Zeynelabidîn Zinar
Zeynelabidîn Zinar nivîskar, werger û lêkolînerê Kurd e, ji Bakûrê Kurdistanê ye, di 1953-an de li gundê Hedhedkê girêdayê bi qeza Qubînê (Beşiri) ve hatiye dinyayê. Yazdeh sal Medreseya Kurdî, piştre "Imam-Xetîb" û lîse xwendiye. Piştî kurtedemeke leşkeriyê Zinar yazdeh sal li Belediya Êlihê [1] (Batman) şixuliye.
Ji 12ê Êlûna 1980yî ve ku Cunta Leşkerî hatiye, hetanî Sibata 1984an, Zinar heşt caran hatiye girtin û gelek îşkence lê hatine kirin, sezayê girtîgehê û sirgûn lê hatine birrîn. Ew îşkenceyên ku dîtine, bi pirtûka xwe ya bi navê diIşkencde 178 Gün diyar kiriye. Zinar, di dawiya 84-an de jî çûye Swêdê. Piştî ku Zinar li Swêdê bi cih bûye, di Sibata 1985-an de li Nexweşxana Xaça Sor Beşa Îşkencedîtan a Stockholmê hetanî 1995an tedawi bûye. Destpêka nivîsandina Zeynelabidîn Zinar a bi zimanê kurdî, çendî ku di salên 1963-64an de pêşî bi tîpên erebî çêbûye, lê di 1985-an de li Swêdê bi awayekî rêkûpêk hatiye domandin. Pêşî dest bi tîpguhaztina Klasikên kurmancî kiriye û lêkolîn li Folklora Kurdî kiriye. Hetanî 2006an, 81 pirtûkên wî hatine weşandin, herweha Zinar xwedî û berpirsê Weşanxaneya Pencînar ye. Zeynelabidîn Zinar endamê van saziyan e
- Sendika Nivîskarên Swêdî
- Sendîka Rojnamevanên Sînornenas
- PENa Swêdî
- Komela Nivîskarên Kurd a Swêdê
82 Pirtûkên Zeynelabidîn Zinar


