Beşê zimanê kurdî li zanîngeha Mêrdînê
Çewa ku ji medyayê jî hatiye bihîstin, Beşê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Artuglu ya bajarê Mêrdînê vedibe. Navê vî beşî weha ye: Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî.
Ez ji bo du semîneran li Başûrê Kurdistanê bûm. Roja 07 06 2009, li Hewlêrê dema min qutiya xwe ya e-mailan vekir, ez pêrgî e-maileke balkêş bûm ku ji nivîskarê Kurd rêzdar Selîm Temo hatibû.Dema Selîm Temo Zanîngeha Enqerê qedandiye, doktora xwe jî her li ser Wêjeya Kurdî daye. Niha saziya Xwendina Balayê (YOK) ew vebuhtî kiriye ku li Mêrdînê projeya Ziman û Edebiyata Kurdî amade bike.
Rêzdar Temoyî e-maila ku ji min re hinartibû weha gotiye: ”…ez niha li Mêrdînê me û ji bo vekirin û avakirina Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî dixebitim…”
Min ev yek çendî ku bi çavên xwe dît jî, lê min bawer nekir û min xwe bi xwe got ku ev birader belkî dixwaze kêfa min bîne. Piştre min dît ku weha nivîsiye: ”…min niha dosyeya serîlêdana YÖKê û tevî naverokan bernama dersan amade kiriye, li ber temambûnê ye…”
Lê gotina herî zêde ku dilê min êşand, ev bû ku rêzdar Temo gotiye: ”… bitenê me…” û domandiye: ”…eva deh roj in ku em bêrawestin dixebitin…” û gotiye: ”… pêdiviya me bi her tiştî heye kekê…”, ”…û dema riya we bi van deran ve ket, kerem bikin bibin mêvanê me. Min xwest hem mizgîniyeke wisa pîroz bidim we, hem jî hal û rewşa xwe vebêjim…”
Bê guman bi van gotinên rêzdar Selîm Temo, pir kêfa min hat û stêrkên şahiyê ji çavên min daweribîn. Min pêre pêre telefonê wî kir û got ku ”ez niha li Hewlêrê me, roja dehê mehê têm û dê li Mêrdînê peyabim werim ba te.”
Semênera min ya li Duhokê, roja 09 06 2009, saet li dora 20.00î qediya û ez ew şev çûm Zaxoyê, bi banga sibehê re derbaşî aliyê Bakûr bûm û rast çûm Mêrdînê, li Zanîngehê bûm mêvanê Selîm Temo.
Pêşî rêzdar Temo Bernameya Beşê Kurdî nîşanê min da. Bi rastî jî bernameyeke wisan rind û dewlemedn bû ku êdî hew lê dihat zêdekirin.
Bi çûna min ya wirê re, sê doçend hatin û bixêrhatin dane min. Piştre Selîm Temo got ku Rektorê Zanîngehê bi îsrar xwestiye ku te bibîne. Min kek Hemîd Kiliçaslan jî xeberdar kir ku were ba me. Piştre em tev rabûn çûn serdana Prf. Dr. Serdar Bedii Omay ku bijişkê laşsaxiyê ye.
Profesor Serdarî rûmeteke pir mezin bo me nîşanda û behsa bargiraniya vî beşê kurdî û ku pêdiviya wan pir bi alikariya rewşenbîrên Kurd heye kir. Piştre profesorî xwest ku me bibe xwarinê, lê Hemîd Kilicaslan berî gotina wî xwarina me dabû hazirkirin. Piştî xatirxwestinê, min got Profesorî: Em ji bo alîkariya ku dê bikeve ser milên me, amade ne û destên we xweş.
Piştî ez hatim Swêdê, min 110 kîlo bi piranî pirtûk, hinek kovar û rojnameyên bi kurmancî yên kevn, ji bo Beşê Kurdî hazir kirin û dê bişînim Mêrdînê.
Rêzdar Selîm Temo, roja 03 07 2009, ez agahdar kirim ku Rektorê Zanîngehê çûye Enqerê û ew bernameya ku wî temam kiriye, wek daxwazname daye navenda Xwendina Balayê (YOK).
Ji bo ku beşek li Zanîngehê vebe, pêdivî bi sê doçent, 13 mamoste û 40 xwendekarî heye. Niha du doçent hene, lê yek kêm e. Li bajarê Îzmîrê doçentekî jikaravêtî heye ku niha qehwecîtiyê dike. Eger ew jî here Mêrdînê, temam e. Gotin ku wê kêmasiya mamosteyên dersa kurdî, ji Zanîngeha Duhokê temam bikin. Ji niha ve bi dehan xortên Kurd daxwaznameya xwe hinartine Zanîngeha Mêrdînî.
Îsal di dawiya meha nehan de Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî dest bi karê xwe dike. Lê eger astengî derkevin, sala 2010 dest pê dike.
Piştî Zanîngeha Mêrdînê, zanîngeheke din jî amadetî dike ku eynî beşî li Zanîngeha Mêrdînê veke.
Vekirina Beşê Ziman û Edebiyata Kurdî li Zanîngeha Mêrdînê, ji bo ziman û çanda kurdî destpêka çaxekî nû ye. Li ser xêrê be û destên wan kesan xasma Selîm Temo sax be, serkeftin ji wan re dixwazim û li Neteweyê Kurd pîroz be.
Hêvîdar im ku rewşenbîrên Kurd, alîkariya xwe ji van zanîngehan nehêvişînin. Her şad û bextewer bin.
Zeynelabidin Zinar
Pencinar.z@gmail.com


