Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê: Salihê Omerî Evdalê Zeynê ================================================================================ Enwer Karahan on 06 July, 2009 01:09:00 Di wextekî da hebûye Surmelî - paşa, li zozananê jorî hukum dikir. Dengbêjekî wî hebûye, jêra digotin Evdalê Zeynê, şaîrê dinê, şalûr û bilbilê dîwana Surmelî - paşa. Gava li dîwana rûnişta tu kesî nikarîbû li berê devê xwe veke, kilam bêje. Heft cotê kotana ji terefê paşê li deştê da dişuxulîn ser hesabê Evdalê Zeynê. Nav û cûreyên kevirên mezin û biçûk. ================================================================================ Enwer Karahan on 08 May, 2009 04:13:00 Li ser sê cûreyên keviran. Yên herî mezin, kevirên biçûk, ferş û ferşik. Ji bona şirovekirina wana heger çiqas bi kurtayî jî hatibe şirovekirin, cûreyên keviran heta ana bi vî hawayî ne hatîye nivîsîn û ne jî hatîye amedekrin. Belê ez bi xwe, lê rast nehatime. Salihê Omerî: Kew û Nêçîrvan ================================================================================ Enwer Karahan on 17 March, 2009 02:38:00 Çend cûreyên niçîra kewa hene, û pêre jî sîfetên kewê. Yek, jê niçîrvan di dema ku kew hêka dike û çêlkewa derdixe. Niçîrvan li girtina çêlkewa digere, çêlkewa digre tîne malê wan çêlkewa xwedî dike, mezin dibin, dibin ferx û piştre dibin kew yan kewê nêr yan jî ya mê. Salihê Omerî ================================================================================ Enwer Karahan on 27 February, 2009 02:56:00 Ez ji bajarê Mêrdînê herêma Omerya, gundê Şêxkir im. Di sala 1950.03.02 an de, li gundê Şêxkir hatime dinyê. Em şeş bira û xuşkek me habû, ez biçûkê birayên xwe bûm. Navê ca min Mencê, navê bavê min Silêman bû.