Kurd1 dest bi weşanê dike
Televîzyona serbixwe Kurd1 dê 27ê nîsanê dest bi weşana rojane bike. Ew ê roja duşemê saet di 18.00an de (dema Diyarbekirê), bi bernameya zarokan (Keskesor) dest pê bike. Kanala nû dê bi dû re Dersa Kurdî, rêzefîlma Tropico, danasîna bernameyên xwe, fîlma Doktor Jîvago û konsera hunermend Mîkaîl Aslan biweşîne. Konsera hunermend Ciwan Haco (çarşem) û du fîlmên din ên navdar, Antwone Fisher (sêşem) û X-Men (înî), dê di hefteya yekem de bên pêşkêşkirin.
Parîs, înî, 17.04.2009
Ji bo ragihandinê
Televîzyona serbixwe Kurd1 dê 27ê nîsanê dest bi weşana rojane bike.
Ew ê roja duşemê saet di 18.00an de (dema Diyarbekirê), bi bernameya zarokan (Keskesor) dest pê bike. Kanala nû dê bi dû re Dersa Kurdî, rêzefîlma
Tropico, danasîna bernameyên xwe, fîlma Doktor Jîvago û konsera hunermend Mîkaîl Aslan biweşîne.
Konsera hunermend Ciwan Haco (çarşem) û du fîlmên din ên navdar, Antwone Fisher (sêşem) û X-Men (înî), dê di hefteya yekem de bên pêşkêşkirin.
Weşana rojane dê ji duşemê heta înîyê 8-9 saet; şemî û yekşeman jî, nêzîkî 20 saetan be. Televîzyona nû dê hewil bide ku berî dawîya salê bigihije rojê 24 saetan.
Bi serokatîya Kendal Nezan, ekîba Kurd1ê ji profesyonelên kurd û şêwirmendên ewropî pêk tê. Armanca vê televîzyona serbixwe û azad, weşana çandî û perwerdeyî ya ji bo hemû Kurdan e. Ew, bi reng, qalîte û dînamîzma bernameyên xwe yên bi zimanê xelkê û bi xweserî û pirrengîyê, dixwaze di nav kanalên kurdî de ji xwe re cîhekî li derveyî siyasetê veke.
Nezan got, "Em dixwazin ji temaşevanên kurd re pencereyeke nû vekin -- pencereyeke berfirehtir a ku ji çarçoveyeke kurdî li dunyayê dinêre." 
Bernameyên agahdarî, dîrok û çandê û yên zarok, sînema û sporê tê de cîhekî berfireh digirin. Bi slogana "Jiyan bi kurdî xweş e", Kurd1 dê ji bilî Dersa Kurdî û Keskesora rojane; heftane jî, Dîroka Me (yekşem) û bernameyeke rojnamevanîyê (pêncşem), yeka sînemayê (şemî), Dîmenên Jiyanê (yekşem), bernameya Şahî û Şadî (sêşem) û muzîk û konseran pêşkêş bike (Rêza bernameyên hefteya yekem, bi vê daxuyanîyê re hatiye şandin).
Bi şîrketên navneteweyî re peyman hatine girêdan û berhemên navdar ên Hollywoodê wek Mêrxas, Robin Hood, Serdema Qeşayê, Konanê Çavsor, Kulûbeya Telefonê, Pismamê Min Vinny, Gerdûna Meymûnan û Xwedê Yariyan Dikin jî dê bi kurdî bên weşandin. Fîlmên Yilmaz Güney û fîlmçêkerên din ên kurd dê mehê carekê bên pêşkêşkirin.
Kurd1, dê ji bilî fîlman, hefteyê du belgefîlman jî biweşîne. Belgefîlmên li ser xweza û heywanan, dê şeva şemî, bi yekemîn xeleka "Nêçîr û Nêçîrvan" ya bi dengê hunermend Şivan Perwer dest pê bikin. Yekemîn belgefîlma dîrokî/civakî "Rêya Dojeha Seddam" jî dê şeva yekşemê bêt weşandin. Ew li ser xebata ji bo peydakirina bermayîyên hinek ji nêzîkî 8 hezar Barzanîyan e ku li sala 1983yê ji alîyê hikûmeta Îraqê ve hatibûn bêserûşûnkirin.
Kurd1 li ser satelîta Hotbird 13° Rojhilat (Frekans 12245/H) weşanê dike. Navenda wê li Parîsê ye û ji aliyê Konseya Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Fransayê (CSA) ve hatiye qebûlkirin. Kanala nû ev salek e ku xwe ji bo weşanê amade dike. Fînansmana Kurd1ê ji sermayedarên serbixwe û rêxistinên çandî û civakî yên kurd e.


