bereh axifî û wî bi tevayî qala çîrokên Karahanî kir û bal kişan ser wê yekê bê bi çîrokên Karahanî re çi tesîr di pêşketin û bikaranîna teknîka formeke nuh di çîroka kurdî de livya ye. Berehî balkişand ser wê yekê ku Karahanî di destpêkê de xwe sipartiye  çîrokên li ser esasê bûyeran, lê piştî demeke wî xwe ji wê formê bi dûr xistiye û di çîroknivîskariya xwe de bûya xwedî teknîkeke nûjen û kitêbxaneya kurdî bi çîrokên nûjen xemilandiye.

Bereh bi berdewamî li ser çîrokeke Karahanî ya bi navê ”ZÎn”ê sekinî û destnîşan kir ku ev çîrok hem ji alî hûnandin, hem jî ji alî mijarê ve û hem jî ji alî bikaranîna zimên ve çîrokeke xwedî sitîleke xweser û nûjen e. Berehî got ku ev çîrok dest dide ku her kesek li gora zanîn û têgihîştina xwe peyamên cûda jê derbixe. Ji ber ku ev tekst xwedî wateyên piralî ye û ne serî û ne jî binî diyar dike ku ev çîrok divê ji ku dest pê bike, loma jî mirov ji her aliyê vê tekstê ve dikare dest bi destpêkeke nuh bike.

Li dû Berehî Elî Fikrî Işikî mafê axaftinê wergirt. Işikî jî bal kişan ser tesîra edebiyatê bê ew çawa bîra civakê serûbin dike. Elî Fikrî dû re jî li ser çîrokên Karahanî bi dûr û dirê rawestiya û bi hûrbijêrî li ser wan metnan sekinî bê ew çawa metnên edebî û felsefî ne û di çîrokên Karahanî de têkiliya qeder û azadiyê çi ye vegot. Elî Fikrî Işik bal kişan ser hêlên çîrokên Karahanî yên femînîn û çîroka ”Dara bêgul” wek îspata vê yekê destnîşan kir û li dû  wê jî bala temaşevanan kişand ser hêlên nivîskêr yên îronîk, estetîk û çawayiyên bikaranîna forma çîrokan ya di edebiyata kurdî de.

Herî dawiyê jî Enwer Karahanî sipasiyên xwe ji bo organîzeya konferansê û ji bo beşdaran diyar kir û kitêbên xwe ji xwendevanên xwe re îmze kirin.
2009 © - Designed by Infonavia