Li Swêdê li ser medyaya kurdî di înternetê de civînek pêkhat
Di roja 25.04.2009´an li Stockholmê di lokala ABF ê de, ji bo sed û yanzdemîn salvergera rojnamevaniya kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stocholmê, bi hev re civînek pêkanîn.
Â
Li Swêdê li ser medyaya kurdî di înternetê de civînek pêkhat
Di roja 25.04.2009´an li Stockholmê di lokala ABF ê de, ji bo sed û yanzdemîn salvergera rojnamevaniya kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Kitêbxaneya Kurdî li Stocholmê, bi hev re civînek pêkanîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin li rojnamevanên şehîd û hemû şehîdên Kurdistanê, civîn ji alîyê rojnamevan Lorîn Berzencî ve hat birêvebirin. Rojnamevanên panelîst, Eşref Okumuş, Newzad Elî Ehmed û Ekrem Onen bûn.
Berê ku rojnamevanên panelîst dest bi axaftina xwe bike, berpirsê Kitêbxaneya Kurdî Newzad Hirorî , li ser karên Kitêbxaneyê li ser endeksa (nîşaker) rojname û kovarên kurdî agahdarî da. Hema hema li ser hemû kovarên kurdî û rojnameyên zimanên dî ku li ser kurdan e, di lîsteya endeksê de agadariyên bi tefawirat hebû. Kesên bixwaze dikare di malpera Kitêbxanya Kurdî de xwe bigîhîne wan kovar û rojnameyana.
Rojnanamevan Newzad Elî Ehmed, lêkolîna xwe li ser malperên kurdî ku bi tîpên aramî (Erebî) bikartinin kiribû. li Kurdistana Rojhilat, Kurdistana Başûr û Rojava yê tîpên aramî bikartînin . Li gor gotina Newza Elî, hin malperên Kurdî li başûr, rojhilat û rojavayê Kurdistanê bi tîpên latînî jî henin, lê xelkekî gelek kêm beşdarî li wan malperan dikin. Newzad Elî, di rojnamevaniyê de giraniyek mezin da ser hewal (xeber) wenê û usluba nivîsandinê. Got:
"Eger di rojnameyek de heval tunebe, ev rojnameya ne rojnameye. Di malper û rojnameyên kurdî de wêne hene, lê ji ber ku ji hev kopîya dikin ne bi kalîtene. Her wisa divê zimanê nivîsandina hevalan li gel nivîsên siyasî û kulturî cuda be, di warê usluba nivîsandinê de kêmasî gelekin." Di berdewamiya axavtina xwe de got:" Malperên Kurdên Rojhilat, zêdertir girîngî bi gotaran dide, hewal kêmin, nakokîyên siyasî di navbera kurdên Rojhilat de tesîrek negatîv li ser rojnamevaniyê wan kiriye. Maperên Kurdên rojava jî piranî zimanê erebî bikar tînin."
Rojnamevan Ekrem Onen jî li ser malperên kurdî yê bi zaravên kurmancî , lêkonîn û istatîstîkek gelek balkêş çê kiribû. Wek numûne, di kîjan malperê de 100´î çendê nivîsan hewal (nûçe) ne, çendê wan nivîsên kulturî, siyasî, civakî ne û çendê wan analîzin. Her wisa qiyasa intervju û roportajan jî di malperan de dabû ber hev.
Li gor lêkolîna Onenê, têkilya xwendevanan di medya û malperên Kurdî de gelek kêm e. Tenê di 2-3 malperên kurdî de hene. Tespîtek wî yên din jî ew bû ku hema hema hemû malperên kurdî hîtabên kesên umrên wan ji 30´î wedatir dike. Onen jî qala wêneyan kir û got; "Pir caran medyaya kurdî wêneyan ji medyaya tirkan digrên û medaya Tirkan jî gava tê ser mesela kurdan, wêneyên xerab diweşînin û ew jî mesajek xerab dide raya giştî." wek nimûne jî di hevdîtina Ahmet Turk û Ubamayê di parlamena Tirkiyê de wêneyê ku Ahmet Turk xwe li ber Ubamyayê tewandibû nîşan da.
Rojnamevan Eşref Okumuş jî bi taybetî li ser 3 rojnameyên ku li Kurdistana Başûr tên weşandin sekinî. Li gor Eşref okumuş jî rojname, kovar û bi giştî medaya kurdî ji % 95`ên wan ser bi rêxistinên siyasî ne. Tenê ji % 5´ê wî serbixwe, sexsî yan jî hîse ne. Okumuş navê sê rojnameyan da ku ji xwe re dibêjin ew ne bi ser tu rêxistinên siyasî ne, ewana jî Awêne, Livîn û Hawelatî bûn ku di sala 2008`an de li gel wan hevdîtin pêkanîbû.
Okumuş qala wê kir ku ji ber hin nivîs û nûçeyên wan gelek caran mehkeme li wan hatiye vekirin û di wî warî de tûşê astengiyan bûne. Dîsa qala hin detayên wan rojnaman jî kir wekî çend rûpelin, beşên wan yên spor û magazînê û her wisa çend kes têda dixebitin…
Okumuş, qala tehdîtên li ser wan rojnameya jî kir ku berpirsyarên wan rojnameyana îdea dikin. Wek nimûne jî plana kuştina Ehmed Mîranî da ku ji bo wî jî ji aliyê Asayişê ve 2 kes hatine girtin û li gor tehqîqata Asayişê tu hêzên siyasî ne li pişt plana kuştina Ehmed Mîranî bûne.
Okumuş, di berdewamiya axavtina xwe de Got: " Berpirsên her sê rojnameyan jî, ji derçûna yasaya rojnamevanîyê li Kurdistana Başûr dilxweşin, tehdîtên li ser wan kêm bûne, nuha yek rojnamevan jî di zîndanên Kurdistanê de tuneye, piraniya rojnameyan alîkariya madî ji hukumeta herema Kurdistanê digrin."
Okumuş, bo rojnamevaniya kurdî xweşbîniya xwe jê anî ziman û got: " Li kurdistana azad de elementên pir jî baş heye ku di rojnaman de rexneyên gelek tûj jî tên kirin." ewî bo azadbûna rojnamevanîya kurdî tiştekî wek destpêkek nîşan da.
Civîn bi pirs û bersîvan ve dewlementir bû. Piranîya beşdaran ji bo qalîteya civînê dilxweşiya xwe anîn ziman, ji bo rojnamevanên panelîst, rêvebirê civînê û ji bo amadekarên civînê spasiyên xwe pêşkeş kirin.

Stokholm/ Kovan Amedî
www.niviskar.se


