Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Xelîl Duhokî: Pêwîst e herdu zarava jî resmî bin Xelîl Duhokî: Pêwîst e herdu zarava jî resmî bin ================================================================================ Haluk Ozturk on 04 March, 2009 08:52:00 STOCKHOLM-26 tîrmeh 2008- Serokê berê yê KNKS, Xelîl Duhokî di hevdîtineke digel rêvebirên KNKS de, li ser rewşa Kurdistana başûr agadarî dan. Xasma pirsiyarên li ser kêşa resmiyeta zaravayan ronî kir. Gelo biryareke hukumeta Kurdistanê heye ku tenê zaravayê soranî wek zimanê resmî dipejirîne? Yan jî wê bipejirîne? Encamên biryareke weha wê çi bin? Gelo bi rastî jî pêşeroja kurmanciyê di xeterê de ye? Û gelek pirsên weha ji birêz Duhokî hatin kirin.Kek Xelîl Duhokî, ku bi xwe nuha li Kurdistana başûr dijî û di Wezareta Rewşenbîriyê de kar dike li ser van pirsan û li ser rewşa Kurdistana başûr bi giştî axifî. Ew, wek rewşenbîrekî xemxur ê çand û edebiyata kurdî, bi salan e keda xwe dike nav avadankirin û pêşdabirina civakê û ji nêzîk ve rewşê dişopîne. Lewma agadariyên wî li ser rewşa Başûrê Kurdistanê, ji destê yekemîn e. Duhokî bi xweşbînî qala avakirina sazî û dezgehên îdarekirina welêt kir. Wî diyar kir ku digel kil-kêmasiyan, muesesebûn û îdareya dewletî gihaye qonaxeke bilind. Pêşketineke gelekî berbiçav heye, ku her kurdekî welatparêz pê serbilind dibe. Lê mixabin problemên mezin jî hene ku li benda çareseriyê ne. Bi kurtî, wek pakêt, ango bi tevayî rewş baş e li gor kek Xelîl Duhokî. Li ser pirsiyara “Gelo biryareke hukumeta Kurdistanê heye ku tenê zaravayê soranî wek zimanê resmî dipejirîne?” weha bersiv da: - Heqîqet ew e ku siyaseteke pir eşkere ya hûr-kûr hatibe analîzkirin û biryarkirin nîne. Bêguman gelek derdorên ku dixwazin bes soranî bibe zimanê standart hene. Ew hewl didin ku ya xwe bi serxînin. Heta nuha hîna biryareke tevayî ji alî parlementoyê ve nehatiye girtin. Lê di pirsa zimanê perwerdeyê de biryareke dawî heye ku zaravayê kurmancî di dibistanê de bes ji pola yekê (1) heta şeşa (6) bête xwendin, dûra soranî be heta dawiya xwendina zankoyê jî. Ev yek dibe sedemê neheqî û newekhevîyeke gelekî mezin. Şagirdên herêma Bahdînan di xwendina bilind da li paş dimînin..Bêguman him rewşenbîr û him jî gel bi xwe li Bahdînan ji vê yekê ne razî ne. Li gor ray û dîtina kek Xelîl Duhokî çareseriya herî baş, adîl û demokratîk ew e ku herdu zarava jî bibin zimanê resmî. Mesela wek Norweçê. Yek welat e, yek gel e, yek netewe ye, lê du zimanên wan resmî ne. Norweciya kevn û ya nû herdu jî resmî ne. Di rewşa îro de parastina yek zaravayî ne realîst e, yekitiya ziman bes li ser masê bi biryara piraniyê pêk nayê. Di bingehê xwe de ev helwest ziyanê dide yekitiya neteweyî jî. Di dawiya axaftina xwe de Duhokî got: “Lê em bi hêvîne ku ev pirs jî wek gelek pirsên dî wê bête çareserkirin.