Daxuyanî
Li Swêdê li ser medyaya kurdî di înternetê de civînek pêkhat
Di roja 25.04.2009´an li Stockholmê di lokala ABF ê de, ji bo sed û yanzdemîn salvergera rojnamevaniya kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stocholmê, bi hev re civînek pêkanîn.
Kurd1 dest bi weşanê dike
Televîzyona serbixwe Kurd1 dê 27ê nîsanê dest bi weşana rojane bike. Ew ê roja duşemê saet di 18.00an de (dema Diyarbekirê), bi bernameya zarokan (Keskesor) dest pê bike. Kanala nû dê bi dû re Dersa Kurdî, rêzefîlma Tropico, danasîna bernameyên xwe, fîlma Doktor Jîvago û konsera hunermend Mîkaîl Aslan biweşîne. Konsera hunermend Ciwan Haco (çarşem) û du fîlmên din ên navdar, Antwone Fisher (sêşem) û X-Men (înî), dê di hefteya yekem de bên pêşkêşkirin. ...Semîner û panelek li ser medyaya kurdî di internetê de
Bi minasebeta salvegera roja rojnamegeriya kurdî, Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê semînarek û panelekê li ser medyaya kurdî ya internetê çê dike. ...Bi mamosteyên kurd re konferansek li ser zimanê zikmakî
Federasyona Komeleyên Kurdistanê di 19yê nîsanê de konferansek li ser polîtika û stratejiyek hevbeş bo perwerdeya zimanê zîkmakî li Swêdê amade dike. Konferans ji bo her mamosteyê kurd û kesên ku bi vê pirsê re eleqeder in re vekiriye. ...Sersaxî ji bo endamê me Serdar Roşan
Eliyê Mele Tehar ku bavê endamê me Serdar Roşan e berî bi sê rojan li Diyarbekirê wefat kir. Em êşa kekê Serdar par ve dikin û sersaxiyê ji wî û malbata wî re dixwazin. Komeleya Nivîskaran (KNKS)...Nameyeke vekirî bo Mesûd Barzanî û Celal Talabanî
Grubek mirovên kurd ku piraniya wan li Ewropayê dijîn bi însiyatîva Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê nameyeke vekirî bo serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Mesûd Barzanî û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê Celal Talabanî nivîsandine û tê de hem spasiya wan dikin û hem jî daxwaza yekîtiyê li herduyan dikin. Teksta nameyê û lîsteya kesên ku name îmze kirine li jêrê ye. ......
