Konferansa li ser ziman û edebiyata kurdî
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, di dawiya meha îlonê de (2006)"Konfereansek li ser ziman û edebiyata kurdî" derbas kir. Ji nivîskar û lêkolînerên kurd yên li Swêdê mamoste M.Emîn Bozarslan, Reşo Zîlan, Malmîsanij û ji Fransayê lêkolîner Dr. Christina Allison (Lektor, Institut National des Langues et Civilisation Orientales) li ser mijarên cuda semîner dan.
Konferansa li ser ziman û edebiyata kurdî bi axaftina serokê KNKS Haluk Özturk ve dest pê kir û dûra konferansgêran gotarên xwe pêşkeş kirin. Di dawiya konferansê de, bi beşdariya nivîskar Malmîsanij, Reşo Zîlan û Dr. Christina Allisonê panelek hat derbaskirin bi rêvebiriya Laleş Qaso ve. Beşdarên konferansê pirsên guhdaran bersivandin. Di civînê de li dora 100 kesî amade bûbûn.Di destpêkê da mamosta M. Emîn Bozarslan li ser ”Huner di edebiyata kurdî ya folklorî da” qise kir û gelek nimûneyên hunerê ji êdebiyata devkî pêşkêş kirin. Dûra Dr. Christina Allisonê, ku bi xwe ingiliz e lê bi kurmanciyeke zelal gotara xwe ya bi navê ”Mirina zimanekî rind” pêşkeş kir. Xanim Allisonê bal kişande ser xeterên li pêş jiyana kurmancî û got eger weha dewam bike şansê mayîna zimanê kurmancî wê ji meydanê rabin. Wê bi taybetî bal kişande ser zordestî û qedexa ku dewleta tirk daniye ser zimanê kurdî. Li ser xetera asîmîlasyonê û rewşa kurdên Kurdistana bakur têda dijîn qise kir û ji bo çareseriyê hin tedbîrên li dijî asîmîlasyonê destnîşan kir. Wê got yek ji tedbîrên sereke û giring li dijî mirina kurmancî ev e: gereke malbatên kurd bi zarokên xwe re kurdî qise bikin.
Nivîskar û lêkolîner Malmîsanîj lêkolîneke xwe ya li ser weşangeriya kurdî û rewşa xwendina kurdî di nav kurdên Tirkiyê û Kurdistana bakûr da pêşkêş kir. Li gor agadariyên ku Malmîsanij raberî gudaran kir, rewşa çapemenî xwendewariya kurdî ew çend dilxweşker nebû, lê belê dîsa jî pêşketinek
heye gelekî bi sînor be jî...Piştre zimanzanê kurd Reşo Zîlan, ku du-sê roj berê ji Kurdistana Başûr vegeriyabû, li ser pirsa zimanê standard û resmiyeta zaraveyê soranî li başûrê Kurdistanê qise kir. Zîlan da xuyakirin ku niqaşên li ser “kîjan zarava bibe zimanê standart” hîna di salên 1920-30 da hebûn. Lê îro di rewşa nû ya azad da ev pirs bêtir ketiye rojevê. Zîlan raya xwe derbarî zimanê standart û pejirandina zaraveyekî kurdî wek zimanê standart de weha got; “Sazkirina zimanekï standart di proseseke dûr û dirêj da mumkun e, berî çêkirina zimanekî standart, gereke her zaravayek di nav xwe da bête standartîzekirin, gava pêşin eve e.
Konfereansa li ser ziman û edebiyata kurdî gelekî serketî hat pejirandin û lewma ji alî guhdaran ve daxwaza pêkanîna konferansên weha hat kirin.


