Xelîl Duhokî
Helbestvan û nivîser: Xelîl Duhokî
Di sala 1951ê de, li bajarê Duhokê, li Kurdistana Başûr ji dayik bûye. Di sala 1970ê de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye û ya yekê di sala 1972ê de, di rojnama Hewkarî de, belav kiriye. Kurteçîrok û vekolînên edebî jî nivîsîne. Di piraniya aheng û fêstîvalan de, helbest pêşkêş kirîne û di rojname û kovarên kurdî de, çi li nav Kurdistanê û çi li derveyî Kurdistanê belav kirîne. Di sala 1973ê de, bûye endamê Êketîya Nivîskarên Kurd.
...
