Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Temurê Xelîl Temurê Xelîl ================================================================================ Enwer - Karahan on 25 February, 2009 10:45:00 Têmûrê Xelîl sala 1949a li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matêmatîk, 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan /Sîpanê, dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya "Rya teze" da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya "Golos kurda" bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne.