Malper | Kurdî | Ziman | Dihok û Mûsil daxwaza kurmancîkirina xwendinê ji serkirdayetiya Kurdistanê dikin

Dihok û Mûsil daxwaza kurmancîkirina xwendinê ji serkirdayetiya Kurdistanê dikin

Mezinahîya Nivîsê: Decrease font Enlarge font
image Wêne: Zinar Soran, Dihok

Biryara wezîrê perwerdeyê li başûrê Kurdistanê ya li dijî kurmancîkirina xwendinê li deverên kurmancîaxêvan, kurdên Dihokê û Mûsilê pir êşandine û bû egera nerazîbûneka sertaserî li wîlayeta Dihokê û Mûsilê li dijî wê biryarê. Gelek saziyên fermî û sivîl û rojname û kovaran daxwaznameyek ji bo kurmancîkirina xwendinê pêşkêşî serok, parlamento û hikûmeta Kurdistanê kiriye. Em li jêr teksta wê beyannameyê bê çi guhortinan di zimanê wê de diweşînin:


Nameyeka vekirî bo…

Serokatiya herêm Kurdistanê zor berêz…
Serokatiya perlemanê Kurdistanê zor berêz…
Serokatiya encumenê wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê zor berêz…
Hemî layenên peywendîdar…

Babet/ daxwazî

Evro prosesa perwerde û fêrkirinê li parêzgeha Dihokê û deverên kurdî yên nû azadbûyî ji parêzgeha Mûslê di arêşeyeka gelek giran da derbas dibît û rêjeya serkeftinê bi awayekê tirsnak nizim bûye, her bo nimûne rêjeya serkeftinê par li şeşê amadeyî pişka zanistî %14 û pişka edebî %18 bû. Her hemî layenên peywendîdar jî bi vê prosesê sedemê serekî dizivirînine siyaseta nerasta zimanê xwandinê her ji damezirandina dewleta Îraqê û heta evro.

Em hemî dizanîn ku neteweya kurd çi caran take zimanê standard nebûye ku hemî kurdan li hemî parçên Kurdistanê bi kar înabît belku kurmanciya jorî û kurmanciya jêrî mil bi milê hev berê jî û nuke bûyne zimanên edebiyat, ragehandin, perwerde û karubarên ferimî bi pileyên cuda, cuda ku girêdayî rewş û kawdanêt siyasî bûyne.

Xwandin bi zimanê kurdî li vê deverê daxwaziyeka rewa ya xelkê me bûye her ji serdemê şoreşgêrê mezin şêx Ebdulselamê Barzanî û heta evro. Li desptêka salên sîhê perlementarên kurd, ev daxwaziye wekî proje daye perlemanê Îraqê yê wî serdemî û daxwaza wan li sala (1931)ê hate pejirandin û ev mafe daye xelkê me bi qanûna zimanên navxoyî jimare (74) ku li rojnameya fermî “Elweqai” jimare 989 li rêkeftî 1/6 1931 hatiye belav kirin. Lê bi tedexula dewleta Tirkiyayê û neciddiyeta hikûmeta Îraqê ya wî serdemî ev qanûne bi cih nehatiye û deverên kurdî yên parêzgeha Mûsilê bê par bûyine ji mafê xwandinê bi zimanê xo.

Piştî serhildana pîroza gelê me li sala 199-ê û pêkhatina perleman û hikûmeta herêmê li sala 1992-yê ev daxwaziye nû bû ve û şeş salan vekêşa ta rê hatiye dan ku xelkê me bi zimanê xu bixwînin, lê tenê çar salan ku eve bi xu jî biryareka seyir bû lê hate peyrew kirin. Piştî qutabiyan çar sal bi dumahî înayin ketine ber arêşeyeka mezin ew jî guherîna zimanê xwandinê bû û ji ber hindê wezareta perwerdê û bi hevkarî di gel Korî Zanyarî Kurd pêşniyar kir ku qutabî berdewam bin bi xwandinê bi zimanê çar salên borî û serokatiya encumenê wezîran biryar da ku pola pêncê û şeşê jî bi kurmancî bît û di encam da rêjeya serkeftinê li pola şeşê seretayî ji %31 bilind bû bo %66 anku du car ji berê pitir lêhat. Lê piştî ew qutabî çûyine qunaxa navincî rastî arêşeyeka gelek mezin bûn û astê xwandinê gelek nizim bû.

Li hember vê rewşa giran wezareta perwerdê biryareka dî da ku qutabî her ji pola duwê seretayî û li her du parêzgehên Dihokê û hewlêrê bi her du zaraveyan bixwînin û vê biryarê jî rewş baştir lênekir lê dîsa berdewam bû. Piştî êkirgirtina her du îdareyan ev rewşe hate guhorîn û dîsa biryar hate dan ku qutabiyên parêzgeha Dihokê hemî qunaxa seretayî bi kurmancî bixwînin. Nuke ew qutabî li pola şeşê ne û di şeş salên borî da tenê bi kurmancî xwandine û saleka dî dê hemî xwandin bîte bi kurmanciya jêrî (soranî) û dê rastî arîşeyeka geleka giran bin ji ber ku ne mamosta ku hejmara wan nêzîkî (21500) mamostayan e û ne qutabî jî ku hejmara wan nêzîkî (366000) qutabiyan e vî zaraveyî bi diristî dizanin û dê tûşî şikestineka mezin bin.

Em dizanîn ku qunaxa seretayî di sala par da ji şeş salan bû neh sal û eve jî diviya bi şêweyekê otomatîkî kurmancî li salên (7, 8, 9) jî bête xwandin û ji bo vê mebestê perwerdeya giştî û li dwîv daxwaza hemî layenên peywendîdar daxwaz ji wezareta perwerdê kir, lê ji ber ku wezîrê perwerdê rayeka pêşwext dijî vê daxwazê heye û bi aşkirayî di navgînên medyayê da ragehandiye bi bihaneyên cuda, cuda li dij derkeftî ye û ev daxwaze red kiriye. Her ji ber vî helwêstê neerênî û neharîkar, perwerdeya Dihokê neçar bû daxwaza xu pêşkêşî encumena parêzgeha Dihokê biket û encumenî ev daxwaziye bi biryara jimare (28) li rêkefta (3/4 2009) pesend kiriye.

Lê dabînkirina programên xwandinê erkê werzareta perwerdeyê ye û ji ber ku ew li dij in ev biryar e nahêtine cêbecê kirin, ji ber hindê xelkê me daxwaz diket ku wezareta perwerdê helwîstê xu yê neerênî biguhorit û bi erkê xu rabit.

Em gelek bi tiştekê seyr dizanîn ku ew daxwaza xelkê me ya ku li sala (1931)ê ji layê perlemanê Îraqê ve hatiye pesend kirin û Tirkiya nehêlayî bête cêbecê kirin, wezareta perwerdeya herêma kurdstanê heman helwêstî wergirît.

Em ev layenên li jêr îmza kirî daxwaz dikeyin xwandin li hemî qunaxên xwandinê bibîte kurmancî û kurmanciya jêrî jî (soranî) wekî maddeyekê serekî her ji çarê seretayî û heta dwîmahiyê bête xwandin û em ji dil piştevanên ku her kesek li devera me her du zaraveyên kurdî bi diristî bizanît û dê gelekê baş bît ku kurmancî jî wekî madeeyekî li parêzgehên Hewlêr û Slêmaniyê û cihên dî jî bête xwandin li dwîv şiyan û heza wan.

Li dwîmahyê jî zimanê kurdî bi hemî zarav û devokên xu ve zimanê me ye û em şanazyê pê dikeyin ji ber ku wî pitir ji çiyayên me hebûna me parastiye û dê parêzît lê ta ku zimanekê êkgirtî yan neteweyî dirist bibît diviya rê li hîç zaravekê zimanê me nehête girtin û hîç zaraveyek jî nehête sepandin ji ber ku biriyareka weha ji blî ku biryareka nedîmukiratî ye dê akamên gelek neerênî hebin.

Digel rêzên me da

Nivîsîngeha Dihokê ya perlementarên Kurdistanê
Rêveberiya giştî ya perwerdeya Dihokê
Di gel da rêveberên perwerdê li (Dihok, Zaxo, Sêmêl, Amêdî, Berdereş, Tilkêf, Şêxan, berpirsê kertê Zimar, Şingar û Akrê).
Êketiya Nivîserên Kurdistanê - tayê Dihokê
Êketiya Mamostayên Kurdistanê - tayê Dihokê
Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî - tayê Dihokê
Zankoya Dihokê
Sendîka Rojnamevanên KurdIstanê li Dihokê
Navenda Zanko û Peymangehên Dihokê
Êketiya Qutabiyên Kurdistanê
Komela Xwîndkarên Kurdistanê - liqê Dihok
Rabûna Xwîndkar û Lawên kurdistanê li Dihokê
Civata Bajêrvaniya Dihokê
Dezgeha Spîrêz
Sendîka Karkerên Kurdistanê tayê Dihokê
Êketiya Zanayên Ayînî li Kurdistanê
Êketiya Qutabyên Kurdstanê, navenda parêzgeha Dihokê
Bizava Rewşenbîrî ya Akrê
Rêkxirawa Geşepêdana Qutabiyên Kurdistanê
Nuhedra
Êketiya Qutabiyên Kild û Aşûrî li Dihokê
Encumenê Parêzgeha Dihokê
Êketîya afiretên kurdstanê
Êketiya jinan - liqê Dhok
Êketiya Xuşkan - liqê Dihok
Peymangeha Dihok ya pirsên siyasî
Nivîsîngeha Dihok ya ajansa Kurdistanê ya deng û basan
Kovar û rojname:
(Evro, Metîn, Çavdêr, Behdînan, Kkepir, Sivure, Peyiv, Mîdiya, Vejen, Rewşen, Hêlîn, Nûbûn, Sîlav, Nujîn, Hîzil, Pirêz, Rengiz, Duban)
11/4 2009


Jêder: Kulturname
www.niviskar.se

2009 © - Designed by Infonavia