Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Bi mamosteyên kurd re konferansek li ser zimanê zikmakî Bi mamosteyên kurd re konferansek li ser zimanê zikmakî ================================================================================ Zinar Soran on 04 April, 2009 12:18:00 KONFERANSA FKKS DIGEL MAMOSTEYÊN KURD LI SER POLITIKA Û STRATEJIYEK HEVBEŞ BO PERWERDEYA ZIMANÊ ZÎKMAKÎ LI SWÊDÊ Federasyona Komeleyên Kurdistanê di 19yê nîsanê de konferansek li ser polîtika û stratejiyek hevbeş bo perwerdeya zimanê zîkmakî li Swêdê amade dike. Konferans ji bo her mamosteyê kurd û kesên ku bi vê pirsê re eleqeder in re vekiriye. Em dixwazin di vê konferansê de pêwistiyên bo politika û stratejiya hevbeş niqaş bikin. Pirsgirêkên ku di warê xwendina zimanê kurdî de hene bînin zimên. Pêşniyarên mamoste û beşdaran li ser vê babetê werbigrin. Em hêvîdar in konferansa FKKS digel mamosteyên kurd serkeftî be û bi encamên hevbeş dawî were. Hûn hemû bi xêr werin! Li ser navê FKKS Şermin Bozarslan serminbozarslan@hotmail.com Mobil:073-6556715 Dem: Roja yekşemê 19/4 2009 Cî: Duvbovagen 59 Wext: 13.00-17.00 (Bas 118 ji Hallonberg, Rissne, 119 ji Solna, ji Backlura an 118 ji Vällingby û 118 û 119 ji Spangayê bo Mamrevägen) Wext: 13.00 – 17.00 www.fkks.se federasyon@hotmail.com PROGRAM 1.Vekirin 2. Di warê perwerdeya zimanê zîkmakî de ji hukûmet û dezgehên Swêdî em çi daxwaz bikin? 3. Pêşniyar û dîtîn li ser politika û stratejiya hevbeş. 4.Hevkariya di nav mamosteyên kurd û FKKS yê de çawa berdewam be? 5.Agahdarî li ser du projeyên FKKS ( Projeya Malbat, projeya ciwanan û agahdarî li ser beşa kurdî ya Folksamê). 6.Biryar li ser daxûyaniya konferansê. 7. Dawî