Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Semîner û panelek li ser medyaya kurdî di internetê de Semîner û panelek li ser medyaya kurdî di internetê de ================================================================================ Zinar Soran on 11 April, 2009 09:21:00 Medyaya kurdî di internetê de Bi minasebeta salvegera roja rojnamegeriya kurdî, Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Swêdê semînarek û panelekê li ser medyaya kurdî ya internetê çê dike. Semînar dê li ser sê rojnameyên başûrê Kurdistanê be û dê ji aliyê rojnamevan Eşref Okumuşî bête pêşkêş kirin. Panel dê li ser malperên nûçeyan yên kurdî be û beşdarên wê dê rojnamevan Newzad Elî û Ekrem Önen bin. Rojnamevan Lorîn Berzincî panelê bi rê ve dibe. Roj: şemî 2009-04-25 Dem: 13.00 /16.00 Cî: ABF-huset, Sveavägen 41, Stockholm Hûn bi xêr bên.