Çavpêkevtinek ligel Dr.Îbrahîm Remezan Zaxoyî
Îbrahîm zaxoyî: Sal a 1996-ê min hizirkir, ku ez rêziman a kurdî kirmancî bi nivîsim bi şîweyekî asan. Min jêder komkirin û min xuandin. 1-9-1996-ê,min dest bi nivîsîn a rêziman a kurdî kirmancî kir bi tîp ên kurdî latînî û ruhinkir bi ziman ê inglîzî û erebî û min tewawkir 4-9-1998-ê. Hat çapkirin li Dihokê bi harîkarî ya hin rewşenbîr ên hêja.
- Mamosta me divê tu xwe bidî nasîn bo xwendewarên hêja. Îbrahîm Zaxoyî: 1.Ez sal a 1923-ê ji dayk bûm li Zaxo yê. -Kengî te dest bi nivîsîna rêzimana kurdî kir? Îbrahîm zaxoyî: Sal a 1996-ê min hizirkir, ku ez rêziman a kurdî kirmancî bi nivîsim bi şîweyekî asan. Min jêder komkirin û min xuandin. 1-9-1996-ê,min dest bi nivîsîn a rêziman a kurdî kirmancî kir bi tîp ên kurdî latînî û ruhinkir bi ziman ê inglîzî û erebî û min tewawkir 4-9-1998-ê. Hat çapkirin li Dihokê bi harîkarî ya hin rewşenbîr ên hêja. -Çi pirtûkên din te nivîsîne? Îbrahîm zaxoyî: Min ders ên Ziman ê kurdî kirmancç li (Tensta) bi harîkarî ya (ABF) ê gotin hin şagird ên kurd sal a 2000-ê û min du pertûk nivîsîn yek xulek(a course) li ser zimanî û Elîfbê ya kurdî kirmancî. -Me bihîst te du pirtûkên rêzimanê nivîsîne bo zarokên kurd Îbrahîm: Belê, du bira yên hêja: Dîlan Salih û Ni ,imetî ji min xuaztin, ku ez binivîsim. Min nivîsîn û Dîlanî kompiyoterkirin û niha li weşanxane ya Spîrêzê ne, da bihên çapkirin. Xwezî hina harîkarî ya me kiriban bo çapkirin a herdu pertûkan li welatekî Ewrupî. Di her pertûkek ê de 67 rahênan (exercise) hene bo çespandin a babetan û li dawî ya herdu pertûkan de kilîla rahênanan jî heye. Min ferhenga 1400 jêder ên kurdî nivîsî. Her jêderek wek lêker û wek nav ê jêderî.wek lêker , ka têper e an têneper e; wate ya her jêderekê bi inglîzî û erebî û hevokek nivîsî wek lêker û wek nav ê jêderî bo her jêderekê. Hat çapkirin li weşanxane ya Spîrêzê li Dihokê Îsal. Min rêziman a kurdî kirmancî nivîsî bi tîp ên kurdî erebî û ruhin kir bi ziman ê erebî. Hat çapkirinê li weşanxane ya Spîrêzê li Dihokê Îsal. Min rêziman a kurdî kirmancî bi tîpên latînî nivîsî û ruhin kir bi ziman ê inglîzî û niha li weşanxane ya Spîrêzê ye bo çapkirinê. -Kengî te pila diktorayê wergirt? Îbrahîm: Li 7-4-2008-ê. -Li kîjan zankoyê? Îbrahîm: Li Zanko ya Cîhanî ya xuandin ên serekî ta ya Oxfordê li Petrûsburcê li Rosîya yê. -Çi bû nameya te ya doktorayê? Îbrahîm: Name ya min ,Pertûk ên min bûn.Min bo wan şandibûn li ser (Cêdê yan) berî çapkirinê. -Çin e hizrên te ser zimanê yekgirtî? Îbrahîm: Berî ziman ê yekgirtî divê, em zimanê kurdî kirmancî bikin 1.Divê kurd hemû tîp ên kurdî latînî bi kar bînin bo xuandinê. | ![]() Dr. Ibrahîm Remezan Zaxoyî li Unîversîta Petterborg |



