Silêman Demir
Ez, Silêman Demir
Ez ji Nisêbînê me. A rastî ku ez serê adara sala 1956-an li gundekî bakurê Nisêbînê çêbûme û heta dehsaliya xwe li wir jiyame. Ew gund Hebîsê ye. Lê malbata min bi esil ji gundê Çalê ye. Herdu gund jî, gundên Omeriyan in.
Malbata min, çaxê ku ez dehsalî bûm ji Hebîsê bar kir Nisêbînê.
Du dilop
Du Dilop navê pirtûka Enwer Karahan a nû ye, pirtûkeke çîrokan e. Min herî dawî ew xwend. Min pirtûkên Enwer Karahan hemû xwendine. Ez nivîskariya wî ji serî ve nas dikim û dizanim. Gava az lê dinerim û tê diramim, ez dibînim ku wî rêyeke ku her diçe divê karê wî baştir bibe daye ber xwe û wilo dixebite. Wek ku yekî werzişvan dabe ber xwe, her cara ew sed metroyan baz bide, divê xurtir baz bide. Ya jî gava yekî ku xwe bilind diqevêze, her carê devera qevza xwe bilintir dike.......
