Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Daxuyanî Kemal Burkay xatir ji kurdên Swêdê xwest! ================================================================================ Zinar Soran on 02 July, 2011 09:39:00 Di vê dema ku cenabê te vedigere welêt, daxwazên neteweyî yê neteweyê Kurd daketiye sewiyeyek herî nizim. Gava cenabê te herî welêt bê guman wê gelek rojnamevan û televeziyon bixwazin bi we re bipeyive. Şik jê tune ye ku tu dê bîr û baweriyê xwe yên di ware daxwazên neteweyî û demokratîk de bibêje; lê em dê pê kêfweş bibin ku cenabê te bibe qasidê hinek fikir û mesajên me jî. Eger hat û wezna wê hat, tu dikare bibêje rewşenbîr û nivîskarên kurd yên ku hê jî li Swêdê dijîn weha difikirin: Semînerek ji Serdar Roşen ================================================================================ Zinar Soran on 27 October, 2011 12:21:00 Serdar Roşan di 2011-11-05an de li lokala Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, li ser "Ziman: Di prosesa netewebûnê de wasiteya asîmîlasyon, cudabûn û yekitiya milî" de semînerekê amade dike. Bi xêr werin! Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê ROJA RESAMAN ================================================================================ Zinar Soran on 23 October, 2011 08:56:00 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêde û Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê di 20011-11-19an de li lokala Kitêbxaneya Kurdî li Stockhomê roja resamên kurd amade dikin. Zarokên kurdan bê kurdî nehêlin! ================================================================================ Zinar Soran on 12 September, 2011 05:07:00 Di vê dema ku rojhilata navîn bi bûyerên mezin dikele û nexşeya vê heremê ya siyasî ji nû vê tê neqişandin, neteweyê kurd, ji derveyî beşê başûrê Kurdistanê, ji hemû mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û kulturî bêpar e. Ev trajediyeke mezin e; ji bo dinyaya medenî rûreşiyek e ku nayê qebûl kirin. Semînerek li ser Selahaddînê Eyyûbî ================================================================================ Zinar Soran on 06 May, 2011 09:21:00 Di 2011-05-14an de, bi amadekariya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, nivîskar û wergêr M. Emîn Narozî li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê semînerekê li ser Siltan Selahaddînê Eyyûbî amade dike. Semînera Têmûrê Xelîl ================================================================================ Zinar Soran on 13 February, 2011 05:35:00 Di 2011-02-26an de, bi amadekariya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, nivîskar Têmûrê Xelîl li navnîşana nû ya Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê semînerekê li ser "Rewşa zimanê kurdî li komarên Soveyeta berê û niha" amade dike. Li Swêdê li ser medyaya kurdî di înternetê de civînek pêkhat ================================================================================ Zinar Soran on 28 April, 2009 04:45:00 Di roja 25.04.2009´an li Stockholmê di lokala ABF ê de, ji bo sed û yanzdemîn salvergera rojnamevaniya kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stocholmê, bi hev re civînek pêkanîn. Kurd1 dest bi weşanê dike ================================================================================ Zinar Soran on 19 April, 2009 10:44:00 Televîzyona serbixwe Kurd1 dê 27ê nîsanê dest bi weşana rojane bike. Ew ê roja duşemê saet di 18.00an de (dema Diyarbekirê), bi bernameya zarokan (Keskesor) dest pê bike. Kanala nû dê bi dû re Dersa Kurdî, rêzefîlma Tropico, danasîna bernameyên xwe, fîlma Doktor Jîvago û konsera hunermend Mîkaîl Aslan biweşîne. Konsera hunermend Ciwan Haco (çarşem) û du fîlmên din ên navdar, Antwone Fisher (sêşem) û X-Men (înî), dê di hefteya yekem de bên pêşkêşkirin. Semîner û panelek li ser medyaya kurdî di internetê de ================================================================================ Zinar Soran on 11 April, 2009 08:21:00 Bi minasebeta salvegera roja rojnamegeriya kurdî, Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê semînarek û panelekê li ser medyaya kurdî ya internetê çê dike. Bi mamosteyên kurd re konferansek li ser zimanê zikmakî ================================================================================ Zinar Soran on 03 April, 2009 11:18:00 Federasyona Komeleyên Kurdistanê di 19yê nîsanê de konferansek li ser polîtika û stratejiyek hevbeş bo perwerdeya zimanê zîkmakî li Swêdê amade dike. Konferans ji bo her mamosteyê kurd û kesên ku bi vê pirsê re eleqeder in re vekiriye.