Zeynelabidin Zinar
Beşê zimanê kurdî li zanîngeha Mêrdînê
Çewa ku ji medyayê jî hatiye bihîstin, Beşê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Artuglu ya bajarê Mêrdînê vedibe. Navê vî beşî weha ye: Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî.
Ji terefê nivîskar û lêkolîner Zeynelabidîn Zinar ve du semîner
Semînera pêşî roja heftê hezîrana 2009an li Hewlêra paytextê Kurdistanê û ya duduyan jî roja nehê hezîranê li Dihokê tên li daxistin....Zeynelabidîn Zinar
Zeynelabidîn Zinar nivîskar, werger û lêkolînerê Kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953-an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê (Beşiri) ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal Medreseya Kurdî, piştre "Imam-Xetîb" û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê Zinar yazdeh sal li Belediya Êlihê [1] (Batman) şixuliye. ...Yazdeh alfabeyên cuda ji aliyê kurdan ve hatine bikaranîn
Berî Împeratoriya Medan, nehatiye peyitandin ku Kurdan kîjan alfabe bi kar anîye! Lê ji zemanê Împeratoriya Medan ve û heta niha, Neteweyê Kurd yazdeh alfabeyên cuda bi kar aniye. Gelo di van 2500-2700 salan de, van yazdeh alfabeyan çi dane zimanê kurdî û çi jê birine? Bi baweriya min, van alfabeyan wisa kiriye ku zimanê kurdî ji aliyê nivîsê ve lawaz bûye, belawela bûye, tê de 4 zarava, 37 devok, gelek tewr, hawa û şêweyên pirtexlît derketine holê. Ew alfabeyên ku ji aliyê kurdan ve hatine bikaranîn ev in:......
